PKK bi xwe jehra kîmyewî ye

PKK bi xwe jehra kîmyewî ye

Pêvajoya ku piştî daxuyaniya HPG ê ya di 18 ê Cotmehê de ji ber bûyera 17 gerîlayên jiyana xwe ji dest dayî, hatî dest pê kirin, pêvajoyeke ku divê ji aliyê Kurdan ve pir baş bê nirxandin. Ji ber ku PKK dixwaze evê pêvajo yê ber bi jehrîkirina mejîyê kurdan ve bibe. Yên ku mirine zarokên kurda ne, dewleta tirk ew kuştine, PKK ê ew ciwan bi zanebûn xistine wan kûnên sîxûran ango tunelên mirinê de, gelo çima yê sûcdar PDK ye. PKK serdestiya xwe ya medyayê ji bo dezenformasyonê baş bikar tîne. PKK ê hemû têkilî, tifaq, gel û medyaya xwe ji bo dijminatiya PDK ê bikar tîne. Dema ku PKK difikire ku çawa bêbextîyê li PDK ê bike, sed mixabin medyaya Başûrê Kurdistanê jî dinava kelacanekê de dixwaze li ser Selahattin Demirtaş nûçeyekê balav bike û difikre ka wê kîjan xebatkarê HDP ê bike mêvan da ku reyting zêde bike.

Bi awayekî xwezayî qada propagande yê ji PKK ê re ma. PKK bi tena serê xwe distêre û dileyze. PKK bi hinceta PDK ê vê qadê tenê ji bû dijminahîya nav mala Kurdan belavbike, bikar tîne. Di dîroka cîhanê de bi sedan tevgerên çep û rastgir derketine holê ku ji miletê xwe re şoreş kirine, lê kesî ev qas zirar nedaye bîr û ruhê yekîtiya miletê xwe. Rast e dewleta Tirk bi avêtina kîmyewî ciwanên Kurd qetil kirin û ji dijminî merhemet hêvîkirin dijminayî bixwe ye. Lê çeka rastî ya kîmyewî PKK bi xwe ye, jehra kîmyewî jî bi qasî PKK ê zirarê nagîne Kurdan. Ji ber ku bandora Çeka kîmyewî sînordar e lê PKK bi vê jehra xwe dixwaze seranserî Kurdistanê jehrî bike. PKK ê li çar kinarên welat Kurd di warê sîaysî, civakî, exlaqî, aborî û şûnwarî de fetisandî ye.

Bi qasî girseya PKK ê cahil, nezan, bê îrade, mûrîd û bûyî bexbexe çi girse tune. Bi rastî dema em li girseya PKK ê dinêrin, tişta ku tê bîra me ew gotina xweş a Cengîz Aytmatov e. “Meîde ji mêjî jîrtir e ji ber ku meîde dizane bivereş e, lê mêjî hemû qirêjiyê dadiqurtîne.”

Ev çil sal in girseya PKK ê hemû axaftinên qirêj, derew û bêexlaqî daqurtand. Niha ev girse ji aliyê PKK ê ve ji fikr û hestên Kurdayetî tê şûştin. Ev girseya bêhiş bûyî bi serkêşiya PKK ê ve êrîşî Kurdan dike.

Dema ku li cihekî nûçeyek pesnê pêşmergeyan dide, hemû trolên PKK ê bi yek deng bêrêzîyê li pêşmerge dikin. Dema Şandeke biyanî dihêt Herêma Kurdistanê û rêûresmekî festîvalê dihête meşandin êrîşên PKK ê yên medya civakî zêde dibin. Kerkûk hat dagirkirin, girseya PKK ê dilşad û kêfxweş bû.

PKK ê Kurd li Kurdî kiriye dijmin sirûşta civaka Kurd guherandî ye. PKK ne tenê girseya xwe di warê ramanî de, di warê exlaqî de jî pûç kirîye. Dikarin bê şerm derewan bikin, dikarin bêrêzîyê li hemû destkeftên netewî bikin.

Mînak yek ji wan hunermend Hozan Dîyar e. şarqicî Dîyar rabû beşdarî bernameyeke televizyonê bû, ew wek pisporê şer behsa herêma ku dewleta tirk lê çekên kîmyewî bikar anî, kir. Li gor Hozan Diyar PDK ê rêk çêkir da ku dewleta Tirk bikaribe çekên kîmyayî bikar bîne. Loma jî Aytamatov gotiye “Meîde vedireşe, mejî nikare navereşe”. Lê belê yê ku piçek aqil hebe dê li nexşeyê binere û bizane ku rêya Werxalê ne ji Amêdî yê, ji Çelê diçe deverên operasyonê. Hozan Diyar nekarî xwe bigire û got, “Divê PDK were tecrîdkirin”. Ev girseya PKK e ku em jê re dibêjin bêexlaqe ev e. Em ji Dîyar dipirsîn: “Par di Cotmeha 2021 an de PKK ê gotibû carekê li Werxal 5 kes, carekê 4 kes bi çekên kîmyewî hatine kuştin. Ger PKK ê dizanî ku dewlet Tirk wê çekên kîmyewî bikar bîne, wê demê çima piştî salekê dîsa zarokên kurdan xistin ve wê kûna sîxûrî de?”

Erê, divê girseya PKK ê, dayîkên wan gerîlayan vê bipirsin. “PKK ê çima zarokên wan xiste wê tunelê de” û dizanibû ku ew ê misoger bimirin. Girseya ku vê pirsê nakerî ji PKK ê bike, ew girse ne tenê kurdayetî û hêza xwe ya ramanî wenda kirî ye, exlaq û wijdanê xwe jî winda kiriye. Lê PKK bi mirina ciwanên Kurd dijît, ger mirin sekinî wê PKK bimre.

Zîhniyeta ku PKK di xwaze biafirîne ji êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk xetertir e. PKK weke êşa peceşêrê laş û mejîyê Kurdan têk dibe.

Pustên heman beş