Dadgehê di doza Tahîr Elçî de biryara guhdarîkirina Davutoglu betal kir

Dadgehê di doza Tahîr Elçî de biryara guhdarîkirina Davutoglu betal kir

 Dadgeha 10emîn a Sizayê Giran ya Diyarbekirê derbarê bûyera kuştina Tahîr Elçî de biryara guhdarîkirina Ahmet Davutoglu betal kir.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, li ser hesabê xwe yê tora civakî Twitterê ragihand ku Dadgeha 10emîn a Sizayê Giran ya Diyarbekirê, bêyî agahdarkirina parêzerên doza Tahîr Elçî, biryara guhdarîkirina Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu betal kir. Nahît Eren got; ev biryar li dijî usûlê ye û ne hiqûqî ye.

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî di 28ê Mijdara 2015an de di dema kongreyeke rojnamegerî de li ber Minareya Çarling hatibû kuştin. Dadgeha 10emîn a Sizayê Giran ya Diyarbekirê, li ser daxwaza parêzerên Elçî biryar dabû ku Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu jî di dadgehê de wekî şahidhal bê guhdarkirin.

Serokê Baroyê Nahît Eren got; li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê, Dadgeha 10emîn a Sizayê Giran ji beriya roja danişînê û bêyî agahdarkirina parêzeran biryara agahdarkirina Ahmet Davutoglu betal kir.  Li gorî ragihandina Nahît Eren, dadgehê ragihandiye ku dê ti sûdeke guhdarîkirina Ahmet Davutoglu ji bo doza Tahîr Elçî nebe û lewma ew biryar betal kiriye.

Li gorî rayedarên Baroya Diyarbekir û parêzerên Tahîr Elçî, ev biryara dadgehê nîşan dide ku armanceke din heye û nayê xwestin ku ev bûyer bê zelalkirin.

Ahmet Davutoglu di serdaneke xwe ya Diyarbekirê de gotibû; kuştina Tahîr Elçî kuştineke siyasî ye.

Serokê Baroya Diyarbekirê bang li Ahmed Davutoglu dike ku derbarê kuştina Tahîr Elçî de tiştên ku dizane ji raya giştî re bibêje.

Pustên heman beş