Sedema êrîşa Mêrsînê û encamên muhtemel

mersin-pkk-akp (2)

HPGê êrîşa şeva 26 ê îlonê ya li Mêrsînê Mezgitliyê li dijî avahiya polîsan pêk hatî, girt ser xwe. Zemanê pêkhatina bûyerê gelek balkêş bû. Ji ber ku di demeke ku AKP asê mabû û raya giştî winda kiribû de hat kirin vêca her kesî şîrove kir ku “ji bo AKPê bûye destê rizgarker” Bi rastî jî bikarhênerên medyaya civakî yên derdorên nêzî PKKê di destpêkê de gotin, “Ev kiryar ne ya PKKê ye, dewletê ev kiryar kiriye”.

Lê piştî 4 rojan HPGê ev bûyer girt ser xwe. Dema ku HPGê bûyer girt ser xwe, seyra bûyerê jî guherî. Bûyer bûye bûyereke girîng. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê bi taybetî di serdema AKP-PKKê de çend çalakiyên bi vî rengî hene. Hemû van kiryaran kaos li pişt xwe anîn. Heke em bînin bîra xwe.

Kuştina 13 eşkeran li Farqînê:

Bûyera Farqînê di 14 ê Tîrmeha 2011 an de, mehek piştî hilbijartinên 12ê hezîranê yên Tirkiyeyê pêk hat. Wê demê di navbera PKKê û Dewletê de muzakere-hevdîtin hebûn. Pêvajoya Osloyê berdewam di kir. Têkiliya dewleta Tirk hem bi Îmraliyê hem jî bi Qendîlê re hebû. Ev têkilî veşartî bûn, kesî nizanibû. PKKe di serî de çalakiya Farqînê ku tê de 13 leşkerên Tirk hatin kuştin, girt ser xwe. Lê paş li xwe zivirî û got, “Hêzên me xwe parastin”. Tişta balkêş ew bu ku dadgehên leşkerî ya Tirk, fermandarê ku 13 kuştî dabûn ceza nekirin. Ev bûyer tarî ma.

Piştre li pey hev pêvajoyên aloz û tarî pêk hatin. PKKê li Bakurê Kurdistanê derbeyên mezin xwarin. Tenê li gelîyê Tîyarê 37 windahî hatin dayîn. Piştre bûyera Roboskî qewimî. Bakurê Kurdistanê ket nava kaoseke mezin de. Bi dehan kes hatin girtin. Ji encama van çalakiyên tarî, hem PKKê hem jî dewlet sûd wergirt.

Kuştina polîsan a li Ceylanpinarê:

Di 22 ê Tîrmeha 2015 an de li navçeya Ceylanpinara Rihayê 2 polîs dest û lingên wan girêdayî û fîşek di serê wan xistî li malên xwe hatin kuştin. HPGê wê demê jî Bûyer girti ser xwe. HPGê da zanîn ku “Tîmek fedaîyên Apocî 2 polîs cezakirin û dest danîye ser nasname û çekên wan” Dûre PKKê got, ev bûyer me nekirî ye. Dema ku hûrgulîyên bûyerê derketin holê, dîyar bû ku bûyerek tevlihev e.

Dema ev bûyer diqewime pêvajoyeke çareseriyê hebû. Di navbera dewleta Tirk, Îmralî û PKKê de her roj hatin û çûyîn  çêdibûn. Hat gotin ku piştî kuştina van 2 polîsa pêvajo qediya. PKKê dest bi kolandina xendekan kir. Bi rastî jî bûyera Ceylanpinarê çalakiyek bû ku sernişîv çûyîna Bakurê Kurdistanê bileztir kir.

Çalakiya Mêrsînê jî dişibe van her du çalakiyan

Çalakiya Mêrsînê dişibe van her du çalakiyan. Mîna her du çalakiyên din, di derbarê şêwazê çalakiyê de jî guman hene. Dewletê denge xwe ji wan herdu keçên feqîr re nekir û mecal da wan ku xwe bigehînin Mêrsîn ê. PKKê dastnîşan kir ku hê jî ew dikare çalakîyên bajara bike. Dewletê û AKP jî dîyar kir û got hê jî xeteriya terorê li hûndirê welat heye.

Pêdvî ya her du alî jî ya nû kirina îmajê hebû. Çalakiya Mêrsînê ne têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Encama bazarî,muzakere, tifaqî û têkilîyên AKPê û PKKê yên ji sala 2004 an û vir ve dewam dikin e.

Çalakiya Mêrsînê wê kaosa heyî derxîne asteke nû

Yên ku di siyasetê de hinekî jîr bin, dizanin ku dewleta Tirk ji ber mirina yek-du polîsan pirsgirêka Kurd çareser nake. Mirovên aqil jî ditirsin ku piştî bûyera Mêrsînê pêleke mezin a xerabî, kaos û tevlîhevî wê dest pê bike. Sedema ku Selaheddîn Demirtaş vê bûyerê rexne dike ji ber vê yekê ye. Demirtaş hemû têkiliyên PKKê û Dewletê dizane. Qet deng dernexistîye û dem bi dem bûye parçeyek ji van têkilîyan. Ji niha pê va jî wê bibe…

Em vê helwesta Demirtaş ji bo nivîsek din bihêlin û bibêjin helwesta wî ya himberî vê bûyerê rast e. Ji ber vê helwesta Demirtaş qelemşûrên PKKê ew kirin hedef. Bi rastî jî her kesê li dijî vê kiryara PKKê derkeve wê wan bi xayin û tirsonek sûcdar bike û bike armanç. Mîna ku ser dema xendekan wê helwest nişan bidin.

Çima ev çalakî hat kirin?

PKKê ji sala 2017 an vir ve cara ewil li bajar çalakîyek kir û girt ser xwe. Di serdemên ku AKPe û dewleta Tirk di dema herî dijwar de jî, di 17ê Tîrmeha 2017an de jî PKKê li bajêr gav neavêt. Di dema asayî de kiryarên bi vî rengî TAKê an jî rêxistinên nihênî ên PKKê di girtin ser xwe. Ev çalaki rasterast a HPGê girt ser xwe ev jî hilbijartinek bi zanebûn e, HPGê xwest payamê bide cihekî.

Çend encamên vê çalakiyê hene:

Beriya her tiştî em bibêjin ku çawa di her du çalakiyên din de têkiliyên AKPê û PKKê hebûn, niha jî hene û ev her du jinên feqîr ji bo ku destê PKKê li ser mêza danûstandin, xurt bikin, bi qestî şandine mirinê.

AKPe ya ku niha bi dewleta Tirk bi xwe tê naskirin, bi zanebûn destûr daye çalakiyê. Dê hê jî pêşîya çalakîyên PKKê vebike wekî ku ser dema xendekan.

Cihê ku ev çalakî bigihêje wê Rojava be. Her wiha hilbijartineke bi zanebûn e ku PKKe jî jineke Rojavayî weke çalekvan hilbijêre û ev çalakî ji aliyê kesên ku rasterast ji Rojava tên ve tê kirin. PKKê Rojava kir armanç dewleta Tirk. Ev pêngaveke ku wê destê AKPê xurt bike. Berevajî vê, ev tevgerek e ku dê destê DYE qels bike. Bazirganiya li pişt vê çalakiyê jî weke Efrîn û cihên din wê Rojava baca wê bide.

HPGê windahiyeke mezin a îamjî dibîne. Li bakûr tenê ji bo tûvî çend Gerîla ma ne. Di operasyonên li Başûr de jî windahîyên mezin jîya ne. Xuya ye ku divê fermandarê HPGê Mirad Qarayilan li hundir û derve dixwaze îmaja xwe nû bike. Her wiha PKKê ji bo ku gel û kadroyên xwe teşwîq bike du qurbanên “xwedawend” (!) afirandine.

Li ser xeta Çukurova-Derya Spî tirsandina Kurdan tê plankirin. dewlet demdirêj hewl dide bi awayekî nazik nifûsa Kurdan li derdora Edene û Mêrsînê kêm bike, nifûsa Kurdan li wir ku ew qas zêde ye ku dibe hêzeke siyasî, belav bike. Her wiha girseya Kurd a li wir HDP jî be, lê Kurdistanî ye. Li Mêrsînê du parlemanên Kurdan hene, şaredar û endamên meclîsê hene. Dewlet ji bo ku Kurdan li vir belav bike, pêdivî bi hin tevgeran û çalakîyan heye.

Daxuyaniyên HPGê yên çalakî, serketinên leşkerî û hwd bê wate ne. Tevgereke leşkerî ya 40 salî bi avêtina du fîşekan ti eleqeya xwe bi serkeftina leşkerî re nîne.

Di encamê de çalakiya Mêrsînê hem bi kêrî AKPê hat û hem jî bi kêrî PKKê. herdu alî jî kêfxweş bûn. her du alîyan jî pêdvî bi yek-du çalakîyên wiha hene, ji bo hinek aloziyên navxwe derbas bikin.

Tiştê ku qewimî, wan du jinên belengaz jîyana xwe ji dest dan û pişt derîyên girtî PKKê û dewleta Tirk li gel hev flort dikin.

Pustên heman beş