Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk bi hinceta propagandeya “rêxistina terorê” hat girtin

Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk bi hinceta propagandeya “rêxistina terorê” hat girtin.

Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci bi hinceta propagandeya “rêxistina terorê” hat girtin.

Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci ya ku 26ê Cotmeha 2022an di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê de hatibû desteserkirin, îro Pêncşemê 27ê Cotmehê ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wê hat dayîn.

Şebnem Korur Fincanci ji ber axaftinên xwe yên li ser îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve li dijî PKKê, derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û hatibû desteserkirin.

Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk di bernameyekê de gotibû, “Min berê jî lêkolîn kiribû. Gazeke bi jehr a ku sîstema hêrsê têk dide hatiye bikaranîn. Gelek cûreyên çekên kîmyewî hene. Her çiqas bikaranîna wan hatibe qedexekirin jî lê mixabin em dibînin ku di şer de tê bikaranîn.”

Navenda Parastina Gel a ser bi PKKê berî çend rojan daxuyaniyek belav kiribû ku artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê di operasyonên herêmên Gare, Zap, Avaşîn û Metîna de “bombeyên ku di qada navdewletî de hatine qedexekirin û çekên kîmyewî yên ku gazên bi jehr derdixînin hatine bikaranîn”.

Herwiha ragihandibû ku 17 çekdarên wan di encama “êrîşa kîmyewî” de canê xwe ji dest dane û nasnameya wan bo raya giştî eşkere kiribûn.

Pustên heman beş