Tunelên PKK ê.. Dojeha ciwanên Kurd

Tunelên PKK ê.. Dojeha ciwanên Kurd

Di nava gelê Hindistanê de çîrokek heye têde bas li çar Pelatînkan dike ku dixwestin pênaseya rasta agir bizanibin. Pelatînka yekem ji dûr ve li dora agir dizivre, vedgere û dibêje: “agir ronahiye.” Pelatînk vê agahiyê weke agahiyek ku rastiyan eşkere bike mêze nakin. Pelatînka duyemîn diçe û xwe pêtir nêzî agir dike û vedigere dibêje: “agir tî û germatî ye”, lê Pelatînk vê yekê jî weke agahiyek ji boy naskirina rastiya agir kêm dibînin. Pelatînka sêyem diçe û pêtir ji her duyên din nêzî agir dibe, baskên wê dişewitin, lewra vedigere û dibêje agir “şewtînere.” Pelatînka çaremîn bi vê yekê jî razî nabe diçe û ewqas nêzî agir dibe ku baskên wê dişewitin, paşê xwe davêje nav agir, belatînka çaremîn di nava agir de winda dibe û dişewite.

Em dikarin bibêjin ku belatînka çaremîn rastî û eslê agir fam kiriye, lê êdî nikare were û ji me re bibêje agir çiye. Rastiya PKK ê jî dişibhe vê çîrokê. Dema ku em dixwazin qala rastiya PKK ê bikin an jî her kesê ku dixwaze rastiya PKK ê bizanibe, divê yan dîroka rasteqîne ya PKK ê bizanibe yanjî biçe û di nava refên wê de jiyan bike heya fêm dike PKK e çîye, ji ber ku rastiya PKK ê tenê dema ku em nikaribin qala wê bikin tê zanîn.

Çima em vê çîrokê vedigêrin? Ji ber ku yek ji ciwanên kurd yê ku PKK e nas nedikir, PKK e weke partiyek Kurdistanî û Şoreşger mêze dikir, mîna belatînkên me li jûr bas kirîn tevlî PKK ê bû û xwest rastiya PKK ê bzanbe, lê ew mîna belatînka çaremîn nîne, herî zêde ew dişibhe belatînka sêyemîn ku herdu baskên wê şewitî, baskên vî ciwanê kurd jî di Tunelên mirinê de yên ku PKK e bi “Tunelên berxwedanê” bi nav dike şewtîne û vegeriyaye çîroka rastiya PKK ê ji kurdan re dibêje heya ku rastiya PKK ê were fêm kirin.

Ev ciwan bi vî awa basî Tunelên mirinê yên PKK ê dike

Ji bakurê kurdistanê derbasî başûr bûm ji boy ku tevlî refên PKK ê bibim, paş bûrîna mehekê û derbas bûn ji hin nexweşiya em gihiştin Başûrê Kurdistanê, li wir em tevlî refên PKK ê bûyn û çûyn yek ji kampên PKK ê, hejmara me nêzî 100 kesa bû, Murad Karaylan û bawer Dêrsim bi me re civîyan, kesên temen biçûk û yên nexweş û birîndar ku nedikarîn beşdarî şer bibin hatin cuda kirin, ji wan re hat gotin ku divê hûn di tunelan de bixebitin. Ev yek ji boy min ciyê kêf xweşiyê bû û hêvîyek mezin ji min re çêkir, di mejîkê xwe de min Tunelên PKK ê weke Tunelên li Vietnamê ji boy şerê li dijî Amerîkayê hatiye kolandin didîtin ku bi kîlometran dirêj bûn, lê ev xewna min dewam nekir, di rojên yekem yên kar kirin di tunelan de min fêm kir ku ev ew ware, lê ne ew buhare, raste tunelin lê bi ti awa mîna tunelên Vietnamê nîne, belku weke tabota mirinê ji boy ciwanên kurdan hat ber çavê min.

Me tunel di bin kevirên mezin û bi awayek pirr zehmet û ne ewle dikolandin, me TNT û Ammonium Nitrate têkhelî hev dikirin û weke teqemenî ji boy kolandina tunelan bikar dianî, ev yek karekî pirr şaşe ji ber ku ev made bandoreke herî xerab li ser wan kesan dike yên ku bikar tîne, hin caran jî amûrên birrîna mermer tên bikaranîn lê ew jî dibûn sedema mirin û birîndar kirina bi sedan gerîlayan, ji ber vê yekê teqemenî pêtir dihat bikar anîn.

Ji ber ku ev tunel ji boy xweparastinê bûn, diviyabû du derî yan zêdetir yên wan tunelan hebûna, li dema bombebaranê pêdvî bû tev pêwîstiyên xweparastinê di nava Tunelê de hebûna, ji xeynî dergehekî, tev dergehên din yên Tunelê bi betaniya dihatin qepatkirin.

Ji ber nebûna hewayê pêwîst di şikeftan de, şilî-ritûbet û bêhneke herî zêde a madeyên teqemeniyan li ser dîwarên tunelan çêdibe û dibe sedema îltîhaba cîgera mirov. Ev rewşa heyî di tunelan de dibe sedem ku mirov bixwaze zêde binive, li sala 2015an virr ve hejmarek herî zor a çekdarên PKK ê bi vê sedemê rastî nexweşiyên cidî hatine, bi sedan ciwanên temenê wan di bin 20 saliyê de rastî celteya dil hatine û mirine.

Erzaq û ava di nava şikeftan de tê parastin xerab û genî dibin, lê gerîla ji neçarî van tiştên xerab û genî bûyî bikartînin, ev jî bûye sedema peydabûna nexweşyên cur be cur di nava gerîlayan de, rexmê vê yekê li dema karpêkirina jeneratorên ceyranê hejmarek herî zêde a gerîlayan jehrî dibin.

Rayedarên PKK ê digotin em tunela çêdikin bila tirk werin da em şer bikin, lê belê gelek dem derbas nebû û leşkirê Tirkiyê êrîş kir, li “Xakurkê, Zap, Çar Çela, Heftenîn” li tev herêmên sînorî ti tunelekî rola xwe ya bi bandor nebû, tev bûn cihê mirinê ji bo ciwanên kurd. Di dehan şikeftên hatiye kolandin de bi sedan ciwanên kurd hatin kuştin, her kesê eqlê wî hebe wê bizanibe bi kolandina hin şikeftan bi sedan kilometer nahên parastin, tevî ku me dixwest rêveberiya PKK ê vê yekê qebûl bike lê em nikarîn, kesên ku kêmasî diyar di kirin û ji rêveberên PKK ê re digo, weke kesên tirsonek û lawaz û ajan dihatin tawanbarkirin û bêdeng kirin.

Bi ti awa armanc ji van Tunelan xweparastin nîne, mask û botleyên oksîjenê ku ji boy xweparastina ji dûkelê dihên bikar anîn bi tenê ji boy dûkêlek sivik dikarin werin bikar anîn.

PKK ê di piraniya tunelan de hejmarek herî zêde a ciwanên kurd bi kuştin dane, ev jî hin mînak in li ser van tunelan:

-Tunela Girê Kun li çiyayê Gare 9 kes

-Tunela li Heft Tebeqê 12 kes

-Tunela şehîd Kerîm li Kafiya 16 kes

-Tunela Sêdarê 10 kes

-Tunela Pîris 16 kes

-Tunela Bedeve li herêma Zapê 17 kes

-Tunela Mam Reşo 23 kes

-Tunela şehîd Neval 6 kes

-Tunela êkmale li çiyayê metînayê 22 kes

-Tunela gundê şêlaza 6 kes

-Tunela nexweşxaneya li Heftenînê 13 kes

-Tunela Qerargehê 8 kes

Ev bi tenê hin mînakên pirr kêmin ji wan bi sedan mînakên din yên ku bi vî awa têde PKK ê ciwanên kurd zîndî bin ax kirine, nasnameya gerîlayên bi vî awa tên kuştin ti caran nayê îfşakirin, ger werin îfşa kirin jî wê PKK e di çapemeniya xwe de raghîne ku ev gerîla li enyên şer heya dawî dilopa xwînê bi ruha fedayî ya Ocalan şer kiriye û hatine kuştin.

Teqemeniya ji boy kolandina van şikeftan tê bikar anîn bi sedan ciwan tûşî nexweşiyên giran kirine, ji sala 2015an heya niha ti kes nemaye ku bi nexweşiyekê neketibe, PKK e çareseriyên herî sade ji boy van nexweşiyan dike, ji ber vê yekê jî hejmarek zêde yan van kesan bi nexweşiyên giran dikevin.

Kesên ku dibêjin em nexweş ketine, laşê min dêşe, ez birîndarim û nikarim şer bikim, PKK e weke mirovên tirsonek di nava hevalên wî de teşhîr dike, ev jî dibe sedema dirustbûna givaşên deronî li ser gerîlayan.

Bi giştî kesên ku di Tunelên mirinê de kar dikin yan ew kesin ku nû tevlî refên PKK ê bûne, yan ew gerîlane yên ku birîndar bûne û nikarin şer bikin, yan jî kesên saxlemin lê ji bo rojekî jî çek li milê xwe nekiriye û çi dike jî fêrî bikaranîna çek nabe. Hejmarek kesên ji ber bikaranîna teqemeniyê ji boy kolandina tunelan bi awayekî giran birîndar bûne û nikarin li çiyê ti karan bikin, PKK e wan dişîne malên birîndaran yên li Mexmûrê û Kobanê.

Bi kurtasî, di van salên dawiyê de ji ber bombebarana berdewam ya leşkirê Tirkiyê, PKK e neçar maye tev kadroyên xwe bixe di şikeftan de, mayîna çekdarên PKK ê jî di van şikeftan de ji boy demên dirêj, wan tûşî rewşeke deronî ya giran dike.

Belê, ev çîroka yek ji wan ciwanên kurde ku mîna Pelatînkên dixwestin rastiya agir bizanibin dixwest rastiya PKK ê bizanibe, ev ciwan niha beşekî biçûk ji rastiya PKK ê ku çovikê di destê dujminên kurdan de ye dizane, lê kesên mîna belatînka çaremîn ya ku di nava agir de şewitî û nekarî vegere rastiya agir bi tevahî ji hevalên xwe re bibêje, di nava PKK ê de ne hindikin, lê mixabin ew di nava PKK ê de wenda bûne û nikarin vegerin û rastiya PKK ê ji her kesî re bibêjin.

Pustên heman beş