Cendirmên Tirkan 4 sivîl li sînorê Rojavayê Kurdistanê kuştin

turkey-candirma-syria-kill

Cendirmeyên Tirkiyê, gulle berdan hejmareke hemwlatiyên parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ku di xwestin ji xeta sînor derbasî Tirkiyê bibin, yek jê hat kuştin û 3 birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir, hemwlatiyekî di encama gullebarana hêzên sînorî yên artêşa Tirk yên bi navê Cendirme de, dema ku dixwestin bi rêyên qaçax li nêzî xeta sînora li herêma Serê Kaniyê, derbasî xaka Tirkiyê bibin, jiyana xwe ji destda û 3 jî birîndar bûn.

Her wiha diyarkir, bi vê yekê hejmara sivîlên ku ji destpêka sala 2022ê ve û li herêmên cuda yên Sûryê yên li nêzî sînorê Tirkiyê û li ser sînorê Tirkiyê ji aliyê Cendirmeyan ve hatine qetilkirin, gihîşt 14 kesan ku 3 jê zarokin, 23 jî hatine birîndar kirin.

Pustên heman beş