Deklarasyona PJAKê belgeya xiyaneta PKKê ye, ya li şoreşa Rojhilatê Kurdistanê kirî

PJAK-info

Berîya du roja deklerasyonek ji aliyê Partiya siyasî ya PKKê ya li Rojhilatê Kurdistanê kar dike PJAKê ve hat weşandin. Aliyê herî girîng ê vê deklarasyona PJAKê ew bû ku, dibêje emê “Ala Komara Mehabadê bi kar bînin”. Lê pirsgirêka alê û hemû gotinên di deklerasyonê de nîşaneya îxaneta li gelê şoreşger û têkoşer ê Rojhilatê Kurdistanê ye û emaletên siyaseta PKKê ya Dij-Kurd e.

PJAK di hemû kongire û kombûnên xwe de wêneyên serokê PKKê Ocelan daliqîne Ji nişka ve Qazî Mihemed kê anî bîra PKKê.

PJAK ku di sala 2003 an de hat damezrandin. PJAKê ku di hemû kongireyên xwe de salona Kongireyê wêneyên Evdila Ocelan daliqandin. Li wan kongireyan de yek wêneyê pêşewa Qazî Mihemed nedaliqandî, ji nişka ve got ku emê ala Komara Kurdistan bi kar bînin.

Heman PJAKê di daxuyaniya xwe de got, “Em li dijî her cure têgihîştina alê û sembola ne”.  Lê heman PJAK û dûvelankên PKKê bi sedan sembol û wêneyê Ocelan yên reng-reng li Ewropa, Rojava, heta di kongireyên xwe yên çiyayî de jî daliqînin. Pênc endamên PJAK-KODARê diçin meşa li Ewropayê, destê her yekê de sê bîlbor û al bilindikin û dirûşmê xwe diqîrin. Her çend ji sedî 90 ê meşên li Ewropayê bingehê pêkhateyên wek PDK-Î-PDK, Komele û PAKê bin jî, ti partî ala partiya xwe ranake. Lê tenê endamên PJAKê ala partî û pêkhateyên xwe bilind dike.

PJAK dibêje ew Komara Kurdistanê ya ku li Mehabadê hatiye ragihandin ji xwe re mînak digire. Wê demê bila di hêzên leşkerî de jî Mehabadê weke mînake bigire. Navê hêzên leşkerî yên Mehabadê “Hêzên Pêşmerge” bû. Bila pêkhateya wan a leşkerî ya bi navê YRKê biguhere û navê wê bike Hêza Pêşmerge.

Helbet deklarasona PJAKê bi rexneyeke wiha sivik na be bersiv. Ji ber ku ew daxuyanî bi rastî belgeya xiyanetê ye. Divê rastiyên di nava her paragrafê de baş bêne eşkere kirin.

Deklarasyona PJAKê sê armancên sereke hene

Yekem; Wateya wê ew bû ku em ala fermî ya Kurdistanê ku nûke Herêma Kurdistanê fermî bikar tîne, ku ji aliyê hemû Kurd û cîhanê ve bi fermî hatiye naskirin û di hemû xwepêşandanên xelkê Rojhilatê Kurdistanê de tê bikaranîn, PKKe dibêje em bikar naynin.

Duyem; di deklerasyona PJAKê de demokratbûna Îranê tê xwestin mîna ku PKKe li Rojava û Tirkiyeyê jî talep dike. Bi navê Kurdayetî û Kurdistanî de tiştek nîne. yanî ji bo Îranê razî bike, tê wateya “mebesta me ya Kurdistanê û mafên nasnameya Kurdan nîne”.

Sêyem; Dubare tekez kirin ku tu niyeta Pjak ê rûxandina dewleta Îranê nîne, daxwaza guhertina rejîmê nîne û pêşniyara wan ya şêwazek nû ya birêveberiyê nîne û tekez dikin ku ew dê îtaetê ji bo dewleta Îranê bikin.

Rêvebirên kartonî

Bi rastî jî şaşe ku mirov vê deklerasyonê wekî ku ji hêla PJAKê ve hatî çêkirin binirxîne. PJAK tê wateya PKK. Piştî xwepêşandana Jina Emînî, hinek kadroyên PKKê yên Rojhilatê Kurdistanê derketin ser medyayê û li ser navê rêxistinên wek KODAR, PJAK û HRK ê daxuyanî dan. Hevseroka KODAR ê, Gulan Fehîm û hwd. her çend hinek sifatên weke hevserok, serok û rêveber dabin wan kesan jî, lê di rastiyê de ew rêveberên kartonî ne û ti bandûra wan tune ye. Hêza ku bi rastî PJAKê birêve dibe PKKe ye.

Ew deklerasyon, deklerasyona îdeolojiyên PKKê yên wekî Cemîl Bayik, Mistafa Qarasu û Besê Hozat ê ye.

PKKe ala her dewletekê bilind dike, lê tenê ala Kurdistanê qebûl nake

Di cîhanê de du hêz hene ku ala Kurdistanê red dikin û bi hemû hêza xwe hewl didin ku alaya Kurdistanê bikar neynin. Yek PKKe ye, ya din jî dewleta Tirke.

PKKe li Tirkiyê ala Tirkiyê bilin dike. Di mîtîngên HDPê de ala dewleta Tirk û wêneyên Mistafa Kemal di daliqîne.

PKKe li Sûryê ala Sûriyê bilin dike. Ala Sûryê li hundirê Qamişloyê daliqandî ye. PKKe li Şingalê ala Îraqê bikar tîne. Li wir, pêkhateya leşkerî ya PKKê şervanên YBŞê , ala Îraqê li ser milên xwe ve daliqandine.

Mînak her çi qas Kampa Mexmûrê ji aliyê PKKê ve tê birêvebirin jî bi salan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tê destekirin, lê dîsa jî Ala rengîn bi kar naynin.

PKKe baş dizane ala ku ew red dike ji aliyê Rêxistin û serokên Bakurê Kurdistanê ve hatiye çêkirin.

PKKe ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, li hemû deverên cîhanê di nava girseyên ku tê de bi bandor bû, Ala Rengîn wek ala PDKê destnîşan dike. Dixwaze di nava Kurdan de li ser ala rengîn têgehek çewt ava bike. PKKe jî baş dizane ku ev ala ne girêdayî PDKê ye. 26 sala berîya ku PDKe were damezrandin ala rengîn hatîye çêkirin.

Ala rengîn a ji aliyê PKKê ve hatiye redkirin, ji nava dilê Bakurê Kurdistanê derketiye. Ala Rengîn cara yekem di sala 1920 an de ji hêla Cemîyeta teşkilat-i îctîmaîye ve hatî ye çêkirin û pejirandin.

Di serhildana Koçgirî (1920-21) de ev ala rengîn ji alîyê Alîşer û Nûrî Dêrsimî ve li Ûmraniyê tê hildan.

Di dema serhildana Şêx Seîd de ji hêla lehengê serhildanê Nebî yê Wartoyî ve li Wartoyê Ala rengîn bi avahiya hikûmetê ve tê çikilandin. Cimîyeta netewaya Kurd Xoybûn ala rengîn wek ala neteweyî qebûl dike.

Xoybûn vê alê ji Libnanê dişîne Çiyayê Araratê. Di Gulana 1928 an de bi amadebûna hemû pêşengên serhildanê û bi beşdarîya gele derdor û bi amadebûna sedan Pêşmergeyên Çîyayê Agirî bi unîformayên leşkeri beşdarî rê û resmê çikilandina Ala Kurdistanê bûn. Ala ji aliyê lehengê şoreşa Şêx Saîd û yê Agirî yê Seyîtxanê Ûsivê Seydo ve hate bilindkirin. Ala rengîn li avahiya şaredariya Mahabadê di 17 ê Kanûna 1945 de hate daliqandin.

Ev ala kevnar û pîroz di sedsala 20 an de ji têkoşîna hebûna neteweya Kurd hatiye dawerîn û niha li Herêma Kurdistana Federal fermî û şanazî tê bilindirin.

Tevî van rastiyên dîrokî jî, dijminatiya PKKê ya li hemberî ala Kurdistanê di mijarên girêdayî hebûn û damezrandina PKKê de ye. Sedemên vê yên cidî yên derûnî û stratejîk jî hene. Ji ber vê sedemê şaş e ku mirov ji PKKê re bêje ka kengê ala Kurdistanê çêbûye di warê dîrokî, siyasî û dîplomatîk de ala Kurdistanê tê çi wateyê. ji ber ku PKKe hebûna Ala Rengîn weke tunebûna xwe dibîne û bi zanebûn dijminatiya Ala Kurdistan dike.

Sedema ku PJAK dibêje em Ala rengîn bi kar naynin, ji ber sendroma PKKê ya Ala Kurdistanê ye.

Pêşketin û geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê hevsengiya PKKê hejand

Şêwazê raperîna bi bûyera keça Kurd Jîna Emînî ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, ne tenê li Îranê, li ser tevahiya herêmê bandor kir. Ji aliyekê ve her çend Tirkiye dilxweş be ku Îran bi vî rengî asê maye, lê ji ber dîtina Kurdan wek nasname û geşkirina ruhê yekîtiyê di nav Kurdan de sahmekê li ser hemû dagirkeran çêdike.

Lê belê ji ber xwepêşandanên Jina Emînî ya herî zêde îstîqrara PKKê têk çû. Ji ber ku PKKê di pêvajoya Rojhilata Navîn de ku bi Buhara Erebî ve dest pê kiribû, bi stratejiya Îranê re dilsoziya xwe anî ziman û di bin serwerîya Îranê de tevdigere.

Di zivistana borî de Mistafa Qarasû li Tehranê bû. Riza Altûn jî nexweş bû dîsa li Tehranê hat dermankirin. Cemîl Bayik salê du cara diçe Tehranê nûjdarî dibîne. Cemîl û Besê Hozat li herêmên Çartay, Merge panê û Sergel û yên di bin cavdêrîya Îranê de dijîn. Rêber û serokên Rojhilatê Kurdistanê li paytextên Ewropa ji alîyê Îranê ve têne terorkirin lê Îran serokên PKKê derman dike. Ma ne ev rastî beşe ku mirov bibêje PKKe beşeke ji hêza Besîc ya Îranê.

PKK dixwaze bala Kurdan ya li ser Îranê heyî balav bike

Ji bo vê jî PKKe hewl didin pêvajoya şoreşgerî ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi jehrê bixe. Dixwazin balê li ser Îranê rakin. PKKê ji bo vê du gavên mezin avêtin. Çalakiya 4 ê Cotmehê li Mêrsînê û 18 ê Cotmehê jî çalakiya “Çekên kîmyewî bikar anîne”. Van her du pêngavên PKKê armanca wê ew ku bala Kurdan li Îranê veguhêzin çihekî din. Pêvajoya Îranê ji rojevê bixin.

Çapemeniya PKKê êrîşa dewleta Îranê ya li ser gel dike jî nake nûçe. Di êrîşa dewleta Îranê ya li Herêma Kurdistanê de 26 kesan jiyana xwe ji dest dan. PKKê jî sersaxiyek neda partîyên Kurdan.

PKKe vê yekê li gorî peymana stratejîk a sala 2011 an a bi Îranê re îmze kirî,dike.

Kurdên welatparêzên resen û yên ku dixwazin xizmeta şoreşa netewî ya Rojhilatê Kurdistanê bikin, divê îfşa bikin ku PKKe çawa dixwaze di bin kamuflaja PJAKê de şoreşa Rojhilatê Kurdistanê bi jehrê bixe û Dewleta Îranê ya terorîst biparêze.

Pustên heman beş