Li Hewlêrê ji bo piştevaniya Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan birêve çû

Li Hewlêrê ji bo piştevaniya Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan birêve çû

Çalakvanên mafên mirovan li bajarê Hewlêrê li ber Baregeha Neteweyên Yekbûyî kom bûn û piştevaniya xwe ji bo mafê rewa yê gelê Rojhilatê Kurdistanê nîşan dan.

Îro şemiyê 24ê Îlonê, bi sedan çalakvanên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li ber Baregeha Neteweyên Yekbûyî xwepêşandan kir.

Xwepêşandan ji bo pişgiriya mafê Kurdan bû, bi taybetî jinên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê û yadaşteke nerazîbûnê jî radestî Neteweyên Yekbûyî hat kirin.

Kuştina Jîna Emînî ji aliyê polîsên Tehranê ve, karvedanên navxwe û navdewletî li pey xwe anîn.

Di asta navxwe de xelkê zêdetirî 100 bajar û bajarokên Îranê derketin kolanan û heta êvara înê (23ê Îlonê) berdewam bûn. Di xwepêşandanan de alozî derketin û televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku heta niha 35 kesan canê xwe ji dest dane.

Pustên heman beş