Fermandarê Giştî yê HSDê: Dronên Enqerê serkirdeyên herî baş ên HSDê dikin armanc

Fermandarê Giştî yê HSDê: Dronên Enqerê serkirdeyên herî baş ên HSDê dikin armanc

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di hevpeyvînekê de diyar kir û got: “Tûrên diyalogê yên bi Şamê re encamên erênî nedan. HSD nayê belavkirin. Em li hember normalîzebûna Sûriye-Tirkiyê hişyariyê didin. Dronên Enqerê serkirdeyên herî baş ên HSDê dikin armanc.”

Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî di hevpeyvîneke bi Şarku’l Avsat re, hişyarî da li ser asayîkirina berfireh a navbera Enqere û Şamê û da zanîn, bi salan e pêwendiyên ewlehiyê di navbera her du aliyan de berdewam in û eşkere kir: “Niha di navbera wan de behsa normalîzebûneke berfireh tê kirin. Ji bo Enqereyê, normalîzekirin bi şertê dersînorkirina penaberên Sûriyeyê û têkbirina formula rêveberiya xweseriya demokratîk li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ye. Behsa modeleke lihevkirinê dikin ku pêşeroja komên leşkerî yên di bin ala artêşa Tirk de tevdigerin diyar tê kirin.”

Mazlûm Ebdî destnîşan kir, ev nêzîkatî “berjewendiyên Enqereyê nîşan dide û ji bo paşeroj û îradeya Sûriyeyê metirsiyên mezin dihewîne” dibêje (normalîzekirin) wê ji hilberandina çareseriyeke siyasî ya cidî dûr be.”

Ebdî diyar kir, ew vê yekê pir cidî digirin û di derbarê vê de hin tedbîran digirin û wiha axivî: “Peymaneke wiha îradeya gelê me yê ku bi salan e li dijî terorê şer dike û bi lehengî axa xwe diparêze dike hedef. Ez behsa naveroka peymanê nakim ku penaberên Sûriyê ji ber sedemên siyasî bikar tînin jî.”

Herwiha Ebdî got: “Divê em gelê Sûriyê bi hemû beşên xwe re hişyar bikin ku li hember normalîzebûneke wiha di navbera Şam û Enqereyê de li ber xwe bidin.”

Di berdewamiyê de Ebdî da zanîn, piraniya welatên ku di mijara Sûriyeyê de cih digirin di wê baweriyê de ne ku operasyoneke leşkerî ya muhtemel a Tirkiyeyê ya li dijî Rojava dê gelê Sûriyeyê bêzar bike.

Mazlûm Ebdî eşkere kir, artêşa Tirk 70 êrîşên hewayî yên bi drona li ser pêşengên leşkerî yên herî baş ên HSDê ku di du salên dawî de li dijî DAIŞê şer dike kirine hedef.Ebdî got: “Bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyeyê re, Erdogan hewl dide raya giştî ya Tirkiyeyê ji qeyranên giran ên ji ber polîtîkayên xwe derdixîne, bi ketina şerên zêdetir û nêzîkbûna komên radîkal re, pirsgirêkên wan ber bi derve ve bikişîne.”

Ebdî destnîşan kir ku di navbera Şam û HSDê de gelek gerên diyalogê hebûn, lê tu encameke berbiçav nehat bidestxistin. Ji hêla leşkerî ve ne mimkun e ku HSDê bi awayekî belav bikin û dibêje: “Ev hêz ji bo parastina xaka Sûriyê bi berdewamî li qadê kar dikin. Di heman demê de xwedî avahiyek rêxistinî ya cuda ne. Di berjewendiya gel û axa xwe de ye ku em van hêzan û nepeniya wan biparêzin û piştgiriyê bidin wan.”

Fermandarê Giştî yê HSDê destnîşan kir, nenavendî yek ji ketina çareseriya siyasî ye û amaje bi wê yekê kir ku hikûmeta Sûriyê defakto nenavendî tevdigere dema ku rûbirûyê metirsiya hilweşînê bû.

Herî dawî Ebdî diyar kir, heta çareseriyeke siyasî neyê dîtin, ne DYA û ne jî Rûsya bi awayekî mantiqî nikarin hebûna xwe ya li Sûriyeyê bidomînin û got: “Divê em bang li van aliyan bikin ku bibin garantorên çareseriya siyasî ya bi muzakere û zextê li ser rawestandina destwerdan û dagirkeriya derve li ser axa me bikin.”

Pustên heman beş