Helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kete xwarê

turkish skorsky helikopter pkk

Helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê kete xwarê û hejmarek leşker tê de bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di derheqê mijarê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, duhî 4ê Îlonê li herêma “Operasyona Pençe-Kilîtê” helîkoptereka wan a bi cûreya Skorsky ji ber sedemên teknîkî ketiye xwarê.

Diyar kir jî, ji 8 leşkerên ku di helîkopterê de bûn, 7 leşker hatine rizgarkirin û ji bo rizgarkirina leşkerê din jî hewlên wan berdewam e.

Hêzên Parastina Gel (HPG) berî niha di daxuyaniyên roja Şemî û Yekşemê de xistina du helîkopterên Skorsky yên arteşa Tirkiyeyê ragihandibû.

Artêşa Tirkiyê di 18ê Nîsana 2022yan de bi rêya bejahî û esmanî, operasyoneke bi navê “Pençe-Kilît” li dijî PKKê li deverên Zap, Metîna û Avaşînê daye destpêkirin.

Pustên heman beş