PKKê hişyarî da YNKê û dibêje emê pêwendiyan li berçav re derbas bikin

PKKê hişyarî da YNKê û dibêje emê pêwendiyan li berçav re derbas bikin

Rojnamevan û çavdêrekî behsa rewşa Silêmaniyê ya ji ber şerê PKKê û Tirkiyê kir û amaje bi wê yekê dike ku PKKê hişyarî daye YNKê.

Rojnamevan û çavdêrê siyasî li Silêmaniyê Rêbwar Tofîq ji BasNewsê re ragehand: ‘’Destwerdana derve li hemû Iraq û Kurdistanê pir zêde bûye. Wisa lê hatiye ku Îranê kûrahiyên axa Kurdistanê topbaran dike û Tirkiye jî bombebaranan dike. guman heye ewên ku ser bi PKKê ne û li rêxistinanin, endam û rojnamevanên wan di rêxistinên civaka sivîl de kar dikin, rastî gef û metirsiyê tên. Ew jî gumanan zêdetir dixe ser destwerdanên derve û neyarên xwe li vê deverê dikin armanc.’’

Herwaha got: ‘’Di çend rojên borî de PKKê YNK hişyar kiriye û di beyanameyekî de jî ji YNKê re dibêje, divê canê endam û gerîlayên wan parastî be, eger na emê pêwendiyên xwe li berçav re derbas bikin. Diyare PKK geheştiye wê baweriyê ku desthilata Tirkiyê û ketina bin bandora Tirkiyê li Silêmaniyê zêde bûye. Beyanameya KCKê bi aşkera ew e bandora Tirkiyê li Silêmaniyê ji aliyê îstixbaratê ve zêde bûye û ji mijara dron derketiye. Kar geheştiye teror kirina rasterast bedenî, bi taybet ji bo ewên ku alîgirên PKKê ne. PKK jî bixwe geheştiye wê baweriyê ku desthilata Tirkiyê li Silêmaniyê pir zêde bûye, ji ber wê jî hişyarî da can û malê xelkê me eger neyê parastin, emê pêwendiyên xwe di berçav re derbas bikin.’’

Pustên heman beş