Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê îro serdana Diyarbekirê dike

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê îro serdana Diyarbekirê dike

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, îro tê Diyarbekirê û beşdarî çalakiya malbatên ku li ber derê avahiya HDPê ya Diyarbekirê xêve vedane dibe.

Malbatên ku ev çar sal in li ber derê HDPê îdîa dikin ku zarokên wan bi navbeynkariya siyasetmedarên HDPê gihiştine hêzên PKKê. Li ber derê HDPê piştî kongreya rojnamegerî dê Suleyman Soylu û malbat bihevre li derdora avahiya HDPê bimeşin.

Heta niha bi giştî 304 malbat beşdarî çalakiyê bûne û zarokên 37 malbatan li wan vegeriyane.  Malbatên ku hêj çarenivîsa zarokên xwe nizanin dibêjin heta ku ew zarokên xwe nebin dest ji çalakiya xwe bernadin.

Rayedarên HDPê jî îdiayên malbatan red dikin û dibêjin; divê malbat zarokên xwe ji hikûmetê bixwazin.

Pustên heman beş