Roja 29 ê Cotmehê roja çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanîyê ye. Û îsal 8 emîn salvegera vê pêngava girîng e. Ev pêngava dîrokî ji bo kurdên divê pirr zawîyan de were nirxandin. Bi taybet van rojên ku gelê Rojhilatê Kurdistanê dinava raperînê de ye û her alî jî banga yekîtîyê dikin divê pir ders ji pêngava Kobaniyê bên derxistin. Di encamê de hêza Kobanî rizgarkirî yekitiya Kurdan bû. Lê encama vê yekîtiyê çi bû? Layanên sîyasî çi kirin? Pêwîst e careke din were bibîranîn. Ji ber ku carinan hesabên siyasî yên kûr an jî xizmetkirina rojeva dijmin dikare di bin nîqaş û bangên yekîtiyê were kirin. Bi rastî, ji yekîtiyê bêtir dibe ku enerjiya dijminatiyê derbikeve holê. Werin em pêvajoya Kobanê bînin bîra xwe.
“Hema Kobanî ket û dê bikeve”
Di 13 ê Îlona 2014 an de çeteyên DAIŞ ê êrîşî gundên Kobanî kirin û plana dagirkirina Kobanî destpê kir. Di encama êrîşa çeteyan de bi deh hezaran xelkê Kobanîyê koçber bûn û bi dehan şervanên YPG ê jiyana xwe ji dest dan. Ji sedî 87 ê axa Kobanî dagirkirî bû û ji bilî du taxan hemû bajar ketibû destê çeteyên Daîş ê de. Çeteyên Daîş ê gihiştibûn ber deriyê sînor î yê Murşîtê.
Di 7 ê cotmehê de li Dîlokê serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan, got, “Kobanî ha ket ha dê bikeve.” Lê gelê Kurd ev gotina Erdogan red kir û got “Kobanî nekeve.” Yek ji van redkirinan û ya herî bibandor di qada siyasî de jî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybet Serok Barzanî ve hat.
Serok Barzanî: “Kobanî nakeve”
Serok Mesûd Barzanî pêvajoya şerê Kobanî ji nêz ve dişopand. Wî dît ku ketina Kobaniyê ne tenê wê bibe sedema wêrankirina Rojavayê Kurdistanê, belku dê bibe sedema encamên stratejîk ên pir xerab ji bo hemû Kurd û Kurdistanê. Ji bo vê jî Herêma Kurdistanê ji dawiya meha Îlonê dest bi liv û tevgerê kir. Di hefteya ewil a cotmehê de alîkariya çekan ji bo Rojava hat kirin. Bi hezaran ton cebilxane di deriyê sînorî ê Sêmalka re derbasî Rojava hatin kirin.
Di 12 ê cotmehê de serokwezîrê wê demê Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê di daxuyaniyeke çapemeniyê de gotibû, “Me çek şandin Kobanî, lê ne mumkîne ku em bikarin hêzên pêşmerge li ser axa rojava re bişînin Kobaniyê. Lê Serok Barzanî di nava lêgerînên cûda da ye û li hind rêkên şandina Pêşmerge digere”
Serok Barzanî ji berpirsên PKK re ragihand ku, Kobanî bi meş û xwepêşandan û bi şandina hinek çek û teqemenî ve çareser nabe. Pirsgirêk bi tevlîkirina hevpeymaniya navdewletî bo şerê Kobanî yekane çareserî ye loma jî Serok Barzanî bi rêyên dîplomatîk hêza hevpeymaniya navdewletî razî kir ku beşdarî şerê Kobanî bibe. Destkefta stratejî bi vê xebata Serok Barzanî ve hate destxistin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî hewl dan ku bi hemû tecrûbên xwe yên Dîplomasîyê derfetan pêşkêşî vê yekê bikin. Koalîsyona navneteweyî îqna kir. Yekemîn êrîşa hewayî di 27 ê Îlonê de li Kobanî dijî çeteyên Daîş ê pêk hat. Lê dîsa jî koalîsyonê biryara xwe derbarê Kobanî de misoger nekiribû.
Parlamentoya Kurdistanê li 22 ê Cotmeha 2014 civîya, biryara dîrokî da û bi yekdengî daxwaza Serok Barzanî ya şandina Pêşmerge bo Kobanî qebûl kir.
Di dîroka Kurdistanê de yek ji bûyerên herî girîng pêk hat. Di 29 ê Cotmehê de 150 pêşmerge bi karwaneke 40 wesayîtan ji derîyê Xabûrê derbasî bakûrê Kurdistanê bûn. Konvoya bi çekên giran ji bo Kobanê birêketî, ji Silopî, Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Wêranşar û Pirsûsê re derbasî Kobanî bû. Di rêya konvoyê de bi sed hezaran welatîyên Kurd daketin ser rêyan û hezkirin nîşanî Pêşmerge dan. Ev hembêzkirin Hesreta yekîtiyê navmala Kurdî bû. Ew têkçûna nizama dagirkeran a dij-Kurd bû.
Lê belê mixabin van dîmenên yekîtîya Kurdan bi qasî dagirker xistî nava tirşede ew qas jî hinek partî yên sîyasî jî aciz kir. Ji dema ku çûyîna Pêşmergeyên bo Kobanê diyar bû, êdî PKK ê bi neyînî antîpropagandeya çûna Pêşmerge dikir û dixwest vê pêngava dîrokê bê wate bike.
Çi bi rêkeftina Duhokê bû?
Rêkeftina Dihokê kelecana her Kurdekî ku dilê wan ji bo Kobanî lêdixist zêdetir kir.
Bi însiyatîfa Serok Barzanî hêzên Rojava di navbera 14-23 Cotmehê de li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê civiyan. Piştî civîna 9 rojan TEVDEM û ENKSê diyar kirin ku li ser mijarên bingehîn li hev kirine. Gotûbêjên berfireh dê li Rojava yê Kurdistanê werin berdewam kirin. Lê ev yek qet pêk nehat.
Yê ku pêşiya vê rêkeftinê girtî PKK bû. PKK tirsîya ku PDK bibe ekterê sereke yê pêvajoya Rojava. Ji sala 2011 an ve PKK ê bi dehan kes revandin, kuştin û tirsandin da ku hemû tevgerên siyasî yên ku dikarin bibin hevrikên PKK ê li Rojava bê bandor bike. PKK ji roja ewil ve dizanibû ku peymana Dihokê nayê cîbicîkirin, tenê bi armanca bikaranîna derfetên hêzên dijber ku nêzîkî xwe bike beşdarî van civînan bû.
Pragmatîzma PKK ê
Hem Ji bo hêza aborî û hem jî ji bo bikaranîna têkiliyên dîplomatîk ên mîrateyê Barzanî, PKK ji sala 2012 an heta 2015 an her tim banga yekitiyê li rêveberiya Hewlêrê li ser Rojava dikir, lê bi awayekî veşartî jî dijminatiya xwe zêdetir dikir.
Dema ku li Rojava pêvajo dest pê kir, ji dawiya sala 2011 an ve Rojava berê xwe da Başûr. Serok Barzanî gelek hewl da ku Rojava di qada navneteweyî de were qebûlkirin.
PKK ê ji bo ku derfetên heyî yên Hewlêrê bi rêya Rojava bi kar bîne kefte nava hewldanan. Balafirgeh hatin bikaranîn, çek hatin dayîn, navên weke Aldar Xalil, Asya Abdullah, Îlham Ehmed li cihên herî luks ên Hewlêrê hatin mêvandarkirin. Di 11 ê Tîrmeha 2012 an de rêkeftina Hewlêrê hat îmzekirin. Lê PKK ê ev peymane ji bin hint hincetên bêbingeh di medyaya xwe de vala derxist û lihevhatin tetbîq nekir.
Sedema ku Kongreya Neteweyî ya Kurd a Hewlêrê ya 2013 an bi ser neket dîsa PKK bû. PKK ê dixwest kongreya neteweyî tenê ji pêkhateyên KCK ê kombike. Lê hemû kesek ji vê lîstika PKK ê agahdar e.
Peymana Duhokê ya sala 2014 an dîsa ji aliyê PKK ê ve hat têkbirin.
Di bin navê yekîtiyê de helwesta nijdevanî ya PKK ê
Di pêvajoya siyasî ya li Rojava de, PKK ê hemû rêxistinên xwe seferber kir ku ji derfetên Başûr sûd werbigire, lê di heman demê de hewl dide ku Herêma Kurdistanê têk bibe. Di şerê Serêkaniyê û Kobanî de Herêma Kurdistanê hemû cûrên çekan dan YPG ê, lê Cemîl Bayik di sala 2014 an de ji çapemeniya Almanyayê re got, “Pêşmerge nikare şer bike, çekan nedin pêşmerge bide me.” Hemû rêveberên Rojhilatî û Rojavayî yên PKK ê li Hewlêrê ji aliyê PDK ê ve hatin pêşwazîkirin, hatin û çûna wan bê kêşe bû, lê di heman rojê de, di 28 ê Hezîrana 2014 an de Cemîl Bayik bi gotina “PDK piştgiriya DAIŞ ê dike” daxuyanî balavkir.
Di 22 ê cotmehê de Parlamentoya Kurdistanê biryara çûna pêşmergeyan bo Kobanî girt, lê Evdila Ocelan ji Îmraliyê daxuyanî da û got, min û Hakan Bey (serokê Mit ê) Kobanî rizgar kir.
Dema gel li kolanan pêşwaziya pêşmergeyan dikir, PKK ê ji çapemeniyê re axivî û got “Pêşmerge tirsonek”e.
Gelo PKK kengî banga yekîtiyê dike?
Bangên yekîtiyê ji bo PKK ê tenê ji bû veşartina nijdevana ku dike ye. PKK tenê ji ber du sedeman banga yekîtiyê dike: ya ji bo dest dayne ser derfetên deste hevrikê xwe yanî desteserkirina van derfetan banga yekîtiyê dike yan jî, ji bo gel bixapîne vê propagandê dike.
Hevgirtina Kurdan Kobanî rizgar kir, pêşmerge li ser mîrateyê Barzanî di warê dîplomasî û hevgirî de bi ruhekî netewperwerî çû Kobanî. Barzanî deriyê cîhanê ji hemû Rojava re vekir. Ji bo vê yekê Mazlûm Abdî di dema dagirkirina girê Sipî û Serê Kaniyê de “ji bo alîkariyê bangî Serok Barzanî kir”. Paşê jî spasî li Serok Barzanî kir. Serok Barzanî li Girêsipî û Serê Kaniyê hemû derfetên xwe bikar anî. Piştgiriya aborî da. Lê belê heman Mazlûm Ebdî piştre daxuyanî da û got, “Eger şerdi navbera PKK ê û Hukumeta Herêmêde derkeve, ew ê li gel PKK ê li dijî Başûr şer bikin.”
Rexmê hemû dijberîya PKK ê jî, bi çûna pêşmergeyan Kurdistanê Kobanî rizgar bû.
Partiyên Rojhilat beriya ku bersivê bidin bangên yekîtiyê yên PKK-PJAK ê , bila li encamen bangên Pkk ê yên ji bo yekîtiya Rojava û Bakur baş binêrin. Heya niha PKK ê banga yekîtiyê li kîjan partîya Kurd kiri be, payre jî xencera xîyanetê li piştve li wê rêxistinê da ye. yên hilweşandina sitem û dewletên dagirker-kolonyalist ji xwe re nekin armanc wê çawa xwedî fikra yekîyîya netewî be? Lewra jî di bername û paradigmaya PKK ê de hilweşandina dewleta Tirk, Ereb û Fras nîne. ji ber vê rastîyê jî PKK alîyeke ji dewletên desthiladar.