Gelek bûyer li pey rizgar bûna Başûrê Kurdistanê hatin jiyan kirin, yêk jê şerê dil bi êşê “Kurd û Kurdan” bi xwe bû, şerê ku li destpêka salên notê PKKê li ser gelê hêjan ji xweşya azadiyê tam nekirî, ferz kirî.
PKKê bi hêrseke pir mezin li rizgarbûna Herêma Kurdistanê di nerî, wê serketina “Şoreşa Başûrê Kurdistanê” qed hezim nekir, loma jî her di zû de astengî çêkirin û xwest serketinê bo xwe hesab bike, ew wek hêzekî mêhvan tevnegeriya û dawiya dawî hikûmeta bê tecrube a Kurdistanê hedef kir û ala şerê Birakujiyê hilda jûr.
Bi rastî jî şerî çawa destpêkir?
Serok Barzanî di beşa nehemîn a pirtûka xwe ya bi navê “Barzanî û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê – bergê 5” bas li îstifzazên PKKê yên beriya şer dike, her wiha bi tu awayî PKKê xeterî li ser Kurdistanê çêdikr û çawa delîve da destê Tirkiyê ku bi hinceta PKKê, gefan li Kurdistana nû rizgar kirî bixwe.
Barzanî di nivîsîne: “Li dema xwe Tirkiyê em rexne kirin û ji me re digo ku hewe mecalekî pir baş bi PKKê dayî ye, loma heger hûn sînorekî ji boy PKKê nedanin, emê hereketê bikin, li wê demê Tirkiye razî bibû PKKe li Herêma Kurdistanê bimîne û çalakiyên siyasî encam bide, lê razî nebû ku çalakiyên leşkerî li Tirkiyê encam bide”.
Serok Barzanî û Celal Talebanî, li tebaxa 1992an serdana Enqereyê kirin, di civînan de Tirkiyê rasterast jê re gotin ku heger hûn pêşiyê li PKKê negirin, emê bingeha Encerîlkê bi rûyê hêzên navnetewî yên ku Kurdistanê li gorî biryara Encûmeta Ewlehiya Navnetewî diparêzin qepat bikin, Tirkiyê ev yêk weke gef bikaranî, ji ber ku nemana Encerîlkê dihête wê wateyê ku biryara “dije firînê” a parastina Başûrê Kurdistanê bi hêsanî neyê cî bi cî kirin, bi gotinek din êdî Kurdên Başûr wê careke din bikevin ber rehma êrîş û qetilamên Rejîma Seddam.
Tevî vê Amerîkîyan jî li wê demê ji Barzanî re gotin ku pêwîste hesasiya Tirkiyê li ber çav bê girtin, ji ber ku Encerîlk nebe, nehêsane erkên parastina Başûr bên encam dayîn.
Barzanî di pirtûka xwe da wisa bas li hewlên razîkirina PKKê dike:
“Hewlên mezin li gel PKKê hatin dayîn, ji bo ku rewşa Başûrê Kurdistanê li ber çav bigirin, çalakiyên leşkerî encam nedin û ji sînoran dûr bikevin, lêbelê PKKe bi tu awayekî razî nebû û guh neda tu tiştekê”.
Kê li dehola şer xist?
Serkirdayetiya Kurdistanê, li wê demê dev ji hewlên razîkirina PKKê berneda, tevî ku PKKê li dehola şer dixist, li 27 îlona 1992ê polîtbîroyên PDKê û YNKê civiyan û di hizûra Mam Celal Talebanî de, ev biryar hatin girtin:
1.Parlmento û Hikûmeta Kurdistanê, di zû de hemî partiyên Kurdistanî vexwînin û xeteriya PKKê ya li ser Herêma Kurdistanê, analîze bikin ji bo ku çareseriyek aşitiyane bê dîtin.
2.Newşêrwan Mistefa ji bo serdana Xakurkê û civîna li gel rêvebiriya PKKê bê erikdar kirin ku ji wan re bibêje: Êdî reftarên we li ser Herêma Kurdistanê bûne xeterî.
Piştre bi vexwendina Parlmento û Hikûmetê, civîneke berfereh li baregeha Parlmentoyê hat saz kirin û ev alî tê de hazir bûn:
Ji başûr: PDKe, YNKe, Hîzba Şyoî, Yekgirtin, Zehmetkêş û Tevgera Demokrat ya Aşûrî.
Ji Rojihlat: HDKA, Komele û Yekîtiya Şoreşgerên Kurdistanê.
Ji Bakur: PDKe, Yekbûn, Kawe, Vejîn û Partiya Rizgarî.
Di civînê de tev aliyan piştgirî ji boy hewlên Parlimento û Hikûmeta Kurdistanê diyar kirin, nîgeraniya xwe jî derbarê reftarên PKKê li Herêma Kurdistanî anîn ziman, hemwext van aliyan xwest pêşî li şerê birakujiyê bê girtin, Serok Barzanî jî di pirtûka xwe de nivîsandiye: “Ev daxwaza mejî bû”.
Newşêrwan Mistefa kî weke dîl pêş Osman Ocalan ve da destê PKKê?
Li ber ronahiya civîna Parlimentoyê, biryar hat girtin ku şandek serdana PKKê bike, “HDKA û Komele” bo vê hatin erikdar kirin.
Barzanî dibêje: “Lêbelê mixabin PKKê tu hesab ji boy tu kesî nekir, piştre û ji boy civîna li gel rêvebiriya PKKê her yêk Mihemed Pênciwînî û Newşêrwan Mistefa, serdana Micêsra nêzî Sîdekanê kirin, biryarbû PKKe Osman Ocalan ê birayê ‘Abdulla Ocalan bişîne wî cîhî, bi mercê wê ku hinek ji endamên serkirdayetiya Kurdistanê weke dîl li cem PKKê bimînin heya dema vegera Osman”.
Newşêrwan Mistefa, ev daxwazîya PKKê qebûl kir û her yêk ji “Mam Rostem û Hamid Hacî Xalî û Şêx Tariq” şandin cem PKKê, piştre Osman Ocalan kete rê lê li nêzî Micêsrê sekinî û car din vegerî, civîn nehat li darxistin, sedemên vegerîna Osman nehatin zanîn, lê tişta ku hatiye zanîn ev bû ku van hewlên Newşêrwan Mistefa tu karîgerî li reftarên PKKê nekir.
Tevî hewlên aşitiyê yên serkirdayetiya Kurdistanê bo babeta PKKê, haziriyên leşkerî jî dihatin encam dayîn, ev hazirî ji boy wê yekê bûn heger PKKe guhdariya hewlên aşitiyê neke, bi hêzê sînorek bo were danîn, pilan bi vî awayî bûn:
1.Fermandarêtî û rêbertiya eniya Xakurkê: Hemîd Efendî, Mistefa Çawreş û Mamosta Bekir.
2.Fermandarêtî û rêbertiya eniya Badînan: Fazil Mîranî û Hesen Kwêstanî.
Serok Barzanî di pirtûka xwe de bûyerên paş hewlên aşitiyê bi vî awayî nivîsandine:
Bi mixabinî ve, keş û hewayek wisa derket ku bêhtir bêhna şer dikir, rewş mîna bermîleke barûtê bû ku bi kêmtirîn agirî bê teqandin, mixabin li naverasta meha çiriya yekem a sala 1992 ê şer qewimî, ewil Pêşmergehan tu hesabek bo PKKê nedikir û bi çavek kêm li wan dinerî, loma zirarên mezin xwarin, piştre pilanên şer hatin çêkirin û li dawiyê Kosret Resûl hat sipartin û serdana Xakurkê kir, paş derbasbûna du hefteyan PKKe şikest û ragihand ku ew amadene teslîm bibin.
Piştre peyman çêbû û ev biryarên pêwîst hatin girtin:
1.Pêwîste PKKe Xakurkê bi cîh bihêle û li navçeya Zelê ya sînorê Îranê bimînin.
2.Li Badînanê jî li tu navçeyekê nemînin û tenê li wan nuqteyan yên ku ji boy wan tên destnîşan kirin.
YNKê çawa ev yêk ji bo reşkirina PDKê îstîsmar kir?
Heya ragihandina PKKê bo helwesta teslîmbûnê, rewş di berjewendîya serkirdayetiya Kurdistanê de birêvediçû, lê belê biryarên ku li dijî PKKê hatine girtin, ji hêla PKKê ve hatin şikandin û YNKê jî peyman şikand û mehkûmî biryaran nebû, YNKê xwest vî şerî wisa nîşan bide ku PDKê şer pê xweşe û agirê şer her PDKe xweş dike.
Paş van bûyeran û li roja 29 kanûna yekem a sala 1993ê Osman Ocalan û sê kesên din bi navên “Weysî, Suad û Yasîn”, serdana Serko Barzanî kirin, di civînê de wan pûşmaniya xwe û rêxistina xwe ji destpêkirina şerê li dijî Hikûmeta Kurdistanê diyar kir, her wiha wan amadehî ji boy her cure hevahengiyeka ku li cem PDKê guncaw be diyar kirin, her yêk ji “Fazil Mîranî, Kerîm Şingal û Izeddîn Berwarî” di vê civênê de rûniştî bûn û bi vî awayî bersiva PKKê hat dayîn: “Bera bas li tu hevahengiyan were kirin, pêwîste hûn reftarên xwe bi guherînin, piştre emê hevahengiyê û çêkirina peymanan nîqaş bikin”.
Lê belê paş derbasbûna demeke kin, PKKe dîsa vegerî îstifzaz û şerfroşiya xwe ya li dijî gel û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê.
PKKe ji roja ku ketiye di başûrê Kurdistanê de, ewil bi Rejîma Seddam re û piştire bi alîkariya Îranê, tim astengî ji bo Kurdên vê perçeya welat çêkirine, ew bû sedema rêştina xwîna bi sedehan Pêşmergehan û sivîlan, zarok û keç revandine û bac ji şêniyan distendin, gundên Başûr kavil û wêran kirin, şerê ku li dawiya sala 1992ê daye destpêkirin, ne şerê yêkem û ne yê dawiyê bû ku bi Kurdên başûr difroşe, şerfroşiya vê rêxistina ku niha bûye beşekî “Mîhwerê Miqawemê” li dijî Kurd û Kurdistanê heya roja me ya îro dewam dike.