Vê carê PKKê bi navê saziyên navneteweyî derew belav kirin

jan van akene-pkk-kurdistan-turkey-info

Nûçeyeke din a derew li dezgehê medyayî ya PKK ê RojNews ku li Silêmaniyê weşanê dike hat balavkirin. Vê carê Rojnews bi ser navê Pizîşkên Navneteweyî ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) nûçeyên derew çêkir. Sernavê “IPPNW: PDKê nexwest ku çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bikar aniye derkeve holê”.

Nûçeya Rojnews a ku bi nûçeyên xwe yên derew tê naskirin bi Tirkî hat weşandin. Di beşa soranî de qet ev nûçe ne weşand û di beşa Kurmancî de jî, ji nûçeya Tirkî cudatir nûçe balavkirî ye.

Di rojevêde çi daxuyanîyên ku li ser navê IPPNW nehatî balavkirin nîne

Li ser navê Pizîşkên Navneteweyî ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Wekî din, IPPNW ne saziyek xwedî desthilatdariya navneteweyî ye. Rêxistineke sivîl ku ji xwebexşan pêk tê. Ji ber vê yekê, ew ne saziyek fermî ye. Divê ji bo karê xwe destûra pêwîst ji şêniyên herêmê bistînin. Mafê IPPNW heye ku lêkolînan li ser van bûyeran bike û pêşniyaran bide saziyên pêwendîdar, lê dozgerîyê nîne.

Ravekirina kesê Elmanî Jan Van Akene rast e?

Tevî ku RojNews di sernivîsa nûçeyê de navê IPPNW îstismar kiriye.  kesê ku  daxuyanî daye Jan Van Akene ye. Cotmeha borî  Jan Van Akene yê  kîmyager û hevalê wî yê Swêdî Josef Savari, ji bo komkirina hinek agahiyan hatibûn Herêma Kurdistanê. Armanca wan lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyayî yên li Helebce yê bûn. Ango ne ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê hati bûn. Çapemeniya PKKê wê demê jî ev yek ragihand. Di nûçeyê de, mijarên ku van her du kesan di hevpeyvîna îngilîzî de negotibûn, ragehandina PKKê mîna ku hatîye qalkirin ew nûçe pêşkêş kir.

Wê demê jî DarkaMazi li ser wî babetî nûçeyek çêkir. 

Di rapora Jan Van Akene amadekirî de çi hebû?

Tevî ku kîmyagerê Elman Jan Van Akene ji bo Helebceyê hatibe jî, bêyî agahiya rayedarên fermî ew birin Amediyê hind lêkolîn kirin. Di rapora Akene de tu agahîyên ku PKKe dide cih nagirin.

Akene berî niha di raporta xwe de dibêje “Niha, ne mumkine ku li derveyî Hikûmeta Îraqê kesek bikare li Bakurê Îraqê bigere” û diyar kir ku ew dever qada şer e. Lê belê di raporê de gotineke weke daxwaza destûra fermî nehatî ye kirin.

Her wiha Akene di rapora xwe de der barê îdîayên ku di meha Gulanê de li gundê Hirorê çekên kîmyewî hatine bikaranîn de wiha got: “Herî kêm di bûyerekê tê fikirîn ku malbateke cotkar a sivîl rastî êrîşa madeya kîmyewî hatiye. Lê heta niha, delîlên berbiçav ên ku vê îddeayê piştrast dikin pirr kêmin.

Akene her wiha di rapora xwe de destnîşan kir ku serlêdana wî şexsî bûye û li ser navê tu saziyeke fermî serlêdan li dezgehên hikûmî nekiriye.

Weke ku tê dîtin, PKKê ku bi kampanyaya “Tirkiyeyê çekên kîmyewî bikar aniye” dixwaze êrişî Herêma Kurdistanê bike, bi navên kes û dezgehên wiha tevdigere û weke ku piştgiriya navneteweyî ji vê bûyerê re heye nîşan dide.

Çima nûçe di Çira TV de hate dayîn?

Çapemeniya PKKê her tim nûçeyên xwe yên derew li ser sîyetên çûda diweşîne ku berpisyarî ne li ser wan be. Fêlbazîya PKKê ewe ku nûçeyên derew bi hinek sazîyên herêmî dide balavkirin ew jî nûçeyê ji wir digire û diweşîne. PKKe Çira TV weke senterê xwe yê derewan bikar tîne ji ber ku bînerîn ve tv yê kemin, medyaya civakî na şûpîne û bê arşîva wan ya pernamecan jî di sîteyê da nîne. loma jî PKKe derewan bi wan di de gotin û payre jî ew balav dike.

Medyaya PKKê dijminatiya xwe ya li dijî Herêma Kurdistanê di bin navê PDKê de vedişêre, berdewam nûçeyên neyînî û derew li dijî Herêma Kurdistanê di weşîne. Çapemeniya PKKê ku vê taktîka derewan digihîne asta dijminatiyê, bi taybetî jî hewl dide ku hêzên Pêşmerge tewanbar bike di mijara windahiyên Gerîla de. Lê ev fêlbazîyên ragahandina PKKê têrî veşartina rastîyan nake.

Pustên heman beş