11 mîn salvegera koça dawî ya kadroyê PKKê yê Rojhilatê Kurdistanê Macid Kaviyan bi leqeb Simko Serhildan e. Simko Serhildan di 13 ê Îlonê de, ji ber êrişên topên dewleta Îranê li Çiyayê Qendîlê jiyana xwe ji dest da. Lê bûyera Simko Serhildan jî mîna bûyera Rêzan Cawîd (Yusuf Rebanî) ku di 4 ê Tebaxê de li Qamişlo jiyana xwe ji dest da bû, bûyerek tarî û aloz e.
Eger aliyên rastî yên bûyerê bên lêkolînkirin, dê diyar bibe ku PKKe û PJAK nikarin behsa Simko bikin, ji ber ku xiyanet li Simko kirine. Rêveberiya PKKê ji pişt ve Xencer li Simko û 21 gerîlayên di wî şerî de jiyana xwe ji dest dane, da.
Hemû lûtkeyên Çîyayê Qendîlê ku Simko bi metirsiya mirinê parastibûn ji aliyê PKKê ve radestî Îranê hatin kirin. Pevçûnên Îranê û PKKê ku ji 16 ê Tîrmehê destpê kiribûn, heta nîvê meha îlonê dom kiribû û li gorî daxuyaniya fermî di vî şerî de 21 endamên PKKê jiyana xwe ji dest da bû.
Gelo çi qewimîbû?
Îran di 16 ê Tîrmehê de dixwaze dirêjahiya Çiyayê Qendîlê ku sînorê xwezayî yê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ye û dikeve ser xeta Ranya, Qeladizê dagîr bike. Bi taybetî jî girê sitratejîkê bi navê Lûtkeya Casûsan di nava cihên ewil yên hedefgirtinê Îranê de bû.
Li wir 50 rojan ev pêvajo berdewam kir. Di dawiya vê yekê de, PKKê tevahiya zincîre û hemû lûtkeyên Qendîlê, tevî Girê Casûsan, ku navenda şer bû, radestî Îranê kirin.
Armanca me ne ewe ku em behsa vî şerî bikin. Lê ev şer ne şerekî micid bû. Îran ji bo ku pilanên xwe yên herêmî pêk bîne lûtkeyên Qendîlê ji xwe re kiribû armanç. Ev şer bi hevkirinekî li gel dostê Îranê yê qedîm Cemîl Bayik hatibû pilankirin. Ango her du alîyên şer haj hev hebûn. Di vî şerê hevkirî de tenê ciwanên Kurd dimirin.
Rojek beriya şer derkeve û Simko Serhildan jîyana xwe ji dest bide, Mistefa Qarasû li Kaniya Tûyê (Gûndê Rojhilat) bi zilamên îstixbarata Îranê re ça vexwariye û Tawle lîstiye. Qarasû peymana ku wan Qendîl radestî Îranê bikin, îmze dike.
PKKê di wî şerî de Celala Talabanî wek xayîn îlan kir
Serokkomarê wê demê yê Iraqê Mam Celal Talebanî ji PKKê nameyek rêkir û gotibû, “Hûn dizanin bi du guleyên ku we ji qaçaxçiyan standin hûn nikarin şerê Îranê bikin, nehêlin zarokên Kurdan vala-vala bên kuştin”. Talebanî got ku ji Lûtkeya Casûsan û tev zincîreya Qendîlê teslîmî Pêşmerge bikin da ku Îran nikaribe bikeve van cihên sitratejîk. Lê PKKê wê demê Talebanî û YNKe wek xayîn îlan kir. Li şûna ku bi Kurdan re peymanê çêbike, weke her carê, bi dagîrkeran re peyman çêkir û Girê Casûsan jî di nav de hemû lûtkeyên Qendîlê radestî Îranê kirin.
Ji ber ku PKKê ev lûtkeye ne dane Îranê, êdî Îran li ser bajarên wekî Qeladizê, Sengeser, Çarkurne û Ranya serwer bû.
Endamên PJAKê yên bêşerim hêj jî behsa serkeftinê dikin
Ev peymana di navbera PKKê û Îranê de, di bin navê şer de tê veşartin, di rastiyê de peymaneke xiyanetê ye. Gelek kadiroyên PJAKê yên wê demê ji ber vê peymanê ji PJAKê veqetîyan. Di rastî de 2 ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ku beşdarî şerê li Qendîlê bûbûn, gotin ku ev îxanete hûn li şehîdan dikin û ji bo protesto kirina vê peymanê xwe întihar kirin.
Lê niha ev îxanet ji aliyê PKKê û PJAKê ve tê xemilandin û weke serkeftin hatiye nîşandan. Yek ji Fermandarên YRKê yê baskê leşkerî yê PJAKê Şiyar Şevger dibêje, “Emê bîranîna Simko Serhildan xwedî derkevin”. Hûnê çawa li bîranîna wî xwedî derkevin? Li kêleka we fermandarê we Rêzan Cawîd ji ber ku PKKe rexne kiribû sirgûnê Rojava kirin. heke tu fermandarê YRKê yî, çawa çêdibe ku ev 11 salin te guleyek jî li dijî Îranê neteqandî ye. hûn di axiftinê xwe de jî nikarin ji dewleta Îranê re bibêjin kolonyalîst. Hûn pêlîstoka PKKê ne. Û hûn bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku tevlî PKKê bibin. Ma tiştek wisa çêdibe?
Ji Şiyar Şevger xerabtir Aryan Arê fermandara baskê Jinan a HPJê Hêzên Parastina Jinê axivî ye. Weke ku diyar dibe, Aryan nikare rastê xwe ji çepê jî hev cuda bike. Dema behsa şerê ku tê de hemû lûtkeyên Çîyayê Qendîlê hatin radestkirin, Aryan wiha dibêje “Îran ji ber berxwedana me matmayî ma. Ji ber vê sedemê dewleta Îranê hê jî poşmane ku êrîşî Qendîlê kir. Ji ber ku Îranê tevî hemû teknîk û teknolojiya xwe li Qendîlê şikestin xwar”.
Pêlîstokên PKKê yên ji Rojhilatê Kurdistanê
Li gorî Aryen, PKKê di şer de serkeftinek mezin bi dest xist. Lê eger hinekî serê xwe rake û li Çiyayê Qendîlê binêre, dê bibîne ku çawa ji hemû lûtkeyên Qendîlê ronahiya qereqolên Îranê wê bibîne.
Lê mixabin kesên wek Şiyar û Aryen Pêlîstokin. PKKê ew li gel xwe dihiştin ku dema hewce bike wan bikar bîne. Wan kesan sedemên derketina xwe ya çîya jî ji bîr kirin e. Nexwe ewê ji xwe bipirî yan, çawa çiyayên ku Simko ji bo parastina wan xwe fedakir, di şevekê de radestî Îranê kirin. Em dest ji wê jî berdin gelo ma hûn qed napirsin çima li dijî Îranê şer nakin? Dê bibêjin çima Rêzan Cawîd sirgûnî Rojava kirin. Lê hûn teslîmî Îranê bûne. PKKê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê li dijî azadiya Rojhilatê Kurdistanê bi kar tîne. Rêvebirên PKKê Cemîl Bayik, Mistafa Qarasu û hwd bi derfeta ku Îranê daye wan, li Silêmaniyê bi rehetî dijîn. Mistafa Qarasu par bihar û havînê li Tehranê nexweşxane yê dima. PKKe ev 11 salin yek gule jî neavêtiye Îranê. Agahîya wan ji welatparêzên ku li Silêmanî û Pencewînê ji aliyê Îranê ve hatine kuştin, nîne. Ev herdu belengaz derdikevin û qala serketinê dikin. Belkî şaşe ku mirov wan weke belengaz bi nav bike. Ya rast ewe ku mirov ji wan re bibêje hûn şirîkên xiyaneta PKKê ya li gelê Rojhilatê Kurdistanê ne.
PKKe wê li Rojhilatê Kurdistanê hîn çalaktir bibe
Ne şaş e ku mirov wisa bifikire ku PKKe dê hinek kadiroyên Rojhilatî yên wek Şevger û Aryen derxe pêş û xebatên xwe yên ji bo Rojhilatê Kurdistanê bihêztir bike. Gelê Rojhilatê Kurdistanê bûyera Rêzan bi dengekî bilind nerazîbûna xwe tîne ziman. Ji bo bêdengkirina gel pêwîste PKKe mirinê bi kar bîne. Ji bo vê jî dê defterên berê veke û li ser hev banga qehremanî û şehadetê bike.
Lê ya girîngtir yekbûna herdu partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye ku ji kevneşopiya PDKê tên. PKKe ji vê yekbûnê her du PDK an pir nerehete. PKKe bi vê yekbûnê ji Îranê jî bêtir nerehet bûye. Ji ber ku vê yekgirtinê bandoreke mezin li Rojhilatê Kurdistanê kir. Îran ji bo pêjîgirtina PDKê dixwaze PKKê erkdar bike. Ji bo ku ev partî PDK sernekeve, PKKe wê zêdetir dijî wan propaganda bike û bikeve nava xebat û xayartî yê.
Li vir kêşeya esasî dest pê dike. Pêwîste kirasê ku PKKê li Rojhilatê Kurdistanê li xwe kiriye bê qetandin. Rastî ya PKKê bi tazî were dîtin. Ger ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi rastî şoreşê dixwazin divê pêşî li manîpulasyonên PKKê bigire. Bi rastî jî divê pêwendîyên PKKê û Îranê ka çawa xiyanet li gel û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kir, binivîsin. Simko Serhildan jî mîna Rêzan Cawîd bû ye qurbanê vê xiyaneta PKKê.