Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bertek li gotinên Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis nîşan da û got: “Em bi xwe dem û cihê ku em ê biçin diyar dikin.”
Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis li Parîsê ligel Serokê Fransayê Emmanul Macron civiya û di axaftina xwe de amaje bi gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û got: “Em di ronahiya sibehê de li benda wan kesan in ku dibêjin em ê di şevekê de bên. Ronahiya sibehê dê nîşan bide kî mafdar e û hêza rastîn li kîjan alî ye.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser van gotinên Kiryakos Miçotakis bersiv da û got: “Em bi xwe dem û cihê ku em ê biçin diyar dikin.”
Mevlut Çavuşoglu got: “Ji bo kirîna firokeyên F16an kêşeyên me ligel Amerîkayê tune ne.”
Herwiha daxwaz kir ku aloziyên navbera Azerbaycan û Ermenistanê bi dawî bibin.
Hefteya borî yekeyên pasevanî yên peravên Yûnanistanê, teqe li keştiyeke Tirkiyê kiribû û ev bûbû sedema nîgeranbûna rayedarên Tirkiyê.