Tirkiye dixwaze, PKK e pêktîne

Tirkiye dixwaze, PKK e pêktîne

Şerê sexte yê dewleta tirk û PKK ê berdewam dike. Li ser vê yekê PKK e ji bo artêşa tirk rê vedike û leşkerên tirk dixe nava kûrahiya xaka Herêma Kurdistanê de.

Dewleta Tirka dagirker li şûn dewesên PKKê hat başûrê Kurdistanê, çekdarên PKK ê jî bi fermana rêveberên wê yên li Qendîlê dimînin her ku diçe pêtir paşve vedkişin û pêtir leşkerê Tirkiyê li pey xwe dikşînin nava kûrahiya axa Kurdistanê. Tevî ku li gorî çapemeniya PKK ê şerekî giran tê kirin, lê di rastiyê de, ti şer li qadê tune, şerê heyî şerê propagandayên di çapemeniyê de ye, ji xeynî vê ti şer tune, paşve vekişîn û bi kuştin dana ciwanên kurd ji aliyê PKK ê ve û pêşvehatin û dagîrkirina zêdetir ya axa Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve heye.

PKK e dibêje, “heta niha li girên FM, Hekkarî û Amêdiyê 10 helîkopterên Skorsky yên artêşa tirk ji aliyê gerîlayan ve hatine xistin. Bi dehan cenazeyên leşkerên tirk li herêmê li holê mane û artêşa tirk nikare cenazeyên leşkerên xwe bigire.” PKK e van propagandayan di demekî de dike ku heya niha li ti qadekî berxwedan nekiriye, berevajî li tev qadanpaşve vekişyaye û her der teslîmî artêşa dewleta Tirkiyê kiriye, PKK e bi kûrahiya 55 kîlometran ji bo nava Başûrê Kurdistanê paşve vekişyaye û dewleta tirk jî li pey xwe anîne. Lewra dixwaze bi rêya van propaganda yan xwe weke aliyê serkeftî nîşan bide, lê êdî PKK e nikare weke berê bi nûçe û agahiyên sexte gelê kurd bi giştî û alîgirên xwe bixapîne, her kes rastiyê dizane.

Çêkirina rêyan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û derewên PKK ê

PKK e di çapemeniya xwe de xwe ji ti bêexlaqiyekî bi dûr nagire, çêkirina rêyên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji boy hêsankirina hatin û çûna pasewanên sînorî yên Hikûmeta Îraqê û Pêşmergeyan li devera Amêdiyê çêdike, weke çêkirina rêya ji boy artêşa dewleta tirk pêşçav dike, bi video kirina hin makîneyên çêkirina rê wusa di çapemeniya xwe de derewan servîs dike ku ev rê ji bo leşkirê Tirkiyê tê çêkirin, bi vê yekê jî weke karê xwe yê hertim alîgirên xwe bi nûçeyên sexte dixapîne.

Her kes dizane armanca Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji çêkirina van rêyan ewe ku pasewanên sînorî û pêşmergeyên Kurdistanê bikarin bi wesayîtên xwe bigihin cîhên xwe û rê li ber zêdetir dagîrkirina Başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bigire, her kes baş dizane PKKe bûye pirek ji boy derbasbûna artêşa Tirkiyê bo nava başûrê Kurdistanê û dagîrkirina vê perçeya azada Kurdistanê.

Ev rê çi dem hatine çêkirin?

Rêya ji Berêsîlê a dikeve devera Amêdiyê heya digehe nav Berwariyan piştî hin salan ji serhildana gelê başûr, di çarçoveya plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo vejandina gundên dikevin wê Herêmê hatiye çêkirin, ev pêngav di çarçoveya pêngavên din yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de weke “çêkirina dibistan, bingehên tenduristiyê mizgeft û … Hwd” de bû.

Rêya sereke ji sala 1997-1998an ji boy bi hevre girêdana merkezê qeza Amêdiyê bi devera Berwarî Bala ve hatiye dirust kirin, ji boy ku gel li Berwarî bala bikare bi hêsanî hatin û çûna Amêdiyê bikin.

Ya rast ev rê ne bi tenê di sûda gelê deverê de bûye, çekdarên PKKê jî sûd ji çêkirina vê rêyê wergirtiye, ji boy eşkere kirina vê rastiyê jî, PKKe dikare ji berpirsên xwe yên wê deverê yên bi navê “Elî Keçê, Xelîl Ataşû Celal Şernexî” bipirse ka vê rêyê çi sûd bi PKKê gihandiye ji boy hatin û çûna çekdarên PKKê û hatin û çûna van berpirsên PKK ê bi otomobîlênToyota Land Cruiser.

Ji aliyeke din ve PKKê bi xwe li sala 2012an biryar li ser vekirina rêya ji serê Amêdiyê bo devera Nihêlê diçe daye, ji boy piştrast kirina vê yekê jî PKKe dikare dîsa ji fermandarê xwe yê wê deverê yê bi navê “Elî Keçê” bipirse ka ev agahî rastin yan na.

Rêya din ya ku PKKe hertim dixwaze wusa nîşan bide ku ji nû û ji bo leşkirê Tirkiyê hatiye çêkirin, rêya gundê Mîska, Şêlazaû Xirabeyêye, ev rê li sala 2006an hatiye çêkirin, armanc ji çêkirina vê rêyê bi hevre girêdana aliyê Rojhilat û Rojavayê devera Berwariya bûye, her wiha weke hêsankariyek ji boy hatin û çûna gel ji devera Berwariya ji bo Zaxo û Duhokê hatiye çêkirin.

Çekdarên PKKê yên li geliyê Bêşîlêû geliyê Hespa zêdetirîn sûd ji vê rêyê wergirtiye, ne derewe ger bibêjîn çekdarên PKKê pêtir ji gelê li herêmê jiyan dike sûd ji vê rêyê wergirîne.

Li sala 2005-2006an rêya li Xwakurk li cihê bi navê “TaboraEreba” heya digehe gundê “Berê Zahir” ku bi sêgoşeya Zagrosê tê naskirin jî, ji aliyê PKKê bi xwe ve hatibû vekirin, helebt ev jî ji bo rojek wek îro bû ku hêsankariyê ji boy hatina artêşa tirk bo nava axa Herêma Kurdistanê bikin.

Dîsa li sala 2009an de PKKê li gundê Sincêber bi gundê Pêde û ji Pêde ber bi gundê Hinişû Siyêli devera Rêkan rêyeke din çêkir, û niha ev rê bûne alîkar ji boy hatina artêşa tirk bo nava axa Kurdistana azadkirî.

Li sala 2008-2009an PKKê dîsa rêyeke din li devera Dukera Mazî vekir, ji gundê Kunîşkaheya digehe jêriya gundê Mirwanisû li wir jî rêyeke din ber bi gundê NêrwaSîtove bir.

Tevî ku ev rê pirr xerab û bi îmkaniyatên sade yên PKKê hatibûn çêkirin jî, lê di niha de ev rê roleke sereke û girîng ji boy tevgerên artêşa tirk li van herêman dilîzin, ji boy veşartina vê qebaheta xwe jî, PKKe hatiye û di bin navê êrîşa li ser PDK ê, êrîşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji boy nûjenkirin û çêkirina hin rêyên stratejî ku wê hatin û çûna gel hêsan bikin.

Dewleta Tirkiyê ji Bakûrê Kurdistanê ber bi Başûr ve rêyên nu çêdike, lê PKK ê xwe bêdeng kiriye

Tevî ku PKKe bi biryara qendîlî kampanyayek bêexlaqane ya derew û nûçeyên sexte li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK ê dimeşîne, lê li himber çêkirina rêyên ji aliyê Bakurê Kurdistanê ber bi başûr ve tên çêkirin mit û bêdenge, dewleta dagirkera Tirkiyê ji aliyê bakur ber bi başûr ve rêyên cut said çêdike, ev rê dikevin Herêmên ku berê di bin desthilatdariya çekdarên PKKê de bûn, lê niha ew der tev teslîmî dewleta Tirkiyê kirine û dewleta Tirkiyê bi kêfa dilê xwe rêyan lê çêdike, PKKe jî li dijî artêşa Tirkiyê, ji boy rawestandina çêkirina van rêyan ku ji Deştanê heya digehe Serê Tirwaniş û Simaîla Nesara bi xwe ve digre ne bi tenê bêdenge, belku yek gulle jî li dljî wan nateqîye.

Bi kurtasî rêyên nû yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li devera Amêdiyê çêdike ji boy hêsankirina hatin û çûna wesayîtên pasewanên sînorî yên hikûmeta federalaÎraqê û pêşmergeyên Kurdistanê ne, ji xwe pêşmerge û pasewanên sînorî ji boy ku bigihin çeperên xwe nikarin weke çekdarên PKKê yên li cihên asê dimînin bi dewaran hatin û çûnê bikin, ji boy rêgirîkirin ji pîlana hevbeş ya PKKê û Tirkiyê bo dagîrkirinaBaşûrê Kurdistanê çêkirina van rêyan ji her tiştî girîngtire.

Nûçeyên din yên derew di çapemeniya PKKê de

PKKe di çapemeniya xwe de dibêje, “ev meheke artêşa dewleta tirk bi makîneyên mezin hewl dide ku li avaşîn û Werxelêtunel û çeperên gerîla wêran bike.” yê ku mejîkê wî hebe dizane ev jî nûçeyeke derewe, ji boy wêrankirina “tunel û çeperên gerîla” dewleta Tirkiyê ti makîneyan bikar naîne, leşkerêTirkiyê pir bi hêsanî ji balefiran dadikevin xwarê, diçin ser çeperên çekdarên PKKê, diçin ser deriyê tunelên PKKê û wan tunelan diteqînin, ti pêwîstiya wan bi makîneyên mezin tune, bi tenê wan pêwîstî bi hin teqemeniyan heye.

Tunelên Hikumeta Herêma Kurdistanê û tunelên PKK ê

PKKe her wiha di derewk din de dibêje, “niha PDK ji çêkirina tunelekê li çiyayê Metîna ku bi dirêjahiya 4 kilometer û nîv ku rêya di navbera Kanî Masî û Duhokê de 45 deqan kêmtir bike pêşengiyê dike. Ji bo vê projeyê wê 200 milyar dînar were xerçikirin. Her wiha wê ji bo deriyê sînorê Serzêrîhêsankariyek mezin çêbike.” ev jî nîşan dide PKKe xwe ji ti derewan bi dûr nagire ji boy dijatîkirina projeyên stratejî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tunela ku PKKe qala wê dike li ser daxwaza gelê herêmê û di çarçoveya stratejîyaHikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vejandina wê deverê ji aliyê aborî ve biryar li ser hatiye dayîn

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi vê yekê hem rêya hatin û çûna gel hêsan bike, hem rêyê kurt bike û hem jî bi çêkirina vê rêyê bikare delîveyên karî li wê deverê ji boy ciwanên kurd peyda bike. PKKe dibêje “çêkirina vê tunelê mesrefek gelek mezin dixwaze û budceya Herêma Kurdistanê nikare vê yekê dabîn bike. Ji ber wê yekê tê payîn ku dewleta tirk mesrefa vê tunelê bigire ser xwe, ji ber ku sûdmendê herî mezinyê vê projeyê ew bi xweye.” ev jî nîşan dide ku PKK nizane budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çiqase, ji berku ev ne tunela yekeme ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê çêdike, belku pêş niha çendîn tunelên din ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine çêkirin, weke “tunelaZaxo, Tunela Amêdiyê, tunelaPîrmam, tunelaEzmer” û bi dehan tunelên din.

Her weha hevdem ligel biryara çêkirina tunelaMetîna biryar li ser çêkirina çendîn tunelên din jî hatiye dan, weke çêkirina “tunelaKoye, tunelaDerbendîxan, tunelaPênciwîn” lê bi ti awa çapemeniya PKKê bas li çêkirina van tunelan nake.

Ev tunel wê rê û jiyana ciwanên kurd xweş bikin, ev tunel ne mîna tunelên PKK ê ne ku dibin goristana bi sedan ciwanên kurd.

Bikurtasîevderewên di çapemeniya PKKê de tên parvekirin bi tenê yek tişt zelal dikin, ew jî eve ku her tiştê dewleta Tirkiyê bixwaze, PKKe pêktîne.

Pustên heman beş