“Bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dilê şoreş û serhildana girseyî dijî rejîma Tehranê”

"Bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dilê şoreş û serhildana girseyî dijî rejîma Tehranê"

Li ser daxwaza banga ji bo girev û serhildana girseyî di bin navê “piştgirya ji xelkê Sineyê, Eselûyê û gelê Zahidanê” îro çarşemî 12ê Cotmeha 2022ê xelkê piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi qepatkirina dukan û bazarê dest bi girevê kirin, piştî nîvrojê jî bi daketine kolanan daxwaza hilweşandina rejêma îslamî ya Îranê kirin.

Ji aliyê din ve li Tehran, Îsfehan, Meşhed, Kerec, Şîraz, Sarî, Gîlan, Gorgan û çend bajarên dinên Îranê xelk daketin qadan û daxwaza jinavbirina rejîma Tehranê kirin û li dijî Elî Xameneyî slogan avêtin.

Li gorî vîdyoyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, girev li bajarên Saqiz, Sine, Kirmaşan, Bokan, Merîwan, Bana, Dewlan û Serpêl Zehaw yên Rojhilatê Kurdistanê ji sedî sed hatiye encamdayîn û li bajarên din yên rojhilat jî piraniya dukanan hatine daxistin û gel bi nîşaneya diyarkirina nerazîbûna xwe li dijî rejîma Tehranê girev encam daye.

Çalakiya roja Çarşemê bi piştevaniya “navenda hevkariya partiyên Rojhilatê Kurdistanê” û li ser bangewaziya giştîya “Ciwanên Kolanên Tehranê” û çend grûpên dine ku tê de daxwaz ji hemû gelên Îranê kirbû ji boy piştevaniya “Gelê Sine, Karkerên Eselûyê û gelê Zahidanê”  ji saet 12:00 dakevin kolanan û xwepêşandanên xwe berdewam bikin.

Di torên civakî de bajarê Sineyê Rojhilatê Kurdistanê weke “dilê şoreş û serhildana gelên Îranê li dijî rejîma îslamî” hatiye binavkirin.

Komek ji jinên bajarê Mehabadêyê Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji bo piştgiriya serhildana gelê Sine, bang li hemû jinên bajêr kirin ku beşdarî xwepêşandana aştiyane bibin ku dê roja pêncşemî 13/10/2022 li Meydana Çar Çira dest pê bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku xwepêşandan ji bo dayîna hêz û îradeyeke taybete ji bo gelê sne û tevahya kurdistanê û di vî warî de me erka xwe bi cih anîbe.

Di daxuyaniyê de bang li jinan hat kirin ku dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Sine ne bi tenêye, Mehabad piştevane” bilind bikin. Xwepêşandan wê ji meydana Çar Çira dest pê bike, ji wir wê heta walîtiyê, ji wir heta pira “Hêkmet” û ji wir jî heta pira “Şebekeya Tenduristiyê” dest pê bike û paşê jî heta Çar Çira yê dewam bike.

Ji aliyê din ve, vîdyoyên ku ji Îranê hatine belavkirin, nîşan didin ku ji bilî Sine û çend bajarên dinên Rojhilatê Kurdistanê, li Tehran, Îsfehan, Meşhed, Kerec, Şîraz, Sarî, Gîlan, Gorgan û çend bajarên dinên Îranê, gel li kolanan daxwaza hilweşandina rejêma Tehranê dikin û li dijî Elî Xameneyî siloganan bilind dikin.

Li çend bajarên dinên Rojhilatê Kurdistanê weke Pîranşar û Bokanê, xwendekar bi dirûşmeyên neteweperestî, Jin, Jiyan, Azadî û dirûşmên li dijî komara îslamî daketin qadan.

Ji aliyê din ve “Katrina Rosêl” rêvebera giştîya “UNICEF”ê di NY de di daxuyaniyekê de ragihand ku di xwepêşandanên Îranê de bi dehan zarok hatine kuştin û birîndarkirin. Û di derbarê vê mijarê de dilgiraniya kûr anî ziman.

Katrina bi tekez kirin li ser vê yekê ku heya niha di xwepêşandanên dijî rejêma Îranê de bi dehan zarok rastî tundiyê hatine û hatine kuştin, hişyarî da ku Neteweyên Yekbûyî bi parastina zarokan ji her tundûtûjiyê re girêdayîye û dê tundiya li ser zarokan paşguh neke.

Di daxuyaniyê de bang li sekreterê giştîyê Neteweyên Yekbûîy “Anthony Guterres” jî hat kirin ku piştgiryê bide kampaniyaya parastina jiyana zarokan li Îranê.

Ji destpêka xwenîşandanan heta niha zêdetirî 200 kes bi teqeya rasterasta çekdarên rejêma Îranê hatine kuştin ku ji wan zêdetirî 25 zarokin.

Kirmaşan:

https://twitter.com/Javanmardi75/status/1580175703953182720?cxt=HHwWgMCozcfb9O0rAAAA

Sine:

Hittpis://twitter.com/RadioFarda_/status/1580141197758443521?cixt=HiHwiWgisDiRtYiSD5e0rAAAA

Bokan:

Hittpis://twitter.com/RadioFarda_/status/1580141418332708864?cixt=HiHwiWgIDT6e-P5e0rAAAA

Tehran:

Hittpis://twitter.com/RadioFarda_/status/1580161634764750849?cixt=HiHwiWgoDU_c-o7u0rAAAA

Tehran:

Hittpis://twitter.com/bibcpersian/status/1580194251043766273?cixt=HiHwiWgoCgmiZKiT_e0rAAAA

Kerec:

Hittpis://twitter.com/bibcpersian/status/1580198994877325312?cixt=HiHwiWgIC9waKin_-0rAAAA

Pustên heman beş