Barzanî, Ocalan, dewleta Tirk û rastiya PKKê

Barzani-serok-pkk-cemil-bayik-turkey-info

Hevserokê KCKê Cemîl Bayîk, careke din li Stêrk Tv yê axivî û hin nirxandinên din yên tewşomewşo kirin, Cuma yê ku di tev jiyana xwe de yêk gulle jî li dijî dagîrkerên Kurdistanê neteqandî, di axaftinên xwe de bi qasî ku êrîşî PDKê û Barzanî kirî, ewqas êrîşî Erdogan, Etaturk û dewleta Tirk nekir, helbet tiştekî şaşe mirov li bendê be Bayîk baş bi axive; ji ber ku Bayîk heman kese yê li ser xwîna zarok û ciwanên Kurdan jiyan dike, wî heya rêhevalên xwe bêy dudilî qetilkirine, loma jî wê ti başî ji Bayîk were hêvî kirin.

Bayîk weke her tim xwest bi bîranîna “şehîdên” PKKê bazarekî bi xwîna wan bike û rûyê xwe yê reş li pişt xwîna wan ya pak bi veşêre.

Bayîk û derewa vegera Ocalan bo Tirkiyê

Her Kurdek rastiya vegera Ocalan bo Tirkiyê dizane, her Kurdek dizane çi komplo li ser Ocalan nehatine meşandin, tişta hatî jiyan kirin eve: “Yêk ji j çêkiriyên destê MITê vegerî mala xwe, ji bo ku pîlanên dewletê cî bi cî bike”.

Gelê Kurd bi tevahî Ocalan nas kir wexta li Kînyayê teslîm bûy, wexta razînebûyî li ber xwe bide, wexta di balafirê de ji efserên Tirkan re gotî EZ JI BOY XIZMETÊ AMADEME, teslîmbûna wî nîşan da ku ev zilam çêkiriyê MITê ye û erkekî wî heye, ger weke PKKe dibêje girtina Ocalan komplo be, her çi nebe li wê demê Ocalan da hinekî li ber xwe bide, da çekî ji pasewana xwe ya jin ya ku dixwest li ber xwe bide bistîne û êrîşê wê tîmê bike ya ku ji boy girtina wî hatine Kînyayê, lê Ocalan ne tenê berxwedan nekir belku got: “Ji min dixwestin berxwedaneke kilasîk bikim” ango Ocalan hilgirtina çekî bi berxwedanek kilasîk dizane û layîqî xwe nabîne, Ocalan vê yekê tenê layîqî ciwanên Kurdan dibîne, ji xwe erka wî ya sereke jî her eve bû ango şandina ciwanên Kurdan ji boy mirinê.

Gotinên Ocalan yên di balafirê de li dema vegerê, hêjan di hişê her Kurdekî de ne, ji xwe Ocalan di balafirê de ji endamên MITê got: “Derfetê bi min bidin, ez ji boy xizmetkirina dewleta Tirk amademe”, her wiha gotinên wî yên li dadgehê wexta daxwaza efoyê ji dayîkên eskerên Tirkan kirî li bîra her Kurdekî mane, gelo evca Bayîk qala kîjan komployê û kîjan berxwedanê dike?! Bayîk difkire Kurdan mejîkê kerê xwariye û ti tiştekî fêm nakin? Yan difkire Kurd di guhê gay de razayne û haya wan ji tiştekî tune? Na apê Cuma, Kurd şiyarin her tiştî fêm dikin û pîwîstiya wan bi nirxandinên pîrepivekî xeriftî ê mîna we tune.

Weke hûn qal dikin, ti komplo li dijî Ocalan pêk nehatine, di esas de Ocalan bi kêfa dilê xwe lê bi pilaneke hûr erêkirineke pêşwext vegerî ye mala xwe Tirkiyê, komploya herî mezin a li ser gelê Kurd PKKe bi xwe ye, tişta ku dewletên dagîrker nedkarîn bi Kurdan bikin, bi avakirina PKKê bi Kurdan kirin.

Ev ne Barzanî ye weke Cemîl Bayîk dibêje Tirk her tiştî datîne pêşberî wî ji bo ku pêk bîne, helwest, dîrok û berxwedana bi dehan salan a Barzanîyan, xwenetewandina wan ji boy dagîrkerên Kurdistanê, şoreşên yêk li pey yêk û rêbertiya wan di rizgarkirina Başûrê Kurdistanê de şahidên welatparêziya Barzanî û xebata Barzanîyane.

Ya rast, ev Ocalan û PKKe ne ku dewleta Tirk her tiştî datîne pêşberî wan û ew tenê cî bi cî dikin, dewleta Tirk her tişt danî ber sînga Ocalan û jê re gotin pêwîste hûn pêk bînin; Ocalan jî bi rîya PKKê, ferman û pîlanên dewletê û MITê pêk tîne.

Barzanî hevkarê MITê ye yan Ocalan?

Cemîl Bayîk di axaftina xwe de PDKe û Barzanî bi hevkarîkirina MITê sûçbar kir û got: “Her kes vê yekê dizane” lêbelê her kes dizane Evdila Ocalan şêwrmendiyê ji boy dewleta Tirk dike û PKKe jî mîna pira derbasbûna Tirkiyê ye bo Başûrê Kurdistanê, ev Kurdistana ku Tirkiye dixwaze dagîr bike.

Evdila Ocalan bi xwe di zîndana Îmraliyê de ji nûnerê MITê re gotiye: “Barzanî xetere, ew wê li gel Emerîkayê dewleta Kurdî damezrîne, loma jî pêwîste Tirkiye û PKKe bi hev re Hewlêrê dorpêç bikin”, hemû vîdyoyên van axiftinên Apo li ber destin û her kesê dîtine, qeyd û îfadeyên Apo yên li dadgehê jî hene, evca Bayîk dixwaze çi bêje bila bibêje, Bayîk bi derewên xwe nikare rastiyeke ewqas zelal şûlî bike, nikare weledê xwe yê heram bixe koşa ti kesek din de, ev rastî demeke hatîye îsbat kirin ku Ocalan û PKKe garantorên peymana “Mîsaqa Millî” a Tirkiyê ne.

Hevkarê herî mezinê MITê ew kes û alî ne ku ji bo Tirkiyayeka Demokratîk, ji boy xûşk û Biratya saxte a Gelan bi hezaran ciwanên Kurd bi kuştin didin, belê bi rastî jî PKKe û rêberê wê hevkarên dewleta Tirkin, hevkarên wê dewletê ne ku destên wê weke Ala wê yê herimî bi xwîna Kurdan sor bûye.

Gelo Apo bi rastî jî di zîndanê de ye?

Bayîk di daxuyanyên xwe de pir caran dibêje: “Ger ku me karî rêber Apo bi awayê fîzîkî azad bikin, pirisgrêka Kurd çareser dibe”. Ya rast çi caran rêberê Bayîk bi qasî niha azad nebûye, ne ji aliyê fîzîkî û ne jî ji aliyê fikrî, dewleta Tirk ji bo ku Ocalan bikare bi awayekî serketî şêwrê bi wan re bike, li Îmraliyê her tişt jê re berhev kirî ye, li dûv daxwaza Ocalan hin ji rêhevalên wî birine Îmraliyê, telefzyon, pirtûk û her tişt ji wî re amade kirine, berevajî gotinên Bayîk û PKKê dewleta Tirk çi îşkenceyekî li wî nake, ji ber ku pêwîstî bi îşkenceyê tune, tişta ku dewlet ji Ocalan dixwaze rasterast pêk tîne.

Divê Bayîk û rêxistina wî baş fêm bikin ku bi pesindayîna berdewam a bê wate ji boy rêberê wan rastî nayên veşartin, daxuyanî, gotin, sekna saxte û helwestên bi şermezarî yên Ocalan ku vîdyo hene û itîrafên wî rastiya wî nîşa hemû cîhanê û her Kurdekî dayî e, tişta Ocalan kirî bi derewan nayê ciwan kirin.

Ocalan li Îmraliyê ne bi tenê li ber xwe neda belku nekarî bi qasî “Şemdîn Sakik” ku di nava PKKê de bi xayîn û itîrafçî tê naskirin jî li ber xwe bide, Ocalan li Îmraliyê dijatya xwe ya ji boy Barzanî û dewleta Kurdî bi eşkere aniye ziman, her wiha cîh û navên yekîneyên PKKê û kesên alîkarîya Gerîla dikirin tev bi dewleta Tirkiyê dan, Ocalan bi dehan rê ji boy dijatîkirina Barzanî û dewleta Kurdistanê danan ber sîngê dewletê, evca dewlet çima wê îşkenceyê li Ocalan bike?

Ew kes tê îşkencekirin ku li ber xwe bide, teslîm nebe û itîrafê neke, kesek ku mîna Ocalan tev bigere ti pêwîstî bi îşkenceya wî tune, yên ku tên îşkence kirin zeîf û jar dibin, lêbelê baş li Ocalan binêrin, gelo qey zikê wî yê mezin rengê îşkenceyê dide? Yan rengê kêf û xweşiyê?!.

Têkdana biratîya Kurdan ji bo avakirina biratîya gelan!

Bayîk di bernameya Stêrk Tv ya PKKê de ew qas bê şerim û bê edeb di axive ku êrîşî ser Barzanî dike û berevajî jî pesna dijimnên Kurdan dide, Bayîk pesna Mistefa Kemal Etaturk dide û dibêje: “Dema ku komara Tirkiyê nû ava dibe jî axaftina Mistefa Kemal hene, nivîs hene; di meclîsa Tirkiyê de Kurd hene, axaftina wan hene, Mistefa Kemal heta xweseriyê qebûl dike”, bi vê yekê jî Bayîk dixwaze dijimnê sereke yê Kurdan, kesê ku Kurd qetilam kirine weke kesek meqûl nîşan bide û bi Kurdan bide qebûl kirin, Bayîk pir bi rû qayîmî tê û dibêje Mistefa Kemal xweseriya Kurdan qebûl dikir”, hoooo Bayîk ê nezan, hinekê li dîrokê binêre, wê demê tu wê fam bikî Mistefa Kemal çi tewan û sûçên mezin li dijî Kurdan pêkanîne.

Ne tiştekî ecêbe ku Bayîk pesna Etaturk bide, Bayîk ev yek ji rêberê xwe fêr bûye, Ocalan jî bi dehan caran pesna Etaturk dayî ye, bi pesindayîna dijimnekî weke Mistefa Kemal û bê rûmetîkirina welatparêzekî weke Barzanî, Bayîk û rêberê xwe îxanetê li xwîna şehîdên Kurdan dikin, şehîdên ku bi wê rêbaza Barzanî avakirî, Kurdistan ji destê hovtirîn dewleta dagîrker rizgarîn.

Bayîk bi vê yekê nasekine, di mijara kuştina kadiroya PKKê ya bi navê “Nagîhan Akarsel” ku li 4/10/2022an li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hatbû qetilkirin de bi gotinên xwe xwest aştiya civakî ya Kurdan têk bide, xwest gelê me yê Silêmaniyê ji bajarên din veqetîne û bajarê Silêmaniyê bi “herêma Soran” bi nav kir, li şûna dewleta Tirkiyê rexne bike dîsa PDKe rexne kir.

Ji xwe her dema kadro yan gerîlayekî PKKê li Başûrê Kurdistanê tê kuştin, PKKe û berpirsên wê bêy ku ti lêkolînê bikin, bêy ku ti belgeyek di destê wan de hebe, rasterast PDKê û Barzanî hedef digirin û êrîşê ser wan dikin, di çapemeniya xwe de qala wê yekê dikin ku PDKe û îstîxbarata wê agahiyan didin dewleta Tirkiyê, PKKe tevî ku dizane PDKe li Silêmaniyê ne desthilatdare, tevî ku ti belgeyek di destê wê de tune ku PDKê pê tawanbar bike, lê dîsa jî PDKê û Barzanî bi hevkarîkirina Tirkiyê û kuştina endamên xwe sûçbar dike, PKKe bi hêza peyvan her tiştekî ne baş dide pal PDKê, ev jî ewe ya ku dewletên dagîrker jê dixwazin.

Navkirina Silêmaniyê bi herêma Soran û nasandina wê weke “herêma rewşenbîr, ronakbîr, nivîskar û akademîsyenan” bi wê wateyê tê ku Silêmaniyê ji Hewlêrê û Dihokê veqetîne û gelê van du bajarên Başûrê Kurdistanê bi kesên paşverû û nezan nav bike, ev ne cara yekeme ku Bayîk vê yekê dike, pêş niha jî Bayîk gelê Behdînanê ku bi hezaran şehîdên wan hene bi sîxor û kirêgirtiyên dewleta Tirkiyê nav kirbûn.

Divê Bayîk, rêberê wî û rêxistina wî baş bizanbin Silêmaniyê ne herêma Sorane, Silêmaniyê weke Hewlêrê, weke Dihokê û weke Kerkûkê bajarekî Başûrê Kurdistanê ye, li Kurdistanê bi tenê li Silêmaniyê gel bi soranî na axive, li Hewlêrê, Kerkûkê, Germyanê, her wiha li Mehabadê, Sine û Seqizê yên Rojhilata Kurdistanê jî gelê me bi soranî dipeyve, binavkirina Silêmaniyê bi herêma Soranê nakeve xizmeta Kurdan, berevajî dibe sedemek ji boy ji hev dûrkirina Kurdan û têkdana aşitîya civakî li Kurdistanê bi giştî û li Başûr bi taybetî.

Cerdevanên Kurdan kîne?

Binketin yan serketina di şer de bi axaftinan nayê diyarkirin, ev yek bi hebûna piratîka di qadên şer de tê xweyakirin, PKKe li ko bû û niha ko ye? Bersiva vê pirsê bese ku mirov fêm bike PKKe di şerê xwe yê saxte de serketiye yan jî binketiye, PKKe li Bakur hat damezrandin, pêtirê 40 salane qala serketinê dike, lê her ku diçe pêtir axa Kurdistanê teslîmî Tirkiyê dike, PKKê tev Bakurê Kurdistanê teslîmî Tirkiyê kirî ye.

PKKe nikare li Bakurê Kurdistanê yek çalakiyê pêk bîne, ma nikare bingehekî jî ji xwe re çêbike, di rastiyê de PKKê ji salên 2000 ê û vir ve tenê ji bo ku çerxên xwe bizivrîne, bi berdewamî şerê Gerîla yê kevnar dubare dike, ciwanên Kurd dike qurbanî. Kesên wekî Cemîl Bayîk di qadeka biçûk a siyasî û cografî a bi xwîna ciwanên Kurd hatiye azadkirin jiyana xwe bi rengekî ewle derbas dike. Niha jî ji bo ku vê rastiyê veşêre, hewl didin ku PDKê ji bo wan binketinên xwe yên ku li Başûr dîtine tewanbar bikin.

Bayîk dibêje: “Dewleta Tirk her roj derban li ser hev dixwe û ji ber ku xwe naghîne hedefên xwe, zêdetir êrîşan dike, dema ku tevî hemû derfetên xwe nikare bi ser bikeve, vê carê Barzanîyan dixe dewrê, ji xwe li pişt wan NATO heye, bi hemû derfetên NATOyê vî şerî dimeşînin, lê ev jî têrê nake, divê hinek kesên ku ji xwe re dibêjin Kurd têxin dewrê, çawa ku li Bakur cerdevan xistine dewrê, li Başûr jî Barzanîyan dixin dewrê, Barzanî cerdevanên Başûrin”.

Gelo Bayîk çawa difkire? Hûn dibêjin mejîkê wî hebe? Axir PKKê li kîjan qadê serketin aniye? Gelo serketin bi wateya destveberdana axê tê yan bi dest xistina axê? PKKê tev Bakurê Kurdistanê, beşekî Rojava û beşekî Başûrê Kurdistanê teslîmî Tirkiyê kirine lê dîsa xwe weke serketî dibîne!

Ma qey li Amedê, li Garzanê, li Şemzînanê, li Serhedê û li Efrînê jî PDKe û Barzanî hebûn ku ew der teslîmî Tirkiyê kirin? Kî rê li we girt ku hûn li wan herêman berxwedanê bikin û dewleta Tirk bişkînin û rê nedin axa Kurdan dagîr bike, PDKê? Na her kes dizane PKKe çêkiriya destê Tirkiyê ye, erka PKKê rîya dewleta Tirk vekirine, cerdevanên Kurdan PKKyî ne, Ocalan jî Cerdevanê mezin û Rêberê Cerdevanan ne.

Bayîk ewqas bê edeb û bê exlaqî dipeyve ku tiştekî Tirkiyê bi xwe jî itîraf li ser kirî û di tev medyaya xwe de parve kirîye jî dixe ser milê PDKê, derbarê 5 Gêrîlayên PKKê yên li Balîsanê ji aliyê balafirên Tirkiyê hatîn hedefgirtin dibêje: “Li gorî agahiyên ji me re hatine, balafirên dewleta Tirk êrîşî hevalên me nekirine, PDKê ji bo hevalên me kemîn danîbûn, êrîşê hevalên me kirine, du hevalên me şehîd xistin, sê hevalên ku birîndar kirin jî li gel xwe birine, di destê me de ev agahî hene”, lê binêrin ji boy dijatîkirina PDKê û Barzanî rêveberên PKKê ji bo êrîşên Tirkiyê hêncetan digirin û dixwazin kuştina Gerîlayan bixin ser Kurdan, ew qet naxwazin rastiyê bibêjin, ji ber ku rastî ne di berjewendiya wan de ne.

Bayîk ji boy îsbat kirina vê axaftina xwe jî dibêje: “Balafirên keşfê yên dewleta Tirk nikarin li Balîsanê hevalên me tespît bikin, lê Barzanî dikarin tespît bikin û agahiyê bidin, nexwe balafirên keşfê yên dewleta Tirk wê çawan bizanbin ku li dola Balîsanê 5 kes dimeşin? Tiştek wiha ne pêkane, ev bi destê PDKê û Barzanîyan rû dide”, li vir em ji Bayîk û rêxistina wî dipirsn gelo ger wisa be, ji kerema xwe ji me re bêje, balafirên keşfê yên dewleta Tirk çewa hevalên we yên li Rojava tesbît dikin û hedef digirin, balafirên keşfê çawa bi sedan rêveberên we yên li Qendîlê, Şengalê û Heftenînê tesbît kirine û hedef girtine? Qey li wir jî Barzanî hene?!!

Bi kurtasî, bila Cuma û rêhevalên wî yên rêvebrîya rêxistinê baş bizanin, gelê Kurd êdî nema bi van axaftinên bê wate, were xapandin, gelê Kurd ji mêj ve ye welatparêz nas kirî ne û Cerdevanan jî nas kirîne.

Pustên heman beş