HPG ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 17 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku van gerîlayan bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Çekên kîmyewî hatine bikaranîn an na û aliyê teknîkî yê bûyerê ne mijara vê nivîsê ye. Di encamê de 17 ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan. 17 malbat bi agirê xemgînî yê ketin. Yên jîyana xwe ji dest dayî zarokên vî gelî ne. Ji ber vê yekê ne mimkûn e ku êşa wan nehê hîs kirin.
Tiştê pêdvî ne hestîyarî ye Pirs û çareserîye
Lê xeletiya ku mirov tûj dibe ewe ku ger tenê bi hestyarî mijûl bibe wê tenê ber bi xeletiyên mezintir û êşên girantir ve here. Ji bo vê jî tenê bi pirskirina pirsên rast, tespîtkirina berpirsyaran û rexneyên pêwîst dikare pêşî li windahîyên zêdetir bigire.
Kurd nikarin dewleta Tirkan ji van mirinan berpirsyar bigre. Ji ber ku dewleta Tirk dijmin e. Kuştina ciwanên Kurd bi her awayî erkekî dijminatiya wî ye. Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk vê yekê dike. Dewleta Tirk ji sala 1920-25 an ve Kurdan dikuje. Li sala 1930 de li gelîyê Zîlan hemû curên kuştinê bi serê Kurdan anî. Dewleta Tirk di sala 1938 an de li Dêrsimê jî jehra mişk bikar anî. Ma ne dewlet bû ku di sala 2015 an de ciwanên Kurd ên birîndar di jêrzemîna avahîyên Cizîrê de bi saxî şewitandin? Belê, dewlet bû. Îcar ew tevgera siyasî ango PKK ya ku jiyana ciwanên Kurd xistiye bin xendek, jêrzemîn û tunelan de, ma ewqas bêguneh e? Nexêr ne bêguneh e. PKK di mehkûmkirina ciwanan bo mirinê, herî kêm bi qasî dewleta dirinde a Tirk berpirsyar e.
Heman rêxistin ji wendahîyên li Xendekên Cizîrê û Tunelên Zapê berpirsyar e.
Lê mixabin 17 ciwanên Kurd ên di tunelê de jiyana xwe ji dest dan û yên di xendek û jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane heman çarenûsê parve kirin. Mîna şerê xendekan ê PKK û dewleta Tirk a sala 2015 an, wêraniya di tunelan de jî berdewamîya xendeka ye. PKK ê dizanibû ku ew xendekên ku ji her alî ve hatine dorpêçkirin, wê di dawiyê de ji aliyê dijmin ve bên girtin û ciwanên di xendekan de jî wê yek bi yek bên kuştin. Bi heman awayî PKK dizanibû ku ew ê di dawî de di tunelên ku li serê çiya bin çeperên dijminîda mayî de, wê bê girtin û ciwanên di nav wan tunelan de jî dê bihêne kuştin.
Dewletê çiqas sond xwariye ku wan ciwanan tine bike, PKK jî bi qasî dewletê sond xwariye ku li ser cenazeyên wan ciwanan siyaset û Show bike.
Berpirsiyariya ciwanên di tunelan de jîyana xwe ji dest dayî ne wekî ku ji aliyê medya PKK ê û randxwerên siyasî diyarkiri ye, PDK ê çi eleqe bi van rûdana ve nîne. Ji ciwanên di tunelan de jiyana xwe ji dest dayî, di serî de Evdila Ocelan û PKK berpirsyar in.
Berpirsiyariya Evdila Ocelan
Piştî ku Evdila Ocelan di sala 1999 an de bi hemû awayî xwe teslîmî dewleta Tirk kir, xeta xwe ya sîyasî û îdeolojîk li gorî berjewendiyên dewleta tirk amadekir. Hest û nerînên Kurdên bakûr yên dijî dagirkerîya Tirk nermkirin. Edî dijmin weke bira hate pênasekirin. Loma jî qatilkirina ciwanên Kurd ji sala 2000 an û vir ve hemû sitûyê Ocelan da ye. Ocalan di dadgehê de, di pirtûkên xwe de, di vîdyoyan û di nameyên xwe de eşkere dibêje: “Em dewleta Kurdî naxwazin, Tirkiye dewleta me ye, em dixwazin Tirkiyê bihêz bikin”. Evdila Ocelan bi hezaran rûpel nivîsand û hewl da ku Kurdan bigihîne hevgirtineke ku “bi dilxwazî bikevin bin ala hevpar a Tirkiyeyê û nasnameya Tirkbûnê”. Ji wê demê ve ciwanên Kurd bi mirinê hewl didin dewleta Tirk demokratîk bikin.
Dewleta Tirk çima piştî ku Evdila Ocelan hat girtin û darizandin, cezayê darvekirinê ji holê rakir? Ji ber ku dewleta Tirk di projeya “qirkirina nasnameya neteweya Kurd” a li ser Kurdan de Evdila Ocelan wek hespê Troy di nava Kurdan de bi kar anî. Ocalan ji sala 2000 an û vir ve di berdêla canê xwe biparêze, bi hezaran ciwan ji xwe re kirin qurban. Ocalan hertim bi serbilindî dibêje, “Tu kesî xwe ne ji bo Mihemed û ne jî ji bo Îsa xwe neşewitand, lê belê ji bo min xwe dişewitînin.”
Ji sala 1978 an heta niha nêzî 5 nifşên ciwanên Kurd di çeperên PKK ê de hatin îmhakirin. Ji bo çi armancê, çi destkeft çêbû, kê çi bazar kir? Pênc nifş qedîyan. Ji bo çi armancê gelo?
Berpirsiyariya PKK ê
Evdila Ocalan qebûl kir ku bibe parçeyek ji “projeya qirkirina nasnameya neteweyî ya Kurd” a dewleta Tirk. PKKê jî qebûl kir ku li ser şopa Ocalan bimeşe.
Rêveberên PKK ê naxwazin şer raweste. Şer sedema sereke ya hebûna PKK ê û dewleta Tirk e. Ger şer nebe, ew ciwan nemirin, Mirat Qarayilan nikare wekî fermandar li hawirdûr bigere? An jî Cemîl Bayikê ku di jiyana xwe de yek gule jî neteqandî wê çawa weke serok xwe pênase bike? Ger ev ciwan nemirin PKK bi qasî HDP ê jî bi bandor nabe. PKK cesedên van ciwanan ji xwe re wek sermaye bi kar tîne.
Ew ciwan bêy ku bizanin ewê bimirin şandin wan tunelan.
Di sala 1994 an de gerîlla têk çû, di sala 1999 an de li Cûdî taktîka tunelê bê encam bû.
Ji bilî têkiliyên Ocalan, PKK û dewleta Tirk, ger em bi awayekî objektîf li dîrokê binerin, di sala 1994 an de li Botanê taktîka şerê gerîla binket. Di sala 1998 an de ev têkçûn li hemû eyaletên Bakurê Kurdistanê hat jiyan kirin. Di 1994 û vir ve şer tenê nifşên Kurdan birandî ye, gund û bajarên wan wêran kirî ye, civaka Kurd di warê derûnî, aborî, civakî û sîyasî de jinav birî ye. ango vî şerî ji bilî wêrankarî û derbederiyê tu destkeft ji bo Kurdan ne xuliqandî ye.
Sîstema binerd a ku fermandarê HPG ê Mirat Qarayilan “tunelên şer” binav dike û weke taktîkeke nû ya şer a ji sala 2020 an û vir ve pesnê wê dide, di sala 1999 an de li Cûdî bi çekên kîmyewî ev tektîk têk çû. Di 10 ê Gulana 1999 an de li şikefteke “Çele Şehrî” ya gundê Bilika pir veşartî, nepenî, nenas, bi çekên kîmyewî 19 gerîlla (yêkîneya Hemze Guldik Remo) jiyana xwe ji dest dan. Bi rastî jî madeyên kîmyewî hatin bikaranîn. Lê PKK ê li ser daxwaza Ocalan ev mijar nebire saziyên navneteweyî û got ser neaxivin.
Di 10 ê Gulana 1999 an de li Cûdî diyar bû ku tunel ne sengerên şer in, goristan in. Di sala 2017 an de dewleta Tirk li çîyayê Kato li Elkî devê tunelekî ku 5 gerîlayên jin têde bûn beton kir. Heman kiryar li tepê Ş. Colemrêg û kela Ertûş jî pêk hat.
Di salên 2021 û 2022 an de ku ev qas tecrûbe û serpêhatîyên diltazîn hene çima dîsa gerîla xistin tunelan? Ji ber ku ji bo PKK hebûna xwe bidomîne pêdvî mirina ciwan ne.
Berpirsyarîya Rewşenbîr, siyasetmedar, gel
Sedema ku PKK ciwanên Kurd bi hêsanî ber bi mirinê ve dişîne ew e ku rewşenbîr, siyasetmedar û raya giştî bêdeng û bê helweste.
Ger gelê Kurd û rewşenbîrîn Kurd ji PKK ê hesaba wêrankirina 12 bajarên Kurdistanê û mirina bi hezaran ciwanên Kurd di xendekan de pirsî ba PKK ê ew çîroka Xendekan di bin navê tunêlên şer de berdewam nedikiri. Divê malbat ji PKK ê bipirsin çima zarokên wan bi qestî dişînin mirinê. Bi qîrîna dirûşma “Şehîd Namirin” û tilîlî yan berxwedan nabe. Pêwîste gelê Kurd nehêle ku PKK zarokên wan wiha bi erzanî bişîne mirinê.
PKK ji bo bêdengkirina mirovan mirinê bikar tîne. Rexnekirina siyaseta PKK ê weke xiyaneta li şehîdan tê nîşandan. Rexnekirina PKK ê weke erêkirina destwerdana dewletê tê nîşandan. Lêbelê, rastî ne welê ye. Em dizanin ku dewlet ji kuştina Kurdan hez dike. Lê em jî dizanin ku îro li pişt ragihandina van 17 navan ji aliyê PKK ê ve planek heye. Em dizanin ku PKK dixwaze xwe di bin xemgîniya vê bûyerê de veşêre.
Lê em dixwazin bi pirsên rast li mafên ciwanên Kurd yên ku jiyana wan di navbera PKK ê û dewleta Tirk de asê mayî, bigerin.
Çima ev ciwan li cihên ku misoger ji wan re bibe goristan dihatin cih kirin?
Çima niha ev wendayî têne ragihandin?
Ger kamerayên PKK ê dikarin dîmenên eskerên ku ji mesafeyeke nêzîk gazê dirijînin devê tunêlê bikişîne, çima ji bo rizgarkirina hevalên xwe tevnagerin?
Gelo çend nifşên din dê bibin qurbaniya vê “Sala Serkeftinê” ya bê dawî? Heke em jîyê her 17 gerîlayan danîn ser hev bi qasî jîyê Cemîl Bayik, Qarayilan û Duran Kalkan lê nahêt, lê çima çi bi serê wan pîrepivan nahêt. Boçî ew şerbeta Şehadetê teham nakin.
Ji bo ku “Tirkiye Demokratîk bibe” wê çend ciwanên Kurd sere xwe danin axê?
Em ê van pirsan bikin û biberdewamî jî dê rastiyan deşîfre bikin. Ji ber ku em ji PKK ê zêdetir rêzê li jiyana wan ciwanan Kurd digirin.