Yekemîn rêxistina Kurd a neteweperest û modern; XOYBÛN
Îro 95 saliya damezrandina Rêxistina Xoybûnê ye, Xoybûn yek ji qonaxên ramana neteweperestiya Kurd e, teşkîlatek e ku divê di warê civakî, siyasî, aborî û têkiliyên navbera gelan de bi baldarî were lêkolîn kirin, Xoybûn ne tenê rêxistinek e, rêbazeke bo fikir û tevgerê ye.
Yekemîn rêxistina siyasî ya ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hat avakirin cemîyeta Azadî bû.
Împiratoriya Osmanî ya ku bi Şerê Cîhanê yê Yekem re ji hev belav bû, li herêmê ji bo birêxistinkirina tevgerên nû yên neteweyî-siyasî û hemdem, bingehek mezin afirand, bi taybetî ji serdema bêhêziya ku piştî agirbest û Peymana Modrosê pêk hat di nav Kurdên Stenbolê de di warê siyasî, rêxistinî û çandî de vejînek çêkir.
Prensîbên Wîlson û hin peymanên dîplomatîk (Parîs-Sewr) di hawîrdora rewşenbîrî û entelektueliya Kurdan de rê li ber pêşketina tevgera neteweperest vekir, rewşenbîrên Kurd bi dîtina derfetên ku ji aliyê derdorên siyasî û dîplomatîk ve hatine afirandin, di vê dema ne diyar a dîrokê de têkoşîneke siyasî ya giran dane meşandin, vê kombûna siyasî û rêxistinî bandorek diyarker li ser serhildanên Kurdan yên paşerojê kir. Lê belê hêza Kuvayî-millîye ya di bin serokatiya Mustafa Kemal de serdestiya hikûmeta Stenbolê bû û xemsariya hêzên navdewletî, li hember vê pêşdeçûna Mistefa Kemal ji nişka ve cewê siyasî ya Stenbolê guherand, vê yekê pêwîstî bi guhertina cih-mekan ji bo serokên siyasî û kadroyên tevgera neteweyî ya Kurd kir, li ser vê yekê rewşenbîr û kadroyên siyasî yên Kurd ji Stenbolê derketin.
Piştî ku tevgera Kemalîst rûyê xwe yê dij-Kurd nîşan da, derdorên rewşenbîrên Kurd dest bi lêgerînên nû kirin, li ser vê rewşê di sala 1923 an de li Erziromê rêxistina Azadî hate damezrandin, Rêxistina Azadî ya ku li Erziromê di bin serokatiya Xalit Begê Cibrî, Yusif Zîya û Hacî Musa de hat damezrandin, di heman demê de ev rêxistina yekem a sîyasî bû ku li Kurdistanê ava bibû, di demeke kin de li Kurdistanê asteke berz ya rêxistinî bi dest xist û gihand girseyeke mezin.
Di kongireya 1. a sala 1924 an de biryar hat dayîn ku şoreşeke Millî-neteweyî ku tevahiya Kurdistanê bigire ber xwe were destpêkirin, Îhsan Nûrî Paşa di Îlona 1924 an de li navçeya Elkî (Beytûşşebap) a Colemêrgê çirîska yekemîn a şoreşê pêxist. lê belê ev hewldana di nava artêşê de ku li gorî plansaziyê neçû, bû pêla serhildana Şêx Seîd.
Pêvajoya piştî serhildana Şêx Seîd
Ev serhildana efserên Cemiyeta Azadî yên din ava artêşa Tirk de, bu hincet ku serokên Cemiyeta Azadî dîl werin girtin, Xalid Cibran, Yûsif Ziya û H. Mûsa dîl hatin girtin, Ev girtin ji bo serhildana ku ji aliyê Rêxistina Azadiyê ve hatibû plankirin bû bextreşiyeke mezin, Şoreşa Millî-neteweyî ya ku bi pêşengiya Şêx Seîd hat destpêkirin di demeke pir kin de li herêmên Çewlîg, Amed, Farqîn, Sason û Serhedê belav bû. Lê belê ev serhildan ji ber sedemên diyar têk çû, piştî darvekirina Şêx Sait Efendi û 46 hevalên wî, Komara Tirkiyeyê tevgera nefîyê û tepisandinê berdewam kir.
Bi sedan şervanên beşdarî serhildanê bûn xwe spartin çiyayên Kurdistanê, rewşenbîr û kesayetiyên siyasî yên din koçî parçeyên din ên Kurdistanê kirin, rewşenbîrên wilatparêz ên ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi cih bûne, ji bo berdewamkirina şoreşa Şêx Seîd û rawestandina sîyasta qirkirinê a dewleta Kemalîst, ketin nava xebateke nû ya rêxistinî, di vî warî de welatparêzê Kurd ê mezin Memdûh Selîm Begê bi hemû rewşenbîr û kesayetiyên welatparêz ên Kurd ve pêwendî çêkir, ev xebat di derdorên siyasî yên Kurd de pozîtîf hate pêşwazîkirin û pêvajoya damezrandina rêxistineke nû dest pê kir, lê her çendî bêbandor be jî, hin rêxistinên Kurdan yên ku li Stenbolê bi cih bûne hê jî li ser rûpela hebûn. Komkirina van di bin sîvanek neteweyî de ji bo pêkhatina nû jiyanî bû, ev rêxistin Komela Tealî ya Kurdistanê, Rêxistina Civakî ya Kurd, Partiya Neteweyî ya Kurd û Komîteya Serxwebûna Kurd bûn, ev 4 rêxistin biryara yekbûnê didin.
Yekemîn rêxistina modern a neteweperweriya Kurd: Xoybûn
Di 5ê Cotmeha 1927 an de bi nepenîyeke mezin, serokên Kurdan Celadet Bedixan, Kamîran Bedirxan, Memduh Selîm, Alî Riza (kurê Ş. Seîd Efendi) Dr. Şukru Sekban, Şêx Mehdî, Emîn Axa yê perîxanê (Raman), Mistefa Şahîn, Fehmî Beg, Haco Aga û çend kesayetiyên girîng ên Kurd rêxistina Xoybûnê li mala Vahan Papazyan a li Bihamdun a Lubnanê ava kirin, Cemiyeta Xoybunê yekemîn rêxistina neteweperweriya Kurdî ya nûjen pêk tîne.
Bi fikra Kurdistaneke Serbixwe, bêyî ferqê ol, zarav, çînên civakî û cudahiyên îdeolojîk, hemû Kurdan di bin banekî de dicivîne. Armanc; “Rizgariya Kurdistanê û Kurdên di bin dagirkerîya Tirkiyê de ew bû ku di nav sînorên xwe yên xwezayî û neteweyî de dewleteke serbixwe ya Kurdistanê ava bikin”, ev armanca bilind yekane sedema yekbûna Kurdan e.
Ji bo ronîkirina nasnameya millî-neteweyî ya Kurd û parastina yekitiya rêxistinê, ji hemû endaman sonda biratiyê xwend: “Eger di heyama du salan de xeterî li ser hebûn û ewlehiya neteweya Kurd nemine, bi salan ji roja ku min niha îmze kiriye û eger Kurdekî din êrîşek li dijî can û namûsa min û yên ku namûsa xwe, malbatên wan û yên mecbûr in ku Kurdayetiyê diparêzin nebin (ez mecbûr im wan biparêzim) ger Kurdekî din êrîş neke, bila çek neyên karanîn û di van du salên din de xwîn û nakokiyan çareser bikin, ez li ser ol, namûs û pîroziya xwe sond dixwem ku rê li rijandina xwîna xwişk û birayan xwe bigirim, Welleh-Bîllah. Bi Xwedê her kesê ku vê sondê bişkîne dijmin û xayinê milletê Kurd e, cezayê xîyanetê jî mirin e”.
Mebest û armancên Xoybûnê
Li jêr çend biryarên ku di kongireya 1. ya Xoybûnê de hatine girtin, ku armanc û mebestên rêxistinê diyar dikin.
1-Heta ku yêk leşkerê Tirk mayî jî, em li nava sînorê Kurdistanê bê avêtin, têkoşîn wê berdewam bike.
Pêşîya ku serhildaneke giştî dest pê bike;
a) Damezrandina fermandariyeke giştî ji bo rêvebirina hemû yekîneyên Kurdî.
b) Ji bo van hêzan birêxistin bikin û wan bi alavên nûjen vekin.
c) Ji bo avakirina baregeheke leşkerî li çiya yek Kurdistana Bakûr…
Ev biryarên dîrokî nîşan didin ku rêxistina Xoybûnê ji serhildanên berê ders girtiye û bi feraseteke nû nêzîkê têkoşînê bûye.
Ji aliyê sazûmana rêxistinî ve, Xoybûn “ji buroya navendî, şax û heyetan pêk tê, li gorî vê hiyerarşiya rêxistinî; Ofîsa navendî ji aliyê kongireyê ve tê destnîşankirin, divê hemû biryarên hemû organên civakê ji aliyê piraniyê denga ve bên pejirandin, ev pergala hiyerarşîk nîşan dide ku Xoybûn rêxistineke nûjen, demokratîk e ku ne di bin kontrola kes û malbatê de ye.
Di propaganda û dîplomasiyê de biryara serketinê
Rêxistina Xoybûnê girîngiyeke mezin dide xebatên propaganda û dîplomasiyê, li gorî vê; hemû endam mecbûr in ku ji bo serxwebûna Kurdan propagandayê bikin, propaganda dikare bi devkî û bi nivîskî were kirin, divê argumanên hunerî û çandî bên bikaranîn û destkeftî ji raya giştî re bên ragihandin, ji bo propagandayê jî divê malzemeyên bi zimanên din bên afirandin…
Xoybûn û Hikûmata Kurd a Çiyayê Araratê
Piştî şoreşa Şêx Seîd li Kurdistanê polîtîkayeke pir tund a nefîyê hate meşandin, serokên eşîrên Kurdan sirgûnî bajarên rojavayê Tirkiyê dikin, ev kiryara dewletê ji bo kesên ku ji parêzgehên Kurdan tên re nerehetiyeke ciddî çêdike, li ser vê yekê Biroyê Heskê Têlî û malbata wî ku li dijî sirgûnê ne, di sala 1926 an de li Çiyayê Araratê serhildaneke nû da destpêkirin, ev hewldana ku dewleta Tirk ciddî nabîne, di heman demê de destpêka têkoşîneke nû ya neteweyî ye.
Şervanên Kurd ên ku di dema serhildana Şêx Seîd de xwe li çiyayan girtin, li dora vê serhildanê kom bûn, di dema ku hêj agirê serhildana Şêx Seîd netamirî, li çiyayê Araratê agirê nû yê serhildanê hat pêxistin, Yên ku ji wîlayetên Kurdan hatibûn û ji sirgûnê reviyabûn, di bin serokatiya Biro Heskê Têlî de kom bûn û bingeha serhildanê ya girseyî pêk anîn, ev serhildan ji bal rêveberên Xoybûnê ve hat şopandin û piştgirî kirin, di sala 1927 an de Rêxistina Xoybûnê Îhsan Nûrî Paşa wek fermandarê leşkerî yê vê serhildanê destnîşan dike, bi hatina Îhsan Nûrî Paşa ya li Çiyayê Araratê re serhildan karekterekî neteweyî werdigire. Xoybûn hemû hêza xwe ji bo vê serhildanê seferber dike, Xoybûn armancên xwe yên siyasî û leşkerî bi rêxistinî, bi disîplîn û plansaziyê pêk tîne.
Dewleta Tirk dema ku nikarîbû şoka serhildana Şêx Seîd derbas bike, bi bolkana (teqîn) siyasî ya Çiyayê Araratê re rû bi rû ma, lê belê ev ne serhildaneke asayî bû, şerekî rizgariya neteweyî ya rêxistinî û plankirî bû, Hemû nirxên netewî yên Kurdan di nava xwe de dihewand, li Çiyayê Araratê bi artêşa xwe ya nîzamî, bi sîstema dadwerî û bi avahiya xwe ya îdarî ve hukûmeteke Kurdî hat avakirin, bi sirûda xwe ya neteweyî, ala neteweyî, medya û şervanên cil û bergên xwe, li Çiyayê Araratê 4 salan dewra hêza neteweyî bû.
Dem dirêj a serhildana Agiriyê dewleta Tirk di her warî de xiste nava rewşeke pir xedar de, dewlet di warê leşkerî û aborî de hat asta hilweşînê, lê serkeftina dewleta Tirk a di dîplomasiyê de encama vê serhildanê diyar kir, bi lihevkirina dewleta Tirk a bi Îran û Rûsan re serhildana Agiriyê hate tepisandin.
Civaka Xoybûnê bi hilweşîna Hikûmeta Kurd a Agiriyê hejîya, lê hebûna xwe ya rêxistinî parastiye û giranî daye xebatên ronakbîriya Kurdî, li ser vê bingehê xebatên çandî, edebî û dîplomatîk hatin berdewamkirin, Xoybûnê di salên 1946 an de hebûna xwe ya rêxistinî bi dawî anî û di dîroka ronakbîriya siyasî ya Kurd de mîraseke mezin dewir kir.
Tecrûbe, sazûmana rêxistinî û pratîka Xoybûnê, ku me bi kurtî behs kir, hîn jî tijî aliyên ku divê werin behs kirin hene, Serkeftinên mezin hatine kirin û hişmendiyek mezin afirandî ye.