Gelê Rojhilat serhildana xweya li dijî rejîma Tehranê didomîne

Gelê Rojhilat serhildana xweya li dijî rejîma Tehranê didomîne

Di berdewamiya serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî rejîma Tehranê de, li çend bajarên Rojhilatê welat careke din welatiyan bi girtina dukan û bazaran dest bi girevê kirin.

Îro roja Şemiyê 22/10/2022ê li Sine, Merîwan, Seqiz, Bane, Bokan û Mehabadê dukan û bazar hatin girtin.

Çalakiya girevêya li bajarên Rojhilatê Kurdistanê piştî wê yekê hat, ku çarşema borî 19ê cotmehê, Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bang li welatiyên Rojhilatê Kurdistanê kir ku dest bi girevê bikin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di 16ê Îlonê de piştî kuştina keça kurda 22 salî Jîna Emînî ya ji bajarê Seqizêyê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê polîsên Îranê ve, xwepêşandanan dest pê kirbûn ku li gorî gotinên bavê wê, Jîna piştî ku ji aliyê polîsên Îranê ve li tehranê hatibû girtin jiyana xwe ji dest daye.

 Ev ne cara yekeme ku li Rojhilatê Kurdistanê girev tê lidarxistin. Roja 19/9/2022an li bajarên Seqiz, Sine, Mehabad, Şino, Nexede, Pîranşar, Dîwandere, Bokan, Merîwan û hinek dukan û bazarên Kamêran û Serdeştê jî dukan û bazar hatin girtin.

Her wiha di 12ê Cotmeha 2022an de li hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê careke din welatiyan bi girtina bazar û dukanan dest bi girevê kirin.

Pustên heman beş