PKKe Gurka yên kê ne?

Dema mirov li daxuyanî û pêkanînên PKKê yên li çar parçeyên Kurdistanê dinêre, têgeha ku herî zêde PKKe di şîbîyê, Gurka ye. Û piştî wê jî dixwazim bipirsim gelo «PKKe Gurka ya kê ye?».

Gurkayî kî ne?

Gurka komek ji gelên Nîpalî yên xwedî dîroka kevnar in. Di sedsala 18 an de li dora kahînekî (Şêx-Sofî) bi navê «Gorkhanna» kom bûne û pêşî bûne civak û piştre jî komek kes tevlî wan bûne. Taybetmendiya wan a herî mezin ew e ku pirr şerker in. Lê ji ber van taybetmendiyan êdî ji aliyê gelê Nîpalê ve tên lanetkirin, gelê Nîpalî naxwaze behsa «Gurkayan» were kirin û di bin serokatiya «Gurkayan» de dîroka wan bihê ji nav birin. Ji ber ku «Gurkayî» hêzeke şer bûn, bazirganî ya şer dikir. pêşî li dijî artêşa Brîtanyayê şer kirin û piştre jî ketin xizmeta Brîtanyayê û bûn beşek ji artêşa qraliyeta Britanya. Wan ew hindî yên ku li dijî kolonyalîzma Brîtanîyayê şer dikirin, tepisandin.

Ew hêza herî girîng a artêşên kirêgirtî yên Brîtanyayê bûn. Ew bêtirsbûn û heya dawî yê li berxwe di dan. Wan ji Îngilîzan re got em naxwazîn bibin leşkerên asayî loma jî Îngilîzan ji wa kesan artêşek taybet ava kir. Paşî Îngilîzan hewl dan ku vê artêşa «Gurkayan» li gelek welatên ku di xwestin dagîr bikin li pêşîya xwe meşandin.

«Gurka» di Şerê Cîhanê yê Yekem de hêza sereke ya Brîtanyayê bûn

Îngîlîzan di Şerê Cîhanê yê yekem de bi awayekî çalak «Gurka» bikar anîn. Beşdarî şerê Çanaqaleyê bûne û heta Samsûn û Stenbolê jî hatine şandin.

Tenê li wir sînordar ne man. Îngilîzan di sala 1924 an de li Iraqê «Gurkan» bikar anîn. Gelek hêzên ku dewleta Iraqê qebûl nekirin ji aliyê «Gurkayan» ve hatin qetilkirin.

ji ber van kiryarên «Gurkayan» ên xerab, Nîpalî jî xwe şerim dikin. Ji ber ku «Gurkayan» xizmeta her dagîrkerkî kir lê mixabin tu carî xizmeta milletê xwe nekir. Di destên Îngilîzan de bûne şûrê neyarî yê.

Em ji Gurka ên Nîpalî werin Gurka ên Kurdan.

  • Li ser vê yekê em piris dikin gelo «PKKe Gurka ya kîjan hêzaye»?

  • PKKe li dijî kê şer dike?

  • PKK dê Tirkiyê bihêz bike yan lawaz bike?

Duh Selahaddin Demirtaş daxuyaniyek da û got, em dixwazin Komara Tirkiyeyê ya duyemîn ava bikin. Qala Kurdan jî nekir. Di rastiyê de ev fikra xurtkirin û ji nû ve avakirina Komara Tirkiyeyê şêwazek siyasetê ye ku ji aliyê Evdila Ocelan ve hatiye pejirandin. Apo digot: «Ez dixwazim xizmeta dewleta xwe bikim, ez ê Tirkiyeyê bikim hêza herî mezin a cîhanê».

Bi salan e li bajarên Tirkiyeyê PKKê yek gulle neteqandî ye, Borîyek nefta Tirkîyê neteqandî ye, bûrokratekî dewletê jî ne kuştî ye. PKKe çi pirojeyên ku dewleta Tirk lewaz bike û peyre hevdîtinan çêbike, nîne.

PKKe ji bo ku dewleta Îranê nehilweşe bergirîyê dike

Cemîl Bayik roja 3 ê çileya 2019 ê di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bibû de gotibû, PKKe li pêşiya hevpeymaniya dijî Îranê asteng e. Wî got ku ew rê li hilweşandina dewleta Îranê digirin. Ew dijî şerê rûxandina Îranê ne.

Di dema ku Îran di kirîza aborî derbas dibû, PKKê di hundirê Îranê de xwe bêdeng kir. Îranê li Silêmaniyê li kesên Rojhilatê Kurdistanê dixistin, PKKe bêdeng ma. Ciwanên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin înfazkirin, PKKe bêdeng ma.

PKKê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li dijî Îranê dikarîn şer bikin, tevlî xwe kirin û nehişt ku li dijî Îranê şer bikin. PKKe ji Îranê çekan digire, piştgiriya lojîstîk distîne, peymanên siyasî çêdike û li gorî daxwazên Îranê tevdigere. Her wiha PKKe diyar dike ku kî şerê Îranê bike, em jî dê şer diji wan bikin. Rêvebiriya PKKê bi hemû awayî hewldide ku rêgirîyê li êrişên dijî Îranê bigire.

Dostaniya Sûrye û PKKê ya qahîm

Ji bo Sûryê jî PKKe ji destpêkê ve helwesta xwe eşkere kir. Cemîl Bayik got, “Wî nîşan da ku firotina petrolê ya Rêveberiya Rojava bi serê xwe neheqiyek li dewleta Sûryê hatî kirin». Cemîl Bayik pêştir jî da zanîn ku di sala 2019 an de Amerîka li Rojhilata Navîn bû sedema tevlihevî û parçebûnê û got, “Rûsya û Îran hewl didin ku Sûrye nehê parçe kirin.

Tişta balkêş ew e ku Serok komarê Tirkiyê Erdogan jî heman tiştî dibêje “Divê Amerîka ji Sûryê derkeve” û Erdogan duh ragihandibû û gotî bû “Amerîka û hêzên Koalîsyonê li Suryê terorê xwedî dikin”.

Cemîl Bayik jî heman tiştî dibêje. Îran jî heman tiştî dibêje. Yanî Îran, Tirkiye, Sûrye û PKKe di heman baskî de berevanîya statûya Rojhilata Navîn, dikin.

Hebûna dewleta Iraqê pirr girîng e, lê ne ya Kurdan

Cemîl Bayik di 24ê Kanûna 2014 ê de gotibû “Parçebûna Iraqê dê pir metirsîdar be”. Li dijî “Referandûma Serxwebûna Kurdistanê” ku di 25 ê Îlona 2017 an de ji aliyê Kurdên li Başûrê Kurdistanê dijîn, ango Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat lidarxistin, bû. Wî digot “Em nahêlîn Iraq parçe bibe.” Paş PKKe bi Heşda Şebî re bi fermî peymanek çêkir û ala Iraqê li Gerîlayên xwe ve kir. Li dijî Herêma Kurdistanê şer kir. PKKe li dijî hemû tevgerên ku dixwazin hikûmeta Iraqê lawaz bike ne.

Pir bi zelalî dîyar e ku PKKe ne li dijî Tirkiyê ye, ne li dijî Îranê ye, ne li dijî Sûryê ye û ne jî, dijî Iraqê ye. Wê demê PKKe li dijî kê ye? Ji xeynî van her çar dewletên ku Kurdistan dagirkirîn pêva dewletekî din yê kolonyalîst heye ku em pê nizanin? Naa.

Ma ev her çar dewlet ne li ser Peymana Lozanê ya ku Kurdistan parçe kirî ava bûne? Belê

Wê demê çima PKKe naxwaze ev welatên ku hebûna xwe li ser nebûna Kurdistanê ava kirine, werin hilweşandin? Çima naxwaze ev sîstema Lozanê were hilweşandin?

PKKe xwe li pişt gotinên weke berxwedan, şer, şehîd û lehengiyê vedişêre. PKKe Gurka ya Tirkiyê, Iraqê, Îranê û Sûriyê ye û parêzvanê Sîstema Lozanê ye. Li Rojhilata Navîn PKKe tenê ji bu netewaya Kurd Gurkayî nake.

Pustên heman beş