Rêxistina PKKê wendakirina du fermandarên xwe yên din ragihand ku li 30 îlona îsalê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê, duh roja şemî 29/10/2022 nasnameya du fermandarên xwe eşkere kir ku mehekê berê li herêma Besta ya Botanê li Bakurê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û hatine kuştin.
Navên herdu fermandarên HPGê wisaye:
Tûrgût Oslû
Emrûlah Tûncer
Rêxistina PKKê li mehên dawiyê hejmareke fermandarên xwe li Rojava û Başûrê Kurdistanê wenda kirine, piranî jê bi êrîşên hewayî yên balafirên keşfê hatine armanc girtin.