PKKê mirina bi hezaran zarokên Kurdan veşartî hiştîye

pkk-zarok-kurd-kurdistan-turkey-kec-xort-ciwan-kck-hpg-npg-info

Li du rojên rabûrî PKKê jiyan ji dest dana 9 keç û xortên Kurdan ragihand ku berya 80 rojan ketine ber êrîşên dewleta Tirk û rêxistinê ji nû ve mirina wan eşkere kir.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê li rojên 17 û 19 îlona îsal 2022ê bi du daxuyaniyan nasnameya 3 keç û 6 xortên Kurd eşkere kir ku li mehên tîrmeh û tebaxa îsalê li Başûrê û Bakurê Kurdistanê, ketine ber êrîşên dewleta Tirk.

Navên wan wisaye:

Îhsan Turus ji Colemêrgê.

Beybûn Kara ji Mexmûrê.

Pakîze Gunduz ji Amedê.

Yûnûs Sumer ji Amedê.

Tahrî Mûstafa Cûma ji Kobanê.

Ziyaddîn Onat ji Wanê.

Ramazan Yeşîl ji Wanê.

Kaya Mûsalû ji Xoyê.

Zîlan Dûman wanê.

PKKe, her roj wêneyên komên zarok, keç û xortên Kurdan di medyaya xwe de belav dike, yên ku di salên berê de di berxwedana xwe ya saxte û bê êncam de li Bakur û Başûrê Kurdistanê, feda kirine, bi hezaran keç û xort jî mane ku hêjan malbatên wan tu agahî derbarê wan negirtine, ji ber ku rêxistinê mirina wan îlan nekiriye.

PKKe zarokên Kurdan weke sotemeniya şer dibîne, wan direvîne bi darê zorê kêşî çiya dike piştre berê wan dide mirinê û tê bi rû qayîmî dibêje ew layqî Apo derketin!.

Pustên heman beş