Meral Akşener: Cihê HDPê li ser maseya me nîne

Meral Akşener: Cihê HDPê li ser maseya me nîne

Seroka Giştî ya Îyî Partî Meral Akşener da xuyakirin, li maseya ku cihê HDPê hebe, ew cih nagirin.

Karvedanên gotinên parlamenterê CHPê Gursel Tekîn ku gotibû, eger HDP di hilbijartinê de serkeftî be, dikare di hikûmetê de cih bigire, didomin.

Li gor agahiyan, ev mijar di civîna serokên şaxên bajaran yên Îyî Partî de hate rojevê û gelek berpirsan rexne li gotinên parlamenterê CHPê girtin.

Seroka Îyî Partî Meral Akşener di vê derbarê de got, li maseya ku HDPê hebe, cihê wan lê nîne û li maseya ku ew hebin, cihê HDPê nîne.

Akşener got, di vê mijarê de hestiyariya wan didome û daxuyaniyên pêwîst jî hatine dayîn.

Pustên heman beş