Îro pêncemîn salvegera xiyaneta û tawana 16ê Cotmehê ye

Îro pêncemîn salvegera xiyaneta û tawana 16ê Cotmehê ye

Îro pêncemîn salvegera xiyanet û tawana 16ê Cotmeha 2017ê ye, ku careke din Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve hatin dagîrkirin û hikûmeta Iraqê hemû nirxên yasayî, destûrî û mirovî binpê kir.

Roja 16ê Cotmeha 2017ê, hêzên Iraqî bi rêkeftina ligel grûpa xiyanetkar yên nav YNKê, êrişî Kerkûk û Xurmatû kirin û di encamê de bi sedan welatiyên kurd şehîd û birîndar bûn û nêzîkî 200 hezar kes jî li van deveran koçber bûn.

Aras Cengî birayê serkirdeyê xayînên YNKê Lahur Cengî li xwe mikur hat ku bi milîs û hêzên Iraqê re li hev kirine. Lahur Cengî çendîn car pesna vekişîna hêzên YNKê di roja xiyaneta mezin de daye.

Di heman demê de Cîgirê yekem ê sekreterê YNKê yê wê demê Kosret Resûl di daxuyaniyekê de xiyanetkaran bi tirsonek bi nav kir û got, “Berpirsiyariya karesatên Kerkûk û Xurmatûyê berpirsyarê tirsonekên nav YNKê ye.

Di 18ê Cotmeha 2017ê de, Mela Bextiyar, berpirsê wê demê yê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya YNKê di daxuyaniyekê de ragihandibû ya li Kerkûkê hatiye kirin xiyanet e.

Parêzgarê Kerkûkê û endamê Mekteba Siyasî ya wê demê ya YNKê Necmedîn Kerîm çendîn car tekez li ser wê yekê kir ku xiyanetkar di nav YNKê de xiyanet di xwîna wan de ye û xiyanet ji xwe re kirine pîşe.

Ji 16ê Cotmeha îsal ve, serokwezîrê wê demê Heyder Ebadî, Nûrî Malikî û serkirdeyên din ên Iraqê çend caran spasiya koma xiyanetkar di nav YNKê de kirine ku bi hêsanî Kerkûk û piraniya navçeyên Kurdistanê radestî wan kirine.

Li gorî destûra Iraqê, rêveberiya îdarî, yasayî, ewlekarî û leşkerî ya Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê divê bi hevbeşî di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be, li şûna wê, di bin desthilata leşkerî ya yekalî ya hikûmeta Iraqê de ye. Kerkûk û navçeyên Kurdistanî, tawanên xirakirin û koçberkirinê berdewame û hewl tê dayîn ziman û nasnameya kurdî li Kerkûk û herêmên Kurdistanî holê bê rakirin.

Pustên heman beş