Di 16 ê Cotmehê de 5 sal bi ser dagirkirina Kerkûk û Herêma Kurdistanê ji aliyê artêşa Iraqê û di bin navê Heşda Şeibî Îranê de derbas bû. Pirr serincrakêşe ku sê roj bo salvegera vê xîyanetê, li paytexta Iraqê Bexdayê, ji bo kurdan rûdanek din a girîng çêbû. Ew jî hilbijartina serokomarê Iraqê bû.
Hilbijartin pêk hat û Serokkomarê berê Berhem Salih bi şikestineke mezin di hilbijartinê de têk çû. Dr.Letîf Reşîd ku ew jî yek ji endamê YNK ê ye, hat hilbijartin.
Bi rastî jî piraniya Başûrê Kurdistanê bi wendakirina Berhem Salih dilşa bûn. Heta layingirên YNK ê jî kêfxweş bûn. Di normalê de her kesê ku berê hinek hestên welatparêziyê vêre heyî, divê şa bibin. Ji ber ku wendakirina Berhem Salih wendakirina mîmarên xiyaneta 16 ê Cotmehê tîne bîra mirov. Ger em bînîn ber çavên xwe
Berhem Salih namzetê kê bû?
Berhem Salih di sala 2018 an de bû namzed. Di wê demê de Kerkûk hatibû dagîrkirin û Kurdistan rastî dorpêç û ambargoye kî herêmî û cîhanî hat. Hikûmeta Hewlêrê berxwedaneke mezin nîşan da. Lê ya girîngtir komek li Herêma Kurdistanê digeriyan û digotin em nifşê nû ne, emê Kurdistanê rizgar bikin, emê Iraqa ji nûve ava bikin. Ev koma bi serokatiya Lahur Cengî û Aras Cengî, Bafil Talabanî, Ala Talabanî pêk dihat.
Di wan serdemê serokê rastîn ê Iraqê Qasim Silêmanî bû. Qasim Silêmanî jî ji bo Serokkomariya Iraqê namzetiya Berhem Salih pêşniyar kir. Berhem hem Kurd bû hem jî dikarî Emerîka û Ewropî yan mişûlbike ku bandora Îranê li Iraqê bimeşe. Lê ew sînorên ku Silêmanî ji bo xwe xêz kiribûn wêdetir dernakeve û destê xwe li berjewendiyên Îranê nade.
Berhem Salih jî soz da Lahûr Cengî ku baskê herî bihêz ê partiya xwe ya berê YNK ê. Ew ê ji bo bandora Lahûr Cengî li başûrê Kurdistanê hêz bibe bixebite. Weke karê yekem birayê xwe Aras Cengî ji xwe re kiriye şêwirmend. Dema ku navên girîng ên biyanî -wek Emmanuel Macron- hatin Iraqê, Lahûr Cengî bi awayekî nefermî wek nûnerekî girîng ê kurd re hevdîtin pêk anî.
Ji bilî vê, wî bi Lahûr Cengî û birayê wî Polat Cengî re di gelek karsazan de, bi taybetî di bazirganiya neqanûnî ya neftê de, bi riya şirketa xwe ya Qaywan re hevkarî dikir. Di vê navberê de Bafil jî dihate hat îadrekirin.
Hevkariya derewkeran dirêj nekir
Hevkariya kesên ku ji bo berjewendiyên xwe welatê xwe firotibûn bi xiyanetê bi dawî bû. Lahûr Cengî, Bafil û gelek endamên YNK êyên payabilind jehrî kirin. Lahûr Ji YNK ê hat qewitandin. Ji ber dozên derbarê wî de hatin vekirin brayê wî jî neçar ma ji şêwirmendiya Berhem Salih derkeve. Lahûr Cengî ku xwe weke rizgarkerê nifşê nû nîşan da, derket holê ku koma çete û xwefiroşa ye.
Qasim Suleymanî hat kuştin
Bi vî awayî ew ekîba ku Berhem Salih kir Serokomar bi giştî di siyasetê de binketin.
Berhem Salihê ku mîmarên xiyaneta 16 ê Cotmehê bû, ku bû sedema dagîrkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî, bêyî ku tiştekî ji bo kurdan bike, bê ku gotinekê bibêje, bêyî ku bi be hevparê êşên Kurdan, li ser kursîkê serokomariyê rabû.
Helbet ev bi serê xwe nayê wê wateyê ku berpirsên xiyaneta 16 ê cotmehê hatin cezakirin, lê ev yek jî nîşan da ku dê ew kes hebin yên ku dê bersiva xiyanetkarên Kurdistanê jî hebin.
Çi li Bafil Talabanî hat?
Daxuyanî û hereketên Bafil Talebanî piştî binketina Berhem Salih li parlemanê Iraqê nişan dayî helwesta YNK ê eşkere kir. Bi îşaret û êrîşkariya wî ya ji medyayê re, mîna xortekî nebaliq sivik û bêrêz bû. Bafil di parlementoya Iraqê de digot, “Me PDK têk bir”.
Tenê bi dîtina helwesta Bafil a wê rojê, bes bû ku nîşan bida YNK çiqasî tije kîn û kerb e. Roja borî YNK ê bombeyek xistibû nav otomobîla fermandeyê xwe Hawkar Caf ku têde zarok jî hebûn, ji dûr ve teqandin û endamêxwe kuşt.
Mîmarên xiyaneta 16 ê Cotmehê hev firot, hev jehrî kirin, hevdu dikujin. YNK dê ji vê yekê ders werbigire? Lê bele wer xuya nake. Dibe ku hûn ji niha û pê ve pir baldar bin. YNK hem dê êrişî dijberên xwe bike, hem jî dê xeletiyên nû yên mezin li hember Herêma Kurdistanê bike.
Helwesta Serok Barzanî: “Di prensîbê de hişk, di siyasetê de nerm”
Ev pêngaveke dîplomatîk a baş bû ku PDK ê rêkeftina dengdanê bo ku Letîf Reşîd were hilbijartin. Her wiha li ser gotinên PDK ê bi biryar sekini.
PDK ê dît ku pêvajoya bêhikûmetê ya li Iraqê niha zirarê dide Kurdistanê. Pirsgirêk êdî ber bi rizîbûnê ve diçe nişkavda çareserkirin. Qadeke ku tekoşînê bikin nemabû. Diviyabû qada têkoşînê bê vekirin. Herwiha di qada siyasî de jî neket pozîsyoneke ku rê li ber avakirina hikûmeta Iraqê bigire. Di şerê Şîeyan de palpiştîya çi hêzan nekir. Wî xwe mecbûrî Berhem Salih jî nekir. Her wiha ji derdorên siyasî yên Iraqê re ev peyam da: “Ger ez nebim ev kar nameşe”.Ev hemû serkeftina PDK ê bû.
Serok Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya berî niha de gotibû: “Em dikarin gavekê paşde bavêjin, lê em dev jê bernadin, hêviya serkeftinê jî qed wenda nakîn”.
Bi rastî jî Serok Barzanî piştî hilbijartina dawî ya Serokkomarî ragihand û got: “Pensîp ji bo me her dem ji meqam û pile girîngtire”
Helbet PDK jihemû kesî baştir dizane ku li şûna Berhem Salih navekî din hilbijêre tu pirsgirêkan ji binî re çareser nake. PDK jî dizane ku Malikî alîgirê Îranê ye û baştir dizane ku Letîf Reşîd jî endamê YNK ê ye. pêşeroj wê ji Serdema bihorî hêsantir nebe.