Partiya Karkeran du keçên din yên Kurdan dane kuştin

hpg-pkk-zarok-kurdistan-herekol-botan-turkey

Partiya Karkerên Kurdistanê nasnameya du keçên din yên Kurdan eşkere kir ku berya mehekê bi destê artêşa Tirkiyê dane kuştin û ji nûve mirina wan ragihandiye.

HPGê baskê leşkerî yê Partiya Karkeran duh roja çarşemî 17\8\2022ê nasnameya du çekdarên xwe yên keç eşkere kir ku li 20 meha rabûrî li Herekolê li herêma Botanê bi destê artêşa dewleta Tirk dane kuştin.

Ev herdu çekdarên keç yên PKKê bi navê Esma Avşar û Şukran Alp in, ku ji parêzgehên Mêrdîn û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê ne.

Partiya Karkeran ji boy çêkirina şervanan piştbestinê li ser revandina zarokên Kurdan dike, ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî û yên parastina mafên zarokan hatiye tespît kirin.

Pustên heman beş