Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê êrîşî navenda Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) û avahiya Neteweyên Yekbûyî kir.
Li gor agahiyê berdest, Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD-PKK) êrîşî avahiya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) û avahiya Neteweyên Yekbûyî kir.
Hat zanîn ku îro nêzîkî 50 kes ji Tevgera Ciwanên Şoreşger bi molotofan êrîşî avahiya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) û hejmareke avahiyên din ên girêdayî Neteweyên Yekbûyî yên li bajarê Qamişloyê kirine.