PKKê jiyan ji 4 zarok û ciwanan din yên Kurd stend

pkk-zarok-jiyan-gerilla-kurd-kurdistan-turkey

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan parvedike yên ku di berxwedana xwe ya saxte de dide kuştin, îro jî nasnameya 4 ciwanên din ragihand ku li meha gulana îsalê bi destê artêşa dewleta Tirk dane kuştin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê, duh roja sêşemî 30/8/2022ê nasnameya 4 ciwanên Kurd yêk jê zarok eşkere kir ku ji meha gulanê û heya tebaxa îsal 2022ê li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk dane kuştin û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve hatîye û dibêje me hevalên xwe wenda kirine.

Ev çekdarên PKKê ku yêk jê hêjan bi zarok tê hesab kirin, bi navên Nefîse Ongulu, Mîhrîban Fercan, Semîh Salhan û Fîkret Tekçe ne, ji Sêrtê, Wanê û Colemêrgê ne.

Rêxistina PKKê her li navbera çend rojan wêneyên komên zarokên Kurdan di medyaya xwe de belav dike, ev zarok li salên berê hatine feda kirin û paş derbasûna salan ji nû ve rêxistin mirina wan îlan dike.

Rêxistina PKKê ji boy çêkirina şervanan, pişt bestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistinên parastina mafên zarokan yên navdewletî haitye tesbît kirin.

Pustên heman beş