Hestiyên Hakan di tûrikî de hatin dîtin, Lê kesên ku slogan diqîrandin nehatin dîtin

Haqan Arslan di sala 1990 de ji Qereyaza Erziromê hatiye dinê. Tevlî PKK ê bû û 7 sal berê li Amedê, li taxa Sûrê jiyana xwe ji dest da. Tam heft sal şûnde dewletê hestiyên wî di tûrike kê de teslîmî bavê wî kir.

Bav bi tena serê xwe di demekî de ku li navenda Amedê hestiyên kurê xwe yê 22 salî di destê xwe de hilgirtibû hat dîtin. Bi rastî ne tenê bav, hemû kurdan bi dîtina wî tûrikî travmayek civakî jîyan kirin.

Lê paşê me dît ku hin tirkên dirinde, ku di nav wan de nivîskar û wênekêş jî hebûn, “ji radestkirina hestîyan jî nerazî bûn”. Wan digot; Diviyabû dewletê hestî jî nedaba. Li vir em Kurd bi dewleteke kolonyalîst a bi vî rengî dirinde û gelê wê yê barbar re rû bi rû ne.

Daxuyaniya Demirtaş

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li ser vê mijarê daxuyaniyek da. Demirtaş wiha got: “Ger civak were dabeşkirin, divê civak bibe du beş: Yên ku ji demokrasî û nirxên mirovahiyê yên gerdûnî bawer dikin û yên ku ji faşîst û diz… hwd bawer dikin. Divê di navbera kesên ku ji Apê Elî Riza re dibêjin “qenç lê hat” û yên ku vê êşê di dilê xwe de hildigirin de hilbijartin çêbe.”

Belê, axaftina Demirtaş pir edebî xuya dike. Lê ne rewşa heyî rave dike û ne jî rêyeke rast ji bûyerê re nîşan dide. Weke her car Demîrtaş tenê axaftinên populîst, seranserî û edebî dike. Yanî Demîrtaş ji bo alîgirên xwe Show dike.

Kîjan civak, civaka Kurd an civaka Tirk?

Gelo çima Demîrtaş piştî dîtina hestiyên Haqan Arslan jî peyva Kurd û Kurdistanê bi kar neanî. Bila civak bibe du beş, baş e. Lê ma civak jixwe ne bûye du beş? Yên tên kuştin ji aliyê Kurdên parçebûyî ne, aliyê din jî yên ku bi mirina Kurdan şa dibin, sûd werdigrin û ne xemxûr in.

Heger piştî hestîyên cenazeyê Haqan Arslan jî hûn nikarin bibêjin Kurdistan, ma dê çi bêjîne we. Ma ne Haqan Arslan ji ber kurdbûna xwe şehîd ket? Bajarokê Qarayaziyê ciheke ku welatparêziya Kurdan lê zindî ye. Bavê Arslan Haqan Elî Riza bi zimanê tirkî jî nizane, lê dema Demîrtaş behsa êş û azarên bavê dike jî dîsa nikare bibêje Kurd. Wê demê kesên sîyasî rizîbûn e. Her tişt safî û zelal e.

 Demirtaş di axaftina xwe de ne tenê xwe ji peyva Kurdistan parast, di heman demê de nexwest kujerên Arslan jî deşifre bike. Ev bûyera hovane ne tişteke ku di nava baş û xerab ên civakê de qewimî ye. Bûyer di navbera dewleta Tirk a kolonyalîst û PKK’eya ku îdia kiribû li dijî vê dewletê şer dike de rû da bû.

PKK’ejî herî kêm bi qasî dewletê Tirk berpirsiyar e.

PKK’ê dizanibû ku ew ciwan hemû wê bimirin, zarokên Kurd bi saxî, xistin nav wan gorên ku PKK’ê jê re digotin xendek. 12 bajarên kurdan wêran kirin. Hêj bi dehan cenaze li goristana bêkesan bêxwedî ne. Çima, çima ew xendek hatin kolandin, çima ew ciwan hatin qûrbanî kirin? Çima Haqan Arslan ji gundê wî yê Qereyaziya Erziromê anîn û li Sûrê dan şer kirin? Çima rexmê wêranbûna Warto, Farqîn û Silopîyê PKK ev wêrankarî li ser Nisêbîn, Sûr, Cizîr, Gever û cihên din jî meşand? Besê Hozat bi navê wê “îtibarê me biheje” hişt ku li Cizîrê ciwanên Kurd ji jêrzemînên xanîyan dernekevin û li wir bisojin. Ma Îhtibra we an jî gîyanê ciwanên Kurd hêjatir e xatûna Besê? Ew tûrikê hestîyên destê mamê Elî Riza de ji encama plansazîya we ya şerê xendekan (xwekujî) ye. Ew koma hestîyan we daye pişta mam Elî Riza, sûç ê weye. Pêdvîye ku gelê Bakûr ji ber vî şerê xendekan we weke serkirdeyên PKK’ê recm bike. Dijmin xwînxwar û hov e. ma qey hûn vê yeke nizan in. We ciwanên Kurd bê sebeb avêt nava agirê dijminî de. Niha jî li ser hestîyên Arslan îstîsmar ê dikin. Şerm e, eyb e ev gel ne golikê bavê we ye. Hûn ê ji ber vê xîyaneta we bi xendekan li gelê Kurd kirî hesab bidin. Şerê xendekan ê PKK’ê Bakurê Kurdistanê serûbin kir, ev xiyaneteke mezin bû li kurdan hatî kirin.

Yên ku slogan diqîrin li ku ne?

Bê şik em ê hin kesekê din ku Demîrtaş behsa wan nekiriye jî binin bîra we; “Yên ku ji kesên li dijî şerê xendekan derdiketin re di gotin xayîn û banga şerê xendekan dikirin” çi bi zexta PKK’ê be yan na. HDP’eya ku Demirtaş wê demê hevserokê wê bû piştgirî da şerê xendekan. Fîgen Yuksekdag li farqînê qîrdikir û digot; şerê xendekan şoreşek e. Sirri Sûreyya Onder heta tiliya xwe li kadroyên PKK’ê yên li dijî şerê xendekan derketî jî dihejand û di got, “Ew xendek dê bên kolandin.” Bi dehan parlemanên HDP’ê di şerê xendekan koordîne di kirin. Kadroyên PKK’ê yên Amedê li Cigercî Miheme re digotin “Şerê Xendeka wê Sûrê azad bike”. Îcar çi hat serê wan mirovan?

Li ku derê ne ew kesên banga şerê xendekan dikirin û ciwanên Kurd teşwîqê mirinê dikirin? Hoo bazirganên şerê xendeka çima we mam Elî Riza bi tûrikê cenazeyê kurê wî ve, bi tena serê xwe hişt? Çima yek borîzanên şer yên HDP jî li gel wî nebû? Çima cenaze tenê ji aliyê malbat û gundiyan ve li gund hate axê sipartin? Çima HDP’ê ew bertek ji bo hunermend Gulşen a popçî nîşan dayî ji bo hestîyên Arslan Haqan nîşan ne da?

Ger Demîrtaş dixwaze ji bo Haqan Arslan biaxive, divê ew pêşî li ser van kiryarên me gotî biaxive. Ji ber ku Demîrtaş ne şîrovekar e. Demîrtaş jî şirîkê wê pêvajoyêye, ya ku Arslan Haqan ber bi mirinê ve birî.

Ji ber vê yekê eger parçebûnek çêbibe, bila ser vî esasî be. Ji aliyekî ve dagirker-kolonyalîst, yanî yên ku bi mirina Haqan şa dibin; Aliyê duyemîn jî ew kesên ku bi ser navê ”wê Haqan şoreşê bike” ev ciwane mehkûmî xendekê kirin û xwe nêzî cenazeyê wî jî nekirîn.

Ew dem derbas bûye ku Demirtaş rola siyasetvanekî niyeta baş, nefsbiçûk, haya wî ji tiştekê neyî… bilîze! Ew dem nema birêz Demîrtaş. Di vî babetî de Demîrtaş nikare tu kesî darizîne ew tenê mehkûmê rexne dayînê ye.

Pustên heman beş