Demokrasiya Rêveberiya Xweser a Rojava û çîroka revandina bê deng: Barzan Ferman

Demokrasiya Rêveberiya Xweser a Rojava û çîroka revandina bê deng: Barzan Ferman

Rojnameger Barzan Ferman ku di 2 ê Tebaxê de li bajarê Qamişlo yê Rojava ji aliyê 3 kesên rûpoş û çekdar ve hatibû revandin. Ew tam piştî 22 rojan hat berdan.

Dema ku Barzan Ferman hate revandin, Asayîşa Giştî ya Rêveberiya Xweser a PYD ê hat cihê bûyerê û ragihand ku dê li Barzan bigerin. Ev çîroka Asayîşa PYD ê ya ku tê de digot “Em li Barzan Ferman digerin” dirêj nekişand. Ji ber ku pêkhateyên girêdayî PYD ê di warê revandin, zextên li ser rojnamevanan, tirsandina pêkhateyên opozisyonê û hwd… xwedî sicilek paqij nînin. Di nava çend rojan de gelek saziyan dest bi tometbarkirina Rêveberiya Xweser a girêdayî PYD ê kirin.

Li gel vê jî rêveberiya xweser di vî warî de tu gav neavêt. Wa negot hêzên ku Barzan revandibûn hêzên me ne.

Li ser vê yekê rêxistinên navneteweyî yên wekî Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), Rojnamevanên Sînornenas û saziyên ragihandinê yên kurdî ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Rojava ji çarenûsa Barzan berpirsyar e. û rêveberiya PYD ê jî neçar ma ku Barzan serbest berde.

Şêwazê demokrasiya tirkan û PYD ê yek e

Rêveberiya Xweser a Rojava ku girêdayî PYD ê ye, pêkhateyek e ku ne tenê li dijî rojnamegeran li dijî her cure muxalefeta civakî û siyasî jî tundiyeke dijwar bikar tîne. Rêvebirên PYD û TEVDEM ku bingeha pêkhatina PKK ê ya li Sûriyeyê ne, helwesta PKK ê ya xeternak li hemberî muxalefeta giştî didomînin.

Ji sala 2011an û vir ve her cure pêkhateyên muxalif tên tepisandin û ji bilî tundiya li kolanan li ser gel tê kirin, gelek muxalif jî “bi faîlî meçhul” ji nav hatine birin. Heta niha cenazeyên serokên siyasî yên weke Barzan Dursun jî nehatine dîtin. Hêzên girêdayî PYD ê bi serpoş derbasî malên sivîlan bûn û malên wan belav kirin, bombe avêtin nivîsingehên partiyan. Xebatkarên çapemeniya muxalif gelek caran hatin binçavkirin û lêdan û qûtan.

Teşibî dijminê xwe bûn

Ev pêkanînên Rêveberiya Xweser dixuye pêkanînên rejîma mêtinger a dewleta Tirk li ser muxalefetê bi taybetî li ser Kurdan. Kuştinên kiryar nediyar, revandin, îşkencekirin, bombekirina saziyan nîşan dide ku PYD ê şêwaz û eqlîyeta demokrasiyê ya dewleta Tirk qebûl kiriye.

Ji destpêka pêvajoya Rojava ve ji sala 2011an û vir ve PKK ê hewleke taybet da ku li Rojava yek pêkhateyeke opozîsyonê nehêle. Hemû pêkhate Rojava weke ajan îlan kir. Hewl da pêşmergeyên Roj ku di şerê li dijî DAIŞ ê de serkeftinên mezin bidest xistî û windahiyên mezin dayî jî, bi navê çetetiyê şermezar bike. Yanî, PKK ê bê dudilî dema ku dixwest ji bo tinekirina muxalefetê li rojava mîna dewleta Tirk tundiyeke bê sînor bikar anî. Hîn jî toleransê ku li hember hêzên rejîma Esed nîşan dide li hember hêzên Kurdistanî nîşan nade.

Kêmasiya muxalefetê

Li aliyê din pêkhateyên Rojava nekarîn bersiva pêwîst bidin vê helwesta PKK ê ya bêhiş û dijminane. Helwesta wan her tim gazinc kirin û li bendê man bû ku PKK-PYD xwe rast bike. Nekarîn pêkanînên faşîzma PYD ê ya zordar ji raya giştî re rave bikin. Nikarîbûn xwe li dijî PYD ê bi rêxistin bikin. Ev bû sedem ku PYD bi wêrektir êrîş bike ser kes û sazîyên Kurdistanî.

Pêşeroj ne diyar e

Ji bo Rojava pêvajoyeke hîn aloz û ne diyar niha dest pê dike. Têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê, zêdebûna arêşeyên di navbera Emerîka û Îranê de nîşan dide ku Rojava dê rojên zor û dijwar derbas bike. Ev jî nîşan dide ku muxalefeta Rojava jî wê di pêvajoyeke dijwartir û zextir re derbas bibe.

Pustên heman beş