Çîroka Îbrahîmê Zer «Remezan Toptaş»

sari-ibrahim-pkk-hpg-cemil-bayik-bahoz-erdal-turkey-kurd-kurdistan-ocalan-abdullah-2

Îro ez dixwazim ji we re çîroka Îbrahîmê Zer «Remezan Toptaş» vebêjim, hûn dizanin çîrok ji bo zarokan in, ku wan aş biken û razînin, lêbelê, tiştê ku ez ê ji we re bibêjim ne ew e ku hûn xew bikin, hûn ê pê şiyar bibin, ji ber ku çîroka Îbrahîmê Zer ku PKKe di hefteya destpêka meha Tebaxê de bi gotarekê fermî bibîr tîne, çîrokek bi tevahî cûda ye.

Gelo hûn Sarî Îbrahîm nas dikin?

Di sala 1962 an de li Êlihê ji dayik bûye, ji malbateke Kurdperwer bû, Sarî Îbrahîm di zarokatiya xwe de di sala 1973 an de tevlî komên sîyasî yên Kurdan dibe, di sala 1978 an de Mehsûm Kurkmaz û Mazlûm Dogan nas dike û tevlî PKKê dibe. Dema dewletê zext zêde kir, di sala 1979 an de bi hevalên xwe re derket çiyayên derdora Sêrtê, piştî wê tarîxê, çek ji destê wî neket û ji çiya nehat xwarê, di sala 1981 ê de çû Libnanê û ji wir jî di sala 1982 an de bi grûpe despêkê re derbasî Lolan ê bû, ger hûn bixwazin di rêya ku Îbrahîmê Zer ji sala 1980 î ​​heta roja ku jiyan ji dest day bimeşin, jiyê we wê têrê neke, ji ber ku Îbrahîm ew kes bû yê ku hemû çiyayên Bakurê Kurdistanê û heta Tirkiyeyê ji Gerîla re vekiriye, yek ji wan navên pêşî ye ku ji Botanê çûye Garzanê, di nava koma Gerîlla ya ku ewil gihîşt Amedê de cih girt, nexşeya di destê wî de çû Dêrsimê Koçgîrî, Ji Erzeromê çû çîyayê Kaçkar yên Behra Reş, Behra Reş jî têr nekir, Îbrahîmê Zer çû Behra Sipî Amanos û quntara çiyayên Torosê daket Antalya yê, Mugla heta Manisê, yanî herêma Egeyê. Herêma Meraş,a,Semsûr û Meletî û hwd. Li hemû dergehên qadên kû Gerîlla çûyê Îbirahîm vekirî ne, cihê ku Îbrahîm pê lê nekirî li Bakûrê Kurdistanê nema bû, ew çalakvanê 15 tebaxa 1984 ê bû.

Tenê di vê çîroka wî a kurt de jî mirov têdigihîje ku navê Îbrahîm navê herî kedkar ê Gerîllatiya PKKê ye, bi rastî di bîranînên PKKê de herêmên ku Îbrahîmê Zer çûyê û rola ku di nava Gerîlla de lîstiye dinivîse, lê ew çawa dinivîse û kengê dinivîse? Ka em çend pirsên din bipirsin.

Bingehê Azadîyê; Pirskirina zanînê, jiyanê, her tiştê ku tê gotin, gumankirinê, ,ew jî bingeha gihîştina heqîqetê ye, ger em li Îbrahîmê Zer çend rastiyan bipirsin, em dikarin bigihîjin rastiya wî.

Ger Îbrahîmê Zer fermandarekî Gerîlla yê ewqas girîng û mezin bû, ewqasî ked da, çima heta koç kirî jî me navê wî nebihîst? Weke mînak hûn hemû Mistafa Qarasu nas dikin, rexmê ku wî qet çek negirtiye, 10 km nemeşiyaye û yek gulle berneda ye dijminî, lê mixabin çima em navê fermandarekî Gerîlla ku 26 sal ji vî çiyayî bezî wî çiyayî nabihîzin, tenê dema ku wî jîyana xwe ji dest da me bihîst,çima?

Pirseke din: Îbrahîmê Zer fermandarekî Gerîlla yê pir xwedî ezmûn bû. Dewleta Tirk bi salan li wî digeriya, nedît û nekarî wî bikujin, kesekî bi vî rengî yê xwedî tecrube çima û çawa dikare li navenda HPGê were kuştin? Çawa dibe ku kesek were û li ser maseya ku fermandarê wê demê yê HPGê Bahoz Erdal û Bêrîtan Dêrsim rûniştî li kêleka wan Îbrahîm gullebaran bike?

Heya ku ev herdu pirs neyên bersivandin, hûn ê ji çîroka Îbrahîmê Zer a ku PKKe her sal di tebaxê de dibêje, bawer bikin. Lê çîroka Îbrahîm mînaka nêzîkatiya PKKê ya li hemberî mirovan û heta li hemberî kesên jiyana xwe ji bo PKKê feda kirine.

Îbrahîmê Zer ku di 15 saliya xwe de tevlî PKKê bû kedkarekî mezin bû, lewma di destpêka salên 1980 yî de hevalên wî jê re digotin Zahmetkêş, lê hemû hewldanên wî û keda wî ji bo Ocalan û bo PKKê pir bê wate bûn, tu car ew weke kesê yekem nehate erkdar kirin, di tu kongireya partiyê de ji bo komîteya navendî nehat hilbijartin, bi hezaran caran çû ber mirinê û zivirî lê yek car rêveberîya PKKê keda vî fermandarê bêpile nedît. Şervanên ku Îbrahîm tevlî PKKê kirîn bûn her tişt lê Îbrahîmê Zer weke kesekî xeternak hat dîtin, berevajî, herî dawî Ocalan di sala 1997 an de ji jinên ku li mala wî diman re got, “Tiştek bi vî Îbrahîm nayê, her car wek pisîkê li ser çar lingan dikeve, dibe ku ew ajan be?” Îbrahîmê ku hemû jîyana xwe ji bo PKKê terxan kirî ji layê Apo yê nankor ve weke ajan tê destnîşan kirin.

Nankorîya li hemberî keda Îbrahîmê Zer her dewam kir, PKKê tu carî li gorî hewldan, ked û xebata Îbrahîm ew wezîfedar nekir. Di sala 2003 an de, Îbrahîmê Zer weke şervanekî basit di nava jiyanê de disekinî, 2004 jî ew weke kesekî sivîl şandin wergeha Mexmûr ê.

Nêzîkatiya PKKê ya mirovan her tim bi vî rengî bûye, mirov tenê gava hewce dike girînge, heger pêwîstîya PKKê bi te nema, qaramanî û xebata te ya bi dehan salan tê pûçkirin, çi di siyasetê de, çi jî di Gerîllatiyê de, di her xebatê de heman nankoretî û bêwefatî heye, PKK yî yek resen ji berê de gotibû: “Tu çavê PKKê bî jî, gava hewcedarî bi te nema dê wî çavî derxe û bavêje nav agir” . Yek ji wan çavên ku PKKê avêtî nava agir jî Îbrahîmê Zer bû.

Îbrahîm Zer ew qas ji çav hat xistin, kesekî temen 18 salî, diçe li kêleka Bahoz Erdal û Bêrîtan Dersim, Îbrahîm dide ber gulleyan û wî dikuje, PKKê ti carî nasname û çarenûsa wî kujerî û ne jî çîroka rast a şehadeta Îbrahîm negot, ji bo gelek derdoran tê îdiakirin ku Îbrahîmê Zer bi talîmata PKKê hatiye înfaz kirin, ev mijareke ku wê bi demê re derkeve holê, lê ya rast ewe ku PKKê bi awayekî objektîf bingehê kuştina Îbrahîmê Zer amade kir. Berîya Îbrahîm were înfaz kirin bi biryara farmandarîya HPGê ew di pêvajoyek lêpirsînê di hate derbaskirin, Berpirsê komisyona lêpirsînê Şefaq Malazgîrt li ser Îbrahîm têgehekî nebaş ava kiri bû, hêj vekolîn ne dawî bûyî Îbrahîm di nava HPGê de hatibû teşhîr kirin, êdî Îbrahîm bi menewî-moral hatibû kuştin.

PKKê bi bêrûmetkirina navekî wekî Îbrahîm û rê li ber mirina wî amade kir, Sarî Îbo yê ku dewletê ji bo kuştina wî bi sedan operasyon li dar xistî, çawa çêdibe ku li navenda biryargeha HPGê ya li Zapê were gullebaran kirin, PKKê rojekê jî ev yek rave nekir, PKKê diyar nekiriye ku Cemîl Bayik gotiye, “Ka karê kê bidin wî, bila cî yê xwe de bisekine û vir de wir de bila negere”.

PKKe eşkere nake ka çima wî kujerî Îbrahîm kuştîye, PKKe tenê çîrokekê dibêje û leheng di dawiya çîrokê de dimire, lêbelê di çîroka rastîn de leheng ber bi mirinê ve tê ajûtin.

Her çiqas ji bo damezrênerê PKKê Cemîl Bayik û xebatkarên wî tu wateya Îbrahîmê Zer nebe jî, gelek derdor hene ku şahidên lehengîya Îbrahîmê Zer in û wî nas dikin, ji bo vê jî PKKe nikare mirina wî lehengê bêpost veşêre, her wiha malbata Îbrahîm jî dozê dişopîne, wê demê PKKê bi kuştinên xwe yên weke Hikmet Fîdan, Sîpan Rojhilat û Kanî Yilmaz berê jî bal kişandibû ser xwe, Ji bo vê jî PKKe di bûyera Îbrahîm de berjewendiya xwe esas digire û piştî mirinê pesnê Îbrahîm dide.

Li vir em rastiyekê bibêjin, piştî mirina her kesê ku ji aliyê PKKê ve tê pesnandin, guman û fişar hene, PKKê yan ew kes kuştî ye an jî pêşî li kuştina wî vekirîye, di çîroka Îbrahîmê Zer de trajedîyek veşartî heye, ev pêşengê çîya, bi destê zarokê bê pirs û tirs hate înfaz kirin, çîroka Îbrahîm çîroka fermandar Nasir (Faruk Bozkurt) e, çîroka Harûn (Barzan Dûrre) ê ser mezin e û çîroka bi hezaran kedkar û qehremanên bê ser û şûn hatine winda kirin ê.

Pustên heman beş