Vekolînek derbarê helwesta PKKê di serhildana Jina Emînî de li Rojhilatê Kurdistanê

Kurdish-woman-Mahsa-Jina-Amini-protests-Iran-Rojhelat-info

PKK dikare di eniya li dijî Îranê de cih bigire?

Serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya Jîna Emînî nêzî du meh in didome. Navendên sereke yên vê serhildanê bajarên Rojhilatê Kurdistanê ne. Hema bêje hemû bajarên Rojhilat, bi taybetî bajarên wek Sine, Merîwan, Mehabad, Bane, Dehgulan û Seqiz bûne hêza motora vê serhildanê.

Bingeha serhildana Jîna Emînî ji aliyê Navenda Hawkariyê ya Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê partiyên Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye damezrandin, pêk hat. Partiyên weke Komele û PDK-Î, PDK bi hev re tevdigerin. PAK ê bi rêya medyayê bang li hemû raya giştî kir û ev du meh in hemû partî bi hev re xwepêşandanan li dar dixin.

Pêkhateyên girêdayî PKK ê piştre ketin nava vê pêvajoyê. Navenda pêkhateyan ya bi navê KODAR wekî PJAK, KJAR û YRK ê pêk dihêt. Di rastiyê de ev hemû rêxistinên navborî tenê bi awayekî şeklî hene, ew pêkhateyên eniya PKK ê ne. Ji ber vê yekê, ji anîna navên PJAK, KODAR û hwd, bi zanîna ku PKK rêveberiya pêvajoyê dike, mirov li ser pêvajoya Rojhilat şîrove bike, dê rastir be. Ji ber ku ev pêkhate ji bilî PKK ê nikarin yek biryar li ser sîyasetê bigirin ew ne xwedî îradeya nêrîn dayînê ne jî.

Lewma behsa PJAK, KODAR û pkhateyên din kirin bêwate ye. Di vê gotarê de dê axaftin û siyaseta PKK ya di dema serhildana Jîna Emînî de jî were vekolînin.

Têkiliyên PKK û Îranê û sê erkên PKKê

Têkiliyên navbera PKK û Îranê xwedî dîrokeke dûr û dirêj in. Lê bi taybetî bi serdema aloziya li Rojhilata Navîn a bi navê Bihara Erebî re, ev têkilî ji aliyê stratejîk ve gihiştin asta herî bilind. PKK bûye amûrek ji bo pêkanîna armancên stratejîk ên Îranê li herêma Rojhilata Navîn. Di vî warî de PKK sê erkên bingehîn dilîze.

1- PKK li Rojhilatê Kurdistanê rola stopê dilîze ku nehêle kurd dijberiya dewleta Îranê bikin. nahêle ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser xeta Qendîl, Xinêre, Asos, Pênciwîn, Helebce ku lê bi cih bûne, derbasî sînorê Rojhilatê Kurdistanê bibin. Di 4 ê Gulana 2015 an de jina Kurd a bi navê Ferînaz Hosrewanî ji bo xwe ji destdirêjîya efserê îstixbarata Îranê rizgar bike xwe întihar kir û gel dîsa daket kolanan. Ji bo nirxandina van şert û mercan, PKK ê nêzî 70 pêşmergeyên PDK-Î ê yên ku dixwestin li ser sînorê Kelaşînê baregehekê ava bikin û ber bi Rojhilat ve biçin dorpêç kirin û nehiştin ku sînor derbas bikin. Di 24 ê Gulanê de PKK ê nişkave ji sê aliyan ve êrişî van pêşmergeyên PDK-Î kir û du pêşmerge şehîd kirin.

Gelek nakokiyên mezin û biçûk ên wiha rû dida. Herî dawî di 04.07.2021 ê de PKK nehişt Pêşmergeyên Komele li ser sînorê Rojhilat bi cih bibin û êrîş kir ser pêşmerge.

PKK bi vî awayî nehişt ku hêzên kurd li ser sînor bi cih bibin.

PKK li ser sînorê Başûr-Rojhilat û Îranê jî li hundirê rê neda ku Pêşmerge sînor derbas bikin. Ew yekîneyên Pêşmerge yên ku derbasî Rojhilat bûyî, ji aliyê PKK ê ve ji Îranê re hatin eşkere kirin.

Yanî li ser sînorên Rojhilat li dijî pratîyên bingehîn ên gelê Rojhilat ên weke PDK-Î, PDK, PAK û Komele, PKK erka cehşatî dilîze. PKK weke paswanên sînorî yên Îranê tevdigere.

2- PKK nehişt ku Kurd li ser sîstema kolonyalîst a Îranê bifikirin. Bi hêza xwe ya medyayê PKK ê  têgihiştina “Tirkiye tenê welatê dagirker ê kurdan e” afirand û Îran ji statûya kolonyalistî û dijminê kurdan, derxist. Bi taybetî gelê Rojhilatê Kurdistanê, ew rewşa Îranê ya aborî û sîyasî lewaz bi manîpulekirina wê rewşê, nehişt ku gelê Rojhilatê Kurdistanê bi derfetên xwe yên navxweyî têkoşîna xwe pêş bixin.

Ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê yên tevlî PKK ê bûyîn, ber bi Rojava û Bakurê Kurdistanê ve rêdike û nahîle ku ev ciwanên Rojhilatî li çiyayên xwe ji bo rizgarîya xwe şer bikin. PKK di medyaya xwe de basî binpêkirinên mafên Kurdan yên ji alîyê Îranê ve tên kirin nake.  Yanî di cîhana fikrîyeta kurdan de dewleta kolonyalîst a Îranê tê by-pas kirin.

3- Rola herî girîng a PKK ê ku hebûna Îranê xurt dike, pozîsyona wê ya li Iraq û Sûriyê ye. PKK hem li Herêma Kurdistanê û Iraqê û hem jî li Rojavayê Sûriyê hate bi cih kirin. Her çiqas ev mijareke cuda be jî, radestkirina Rojava ji bo PKK ê ji alîyê rejîma Sûrîyê ve dîsa bi deste Îranê çêbû. Her wiha Îranê PKK li Kerkûk û Şingalê bi cih kir. Yanî hebûna PKK ya leşkerî û siyasî li Iraq-Sûrîyê bi xêra Îranê ye. PKK li van deveran rê neda hêzeke ji bilî xwe ya leşkerî û siyasî, yanî li ser navê Îranê ew van navçeyan diparêze. Vê yekê ji Îranê re hêsantir kir ku di warê leşkerî de berê xwe bide deverên din.

PKK ê piştgiriya siyaseta navendî ya şîeyên Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê kir. Li Rojava rejîma Esad bi xêra PKK ê li ser linga ma. Ev hemû dihat wê wateyê ku Îran dê di siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn de bikare çalaktir tevbigere.

Sedema ku hişt Îran li Lubnan û Yemenê ew qas aktîf bibe, ev bû ku ji aliyê PKK ve berjewendiyên Îranê yên li Iraq û Sûriyê dihatin parastin. Mîmarê stratejiya Îranê ku rola leşkerî daye PKK ê Qasim Silêmanî bû.

Gelo PKK dikare ji mîhwera siyasî ya Îranê derkeve?

Ev jî cihê nîqaşê ye ku gelo PKK dikare di rewşekê de ku çav û dilê hemû Kurda li Rojhilat Kurdistanê ye û Îran ketîye nava alozîyek mezin de li dijî Îranê tevbigere? Bi dîtina pozîsyona PKK ê mirov dikare bersiva vê pirsê bide.

Hêza sereke ya ku PKK hebûna xwe ya fizîkî ya li Rojhilata Navîn sipartî yê, dewleta Îranê ye. Heke PKK e li eniya li dijî Îranê cih bigire wê li Sûrîyê rûbrûyê Esad were. Ev jî tê wê wateyê ku êdî nikare bi rihetî li çiyayên derdora Şengal, Germiyan, Qendîl û Silêmaniyê, bimîne.

Rêvebirên PKK ê bi taybetî Cemîl Bayik û navên wek Mistafa Qarasû, Riza Altûn, Besê Hozat di bin stargehên ji aliyê Îranê ve hatîn destnîşan kirin dimînin. Her wiha dibistanên perwerdehiyê yên PKK ê, nexweşxane, navendên tevgera jin û ciwanan û hwd. Deverên sereke yên eniya paş li derdora Silêmaniyê, dîsa di bin sîwana Îranê de xebatê dimeşînin. PKK bêyî merkeza fermandarî û cephe paşê nikare xwe ragire.

PKK; Bi pesendkirina Îranê ji hemû derfetên YNK ê sûd werdigire. Balafirgehên Silêmanî û Tehranê bikar tîne. Ev ji bo PKK ê derwazeya cîhanê ye û rêyeke pir girîng e. PKK jî bi rêya van balafirgehan hatinûçûna karmendan dike. Herwiha firokeyên Şam-Tehran-Silêmaniyê jî bikar tîne û bi vê rêyê geştên Ewropa û Rûsyayê dike. Ev rê şah damara PKK ê ye. Bi vî awayî ne tenê karmend, di heman demê de talîmatên rêveberiyan û amûrên şerê teknîkî yên wekî dûrbînên şevê, kamîrayên termal jî bi awayekî nefermî ji xwe re tînin.

Loma jî Ne mumkîne ku PKK dest ji van hemû derfetan û xûliqdarê van derfetan ango Îranê berde.

Şêwazê xwe afirandina PKK ê

Ji salên 1980 an ve PKK li ser xeta sînorê Tirkiye, Sûriyê, Iraq û Îranê û bi pêwendîyên îstîxbaratên van herçar welatan xwe xwedî dike.  Hebûna van welatan garantiya hebûna PKK ê ye. Ji ber vê sedemê jî PKK naxwaze yek ji van welatan hilweşe. Ji ber ku rejîmeke hilweşiyayî wê bibe sedem ku PKK hevsengiya xwe winda bike. Yanî çarenûsa van herçar dewletên kolonyalîst û PKK ê nav hev da ye.

PKK ê ji salên 1980 an û vir ve asta ku bi îstîxbarata van herçar welatan re girêdayî, nisbeyek biçûk jî bi pêkhateyên siyasî yên Kurd re, pêş nexistîye. PKK ê ji bo cihê xwe parçeyên din ên Kurdistanê çêbike, xwe sipart hêza welatên kolonyalist. Ango bi palpiştîya dijminî xwe li Başûr, Rojhilat û Rojava bi cih kir.

Lê belê ji bilî hemû harîkarêyên madî û teknîkî yên Îranê, rêveberên PKK ê ji aliyê îdeolojîk ve jî nikarin Îranê paşgûh bikin. Têkiliyên PKK ê yên bi hêzên Ewropî-Rojavayî re taktîkî ne, têkiliyên wê yên bi pêkhateyên herêmî yên kolonyalîst re jî stratejîk in.

Di encamê da:

Li gorî van aliyên ku me bi kurtî aniye ziman jî, dîyar dibe ku PKK nikare bêyî Îranê tevbigere. PKK ne di wê rewşê de ye ku bikare dewleta Îranê bike hedef, daxwaza guhertina rejîma melayan bike û daxwaza azadiya îdarî a gelê Rojhilatê Kurdistanê bike. Ji ber ku PKK bi navika Îranê ve girêda ye.

Tevî vê yekê jî, li pişt bêdengiya PKK ê ya di serhildana Jîna Emînî de û piştre jî nişkave aktîfbûna wê bi rêya medyayê, bi hindek sedemên din ve girêdaye.

Di Beşa duyem de:

  • Argûmanên PKK ji bo Rojhilat bikar tîne çi ne?

  • Rastiya pêşniyara “rêveberiya xweser” a PKK ê çi ye?

  • Heger PKK li Rojhilatê Kurdistanê daxwaza statûya Sîyasî ango veqetînê neke wê deme çima bang li ciwanan dike ku tevlî nav refên wan bibin?

  • Çapemeniya PKK ê çi taktîkan bikar tîne?

Li Benda me bin

Pustên heman beş