Du rojan berê medyayê de nûçeyek derketibû ku li Silêmaniyê jineke PKK’eyî hatiye kuştin. Bi rastî, ev ne cara yekem e. Ev kesê çarê ye ji par ve li Silêmanîyê jîyana xwe ji dest dide. Her wiha êrîşên rojane yên hewayî li derdora Silêmaniyê bênavber rû didin. Hema bêje wek eyaleta Casablanca her roj li cihekî Silêmaniyê teqîn çêdibe. Heke em zirav lê binêrin Silêmanî bi kaoseke giran re rû bi rû maye.
Em dikarin vê kaosê bi kurtasî wiha binirxînin: PKK tirba YNK ê dikole. Lê mixabin rêveberiya YNK ê naxwaze wê rastiyê bibîne.
Di nava YNK ê de baskê PKK ê heye
Ji salên 1990 î ve PKK bi awayekî cidî dixwaze baskekî YNK ê jê qûtbike. Berê serokê PKK Ocalan di vê mijarê de Cemîl Bayik wezîfedar kiribû. Cemîl Bayik despêkê dixwest ji Dr.Fuat dest pê bike, her tim dixwest di nava YNK ê de baskekê qut bike.
Cemîl Bayik di salên 1990 î ve nikarîbû vî karî ser bixe, lê piştî sala 2010 ê PKK ê li şûna ku baskekî ji nav YNK ê qut bike, di nav YNK ê de ji xwe re bask çêkir. Ev mijareke pir dirêj e, lê em tenê dikarin bibêjin ku YNK di hilbijartinên parêzgariyê yên Gulana 2014 an de darbe xwar. Di hilbijartinên Parlamentoyê de jî rêjeya dengên xwe gelekî kêm kir. Rehmetî Mam Celal nexweş bû, hilbijartin têk çû, rêveberiya YNK ê ne aram bû. Di YNK ê de têkçûna derûnî û siyasî pêşîya PKK ê vekir.
PKK di bin navê “Em alîkariya YNK ê dikin” derket holê û bi giranî kefte nava girseya wê. Piştî sala 2012an PKK bi temamî bû parçeyek ajandeya Îranê li Rojhilata Navîn.
Cemîl Bayik bi têkilîyên taybet din ava YNK ê de grûpek ji xwe re çêkir. Navên wek Arêz Abdullah, Westa Resûl û hwd, di asta fermandariya pêşmergeyên YNK ê de ne û guhê wan li Cemîl Bayik e, ne ku guh didin serokatiya YNK ê.
Bi taybetî di serdema Lahor Cengî de ku hevserokê YNK ê bû, PKK ê li ser hemû saziyên YNK ê weke medya, sendîkaya ronakbîrî, hêzên pêşmerge, nîzama giştî, derdorên aborî bandora xwe çêkir.
Endamên YNK ê ji ber dijberiya PDK ê çavên xwe ji PKK ê re girtin.
Ev rewş piştî Lahor Cengî jî didome. Bi rastî, piraniya kadroyên YNK ê tenê “piştgiriya PKK ê dikin ji ber ku ew li dijî PDK ê ye”.
Mixabin nikarin bibînin ku “PKK ji Silêmaniyê êrîşî PDK ê dike, ev rast e. Hinek kadir û endamên YNK ê kêfxweş dibin ku “PKK zora PDK ê dike”. Lê ev şahiyek vala ye. Ya rastî yê wenda bike YNK ye. YNK dûpişkî di berîka xwe de digêrîne lê ew dûpişk wê bi YNK ê vede.
Ji ber ku YNK mala xwe dide PKK ê. Dema ku YNK hewl dide ji PDK ê tawîzan bistîne, hêza xwe zêdetir bi PKK ê re parve dike. PKK xwe weke alternatîfê YNK ê birêxistin dike. Silêmanî ji ber desthilateke du alî, di warê aborî, ewlekarî û aramiyê de tûşî ziyaneke mezin dibe. Niha Silêmanî weke baregehek PKK ê tê temaşekirin. PKK ya ku di qada navneteweyî da wek rêxistineke terorê tê qebûlkirin, loma jî wê Silêmanî bi hebûna PKK ê desthilata xwe winda bike.
Li her taxeke Silêmaniyê malek, li her çiyayekî wê jî tîmek PKK ê heye
PKK li her taxeke Silêmaniyê malên vekirî û veşartî hene. Kadroyên PKK ê di dehan mal û yekîneyên di bin navên medya, dîplomasî, aborî, îstîxbarat, Rojava, Rojhelat, Bakur, jin, mêr, ciwan, siyaset, werziş, akademî û hwd de hene. Li gorî xelkê Silêmaniyê bêyî rûbirûbûna xebatkarên PKK ê ne mumkîne serdana navendên bazirganî, xwaringeh û parkên bajêr bikin.
Ev kes gefan ji welatiyên Başûr ên ji PKK ê derketine jî dixwen, kesên hatîn winda kirin û kesên ji aliyê PKK ê ve hatine girtin hene. Yek ji wan kesên ku ji aliyê PKK ê ve hatiye girtin Zekî Çelebî ye ku di 19 ê Gulana 2022 an de li Silêmaniyê hatibû kuştin.
Divê rêveberiya YNK ê helwesta Mam Celal ji bîr neke
Ji bo Silêmaniyê rewşeke metirsîdare ku PKK li wir xwe tanzim kirîye. Ji bo YNK ê rewşeke gelekî xeter e. Kes nabêje bila YNK êrîşî PKK ê bike. Lê belê yê ku herî baş dizanibû helwesta PKK ê ya li hemberî derdor û komên ku pê re têkildar e çiqasî xiraker e, Mam Celal bû.
Ne cara yekê ye ku Silêmanî dibe yek ji navendên PKK ê. Vê yekê di sala 1993an de hêdî hêdî dest pê kir heta sala 1999 an, navên wek Cemîl Bayik jî di nav de, li Silêmaniyê bi cîh bi bûn. Li nexweşxanê, çand û hunerê û weke niha bi dehan xebat hene. Di wê demê de PKK diçû mala yekî dijmin û yê din diparast ji bo ku hinek nakokiyên nav YNK ê derxîne. Zarok di temenekî biçûk de hatin revandin û mirov hatin cezakirin.
Lê paşê her tişt guherî. Evdila Ocelan hat girtin û PKK ê bi talîmata Tirkiyê dest bi êrişa ser YNK ê kir, pêşmerge şehîd kirin û êdî guh neda YNK ê. Li wan xist.
Di sala 1999 an de Mam Celal dest bi pêngava derxistina PKK ê ji Silêmaniyê kir. Hişyarî da PKK ê, PKK ê jî li dijî wê êrişî pêşmergeyên YNK ê kir. Mam Celal piştî sala 1999 an ti carî destûr neda ku PKK li Silêmaniyê saziyek tenê veke, û yek şexsî PKK’eyî li wir bi cîh bibe.
Mam Celal PKK neanî Silêmaniyê, her çendî PKK bi berdewamî propagandayeke wisa dikir ku têkiliyên me bi Mam Celal re baş bûn lê rastî de Mam Celal hefsarê PKK ê xistibû destê xwe de.
Di sala 2000 ê de PKK ê şevekê ji nişka ve li gundê Elî Reşê êrişî pêşmergeyên YNK ê kirin. Di vê êrişê de dehan pêşmerge şehîd ketin. Di radyoyan de li ser Mam Celal gotinên hovane yên wek “Fahîşeya siyasî” bikar anîn. Heta wê demê Şêrko Bêkes jî di radyoyên YNK ê de derketibû û bi eşkere gotibû, “Eger cehşek li ortê hebe, PKK ye. Digot PKK cehşê Tirkiyê ye. ”
Mam Celal: “Tu PKK ê bibî mala xwe, xwarinê bidîyê, wî xwedî bikî jî paşê ew ê were ser nivînên te û bêje “Ev nivîna min e, ji vir derkeve”
Mam Celal PKK baş nas dikir. Di sala 2008 an de Mirad Qarayilan bi awayekî nerasterast xeber ji Mam Celal re şand û ji wan xwest ku destûrê bidin hin saziyên wekî PÇDK ê. Mam Celal ji berpirsê YNK ê yê Ranyayê re dibêje: “Gotinek ji bo Ereban heye, dibêjin silavê nedin Ereban, ewê bi pêlav ve werin ser cil û bergên we” Rewşa PKK ê ev e. Tu çiqasî alîkariyê bixwazî jî ew ê qet qîmetê nedin tiştên ku tu ji bo wan dikî û ew ê werin ser nivînên te û bibêjin: “Ev nivîna me ye.” Her ku em rê didin wan, ji pişt ve li me dixin û me dikujin” heya ku Mam Celal sax û bi bandor bû, rê neda PKK li Silêmaniyê bi bandor bibe.
Divê rêveberiya YNK ê rastiyê bibîne
Helwesta Mam Celal helwesteke rast bû. Silêmanî ji ber wê helwestê jî aram bû.
Helwesta rêveberiya YNK ê ku niha Silêmaniyê dike qada şerê PKK ê, rewşa Silêmaniyê dixe nava metirsî yek mezin.
Çiyayên Silêmaniyê veguheriye qada şer. PKK dibêje Îranê li herêmê ez heme, ez ji YNK ê bihêztir im, min esas bigirin. Dibêje Iraqê jî di nava YNK ê de bandora min heye, min esas bigire. Dixwaze bi derfetên YNK ê bibe hêzek li dijî YNK ê. Ji aboriya YNK ê para xwe dixwaze. Ji xwe li gelek ciyên wekî Pênciwîn a li ser sînor gumrikê digire. Ji gel û karsazan bace distîne. ji ber hebûna wê Silêmanî ji aliyê aborî ve roj bi roj lewaz dibe. YNK çiqilê bin linge xwe dibire.
Divê rêveberiya YNK ê were ser hişê xwe ve û Silêmaniyê ji vê kaosa zêde rizgar bike. Divê rêveberiya YNK ê baş bizane ku ne diyar e ka “PKK ya ku îro ji Silêmaniyê dijmintîya PDK ê dike” dê sibe weke sala 2000 li YNK ê bizivir e û bibêje hûn nikarin Silêmanîyê îdare bikin û ji vir derkevin.
Divê YNK di bin baskê Îran û PKK ê derkeve û li Silêmaniyê xwedî derkeve.