Di bûyera şehadeta Musa Anter de tiştê nehatî gotin

Di ser qetilkirina Mûsa Anter, Apê Mûsa yê Kurdan re 30 sal derbas bûn. Bûyer hê jî zelal nebûye. Çi alîyan nexwest ku ew ev bûyer were ronî kirin. Di bûyera Apê Anter de qet pirsên rast nehatin kirin.

Dewlet; Heta salên 2000 î ev mijar ne anî rojevê. Dewleta Tirk a ku piştî sala 2000 î dest guhertî, ji ber nakokiyên navxweyî bûyera Musa Anter li gorî berjewendî yên xwe şixuland. Lê bi rastî qet nexwest ku kujer û tewanbar derkevin holê. Ji ber vê sedemê dema mirov van rêzan bixwîne belkî dawî bi doza Musa Anter jî hatibe.

PKK; Berovajî dewletê li bûyera Musa Anter xwedî derket. Navê Apê Musa danî ser xelatên medyayê. Bi taybetî piştî salên 2000 î kuştina Musa Anter weke rêgeza siyaseta navxweyî bi kar anî. Ji navdariya Musa Anter sûd wergirt. Lê yên ku dîroka borî dizanin; PKK ê Musa Anter dema ku ew sax bû wek ajan îlan kir. Yanî PKK li mirina Musa Anter xwedî derket, ne li jiyana wî. Bi ronîkirina cînayetê re qet eleqedar nebû.

Mixabin bûyera Musa Anter di navbera PKK û dewleta Tirk de winda bû. Lêbelê, pirsên rast ên ku bi rastî hewce ne ku werin pirsîn qet nehatine kirin.

Terorkirina Musa Anter, parçeyek ji polîtîkaya dewletê ya xerakirina xeta Kurdistanî bû

Musa Anter di sala 1918 an de li gundê Zivingê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik bû. Ji ber vê yekê dema ku hat kuştin herî kêm 74 salî bû. Kuştina zilamekî 74 salî tê çi wateyê? Helbet peyameke wê ya siyasî hebû.

Kuştina Musa Anter tê wateya kuştina xeteke siyasî û civakî ya di nava Kurdan de. Musa Anter ji aliyê sosyolojîk û siyasî ve jî Kurdistanî bû. Hêj ji zarokatîya xwe ji ber dijûn kiribûn dayika Mistefa Kemal hat girtin. Di serdema herî dijwar a Bakurê Kurdistanê de, di salên 1950 î de, bi hevalên xwe re hewl da ku ji bo Kurdan bibe henase. Di hemû jiyana xwe de bi giştî 11 sal di girtîgehê de ma.

Piştî salên 1990 î dewleta Tirk biryara qutkirina riha Kurdistanî di nava siyaseta Kurd de da. Rêze cînayetên ku bi Vedat Aydin dest pê kirin, polîtîkayeke bi zanebûn di hate meşandin. terorkirina Musa Anter di vê çarçoveyê de bû.

Dewleta Tirk ji ber ku Mûsa Anter Kurdayetî anî bîra Kurdan û nûnerê Modernîzma Kurd bû, dijminatiya wî kir. Dijminê wî yê herî mezin Yalçin Kuçuk bû. Yalçin Kuçuk ku ji sala 1989 an û vir ve çapemeniya PKK ê kontrol dike, di sala 1991 an de derbarê Musa Anter de wiha got:”ew kesekî zêde nijadperwer e, gava mirov wî dibîne Kurdayetî tê bîra mirov, kurdînîyê dike çavê mirov re.  Mirov dikare wî bikar bîne, lê zêde ne derxîne pêşberî gel”.

PKK ê xwest Musa Anter bêrûmet bike

Tişta ku Yalçin Kuçuk li ser Musa Anter gotibû, tam bikar anî. Ji navê Musa Anter sûd wergirt. Wateya Musa Anter vekişîna Kurdên li derveyî PKK ê bû. Ji bo vê jî PKK ê navê Musa Anter bi kar anî. Lê qet cihekî stratejîk jî ew erkdar nekir. Lê hewil dida ku navûdengê wî bişkîne. Beriya her tiştî di sala 1989 an de li ser navê eyaleta Mêrdînê PKK gelek pere ji wî dixwaze. Dema ku ev yek nekir, der barê wî de daxuyaniyek belav kir û Apê Musa wekî ajan hat ragihandin. Ev belgeyên PKK ê jî mewcudin. Li Stenbolê jî li ser vexwarina wî û henekên wî PKK ê binve-binve ew teşhir dikir.  Di salên xwe yên dawî de, Anter di tengasiyek giran a aborî de dijîya.

Ocalan sala 1991 de nusxeyek ji pirtûka “Bîranînên Min” a Anter anî û ji wan keçikên li gel wî diman re got, vê pirtûkê bixwînin û beşên li derbarê min de ji min re bêjin. Hate fêmkirin ku di pirtûkê de çi beşek li ser Ocalan tune ye. Ocalan pirtûk ji cihê xwe avêt pirtûkxaneyê û got, “wî behsaê hemû xirabkaran kirîye, lê tiştek li ser rastiya Rêbertiya min negotiye.” Helbet mesele ne tenê ev e.

Musa Anter çima çû Amedê?

Kujerên Musa Anter hem ji aliyê PKK û hem jî ji aliyê dewleta Tirk ve tên naskirin. Lê belê ji ber ku her du alî di nav mijarên “qedexeya axaftinê” de ne, her du alî jî mijarê dişopînin. Bûyer bi awayên cuda tên vegotin. Hemû navên di çalakiyê de cîgirtîne ew navin ku PKK û dewlet li ser aşina ne. Sînobera bûyerê jî ziviroka Jîtem ê ye.

Musa Anter bi gelemperî li Stenbolê dijî. Her çendî wê demê sedema çûyîna Amedê weke Mîhrîcana Çand û Hunerê ji çapemeniyê re hat nîşandan jî, li ser daxwaza Evdila Ocelan Apê Musa çû Amedê. Ocalan ji Musa Anter re got “rêvebirekî payebilind ê ku ji PKK ê derketiye dixwaze vegere nav PKK ê û tû jî (Anter) navbeynkariyê bike”. Ocalan di wê demê de bi rêya telefona li Şamê, rojane bi Stenbolê re diaxivî. Ocelan li Şamê di avahîyek de li tebeqê dehê dima. Tişta balkêş ew bû ku di heman avahiyê de bi Ocalan re, wazîfedarekî qûnsilxana tirk ango ataşeye eskerî jî di heman avahîyê de dima. Hat zanîn ku wê demê peyama Ocalan ji berpirsê medyaya PKK ê ve arasteyî Apê Musa hatîye kirin. Apê Musa kêfxweş e ku karekî wisa girîng jê re hatiye dayîn.

Gelo ew PKK’eyî Musa Anter çûye cem ku wî û Pkk ê li hev bine, kî bû?

Hogir (Cemil Işık) navekî ku di dîroka PKK ê de pir tê gotin. Hogir di sala 1985 ê ji Ewropa tevlî PKK ê di be û derbasî Sûrîyê dibe. Ocelan Hogir li kongreya 3 yemîn a PKK ê de pir derxist pêş. Piştre di navbera Hogir û PKK ê de nakokî derdikevin. Di sala 1990 î de ji rêxistinê derket û teslîmî Tirkiyê dibe. Di belgeyên ji hêla JÎTEM ê ve tê bikaranîn de tê gotin. Apê Musa ji bo ku Hogir vegerîne nav PKK ê çû bû Amedê. Hogir di destpêka sala 1994 an de diçe welatê Almanyayê.

Hogir bi taybetî di bin zexta derdora malbata xwe de  dixwaze rexnedayînê bide Pkk ê.”  Yanî Hogir piştî Jîtem ê dîsa vedigere nav PKK ê. Berpirsiyarê Ewropa yê wê demê Muitafa Qarasu bû, ku ji grûpa Enqereyê ya PKK ê ye. Di şert û mercên asayî de ger Pkk ê garantiyê bide Hogir ku wî na kûje wê hemû rastîyên van bûyeran zelal bibûya lê PKK ê nexwest ew qûtîya reş vebibe.

Navekî girîng ê grûpa PKK ê ya Enqerê Hogir bêdeng kir

Hogir di sala 1994 an de li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê hate kuştin. Kuştin wî ji aliyê Mistafa Qarasu ve tê organîzekirin. Qerasû xwarzîya xwe ji bo kuştinê Hogir erkdar dike. Cenazeyê Hogir hê jî nehatiye dîtin. PKK wê demê bûyera Hogir negirt ser xwe. Evdila Ocelan di sala 1999 an de dîyar kir ku wan Hogir kuştî ye.

Yek ji pirsên sereke jî ev e: “Pkk ya ku wê demê li Almanyayê bi mehan karîbû mirovan zîndanî bike, lêpirsîn bike, çima naxwest Hogir dadgeh bike ? çima xwestin Hogir tune bike?

Çima dewleta Tirk Hogir ê ku tê gotin ew qas xizmet jê re kiriye, şand Almanyaya ku cîhê PKK ewqas bi hêz e? Ji bo ku Pkk wî bikuje ew şandin.

Welê Xuya ye ku şahidê rast ê bûyerê Hogir bi lihevkirina bêdeng a PKK û dewleta Tirk hatiye tasfiyekirin.

Agahiyên di derbarê kuştina Musa Anter de heyî, tenê îfadeyên Avdilqadir Aygan in. Ew jî navekî ku ji PKK ê çûye dewletê û ji dewletê dîsa çûye nava PKK ê. Gotina ku Yeşîl Musa Anter kaşkirîye Amedê, bi tevahî şaş e. Dewlet û PKK ê Mûsa Anter anîn Amedê.

Yalçin Kuçuk û PKK ê bi yekdengî Orhan Mîroglû kirin armanç

Dema Mûsa Anter hat şehîdkirin mirovê wî Orhan Mîroglû jî li gel wî bû. Wê demê Orhan Mîroglû alîkarê Serokê Giştî yê DEHAP ê yê û sîyasî jî nêzî PKK ê bû. Mîroglû heta sala 2014 an di nava tevgera siyasî ya li derdora PKK ê de pêşengî kir. Piştre ji bû parlamenterê AKP ê.

Heta wê demê kesî nedigot ku Mîroglû ajan e, tilîya wî di kuştina Musa Anter de heye. Jixwe Mîroglû jî bi giranî birîndar bibû.

Lê pêşî di sala 2016 an de Yalçin Kuçuk meqeleyek nivîst û got “Mîroglu ajan e” û li piştî vê nivîsa Yalçin Kuçik çapemeniya PKK ê jî got ew ajan e. Armanca vê nivîsê ne beraetkirina Mîroglû ye. Her kes bersiva xwe dide. Lê balkêş e ku Yalçin Kuçuk û PKK ê ji her du aliyan ve li hember Musa Anter li hev kirin û bertek nîşan dan. Tiştê ku her du alî dikin, şêwazê veşartina kujerê Apê Musa ye.

Kesê ku herî zêde der barê bûyerê de daxuyanî da Evdilqadîr Aygan e. Aygan kesekî teslîmî dewleta tirk bûye û ji dijmin re jî pir xizmet kirî ye. Piştre dîsa çû gel PKK ê û vê carê li dijî dewletê daxuyanî yan dide. Lewma her tim îhtîmala ku axaftina wan hatiye manîpulekirin heye. Şîroveyên wî têra eşkerekirina kujerê Apê Musa nake.

Hamît Yildirimê ku guleyê li Mûsa Anter reşandî hêjî sax e. Ji ber bûyer a Musa Anter 5 salan di girtîgehê de ma. Piştî ku sûç nehat îspatkirin serbest hat berdan. Guman jê re nîne ku ew kûjerê Apê Mûsa ye. Lê belê ev kes bi salan li Şirnexê dijit û PKK ê dikarî bû wî li Şirnex ceza jî bike lê PKK ê nexwast vî kûjerî bibine. Yanî kujer cîranê PKK ê ye.

Dema ku hemû agahî li hev kom dibin ev xuya dibe: Yekane kesê ku dikare kuştina Musa Anter ronî bike Hogir(Cemîl Işik) bû û ew jî, ji aliyê PKK û dewleta Tirk ve hatiye bêdengkirin. Lê şehadeta Musa Anter bûyereke ku li dora PKK ê û dewleta Tirk de qewimî ye. ew kesên ku bûyera Apê Mûsa de cî girtî bi rengekê ji alîyê PKK ê û dewleta Tirk ve hatine binberze kirin.

Pustên heman beş