Li Qamişlo otomobîlek teqîya û 2 kes birîndar kirin

Li Qamişlo otomobîlek teqîya û 2 kes birîndar kirin

Li bajarê Qamişlo bombeyek bi otomobîlekê de teqîya, li gorî agahiyên destpêkê 2 kes birîndar bûne.

Li gor zanyariyan, otomobîlek li ser rêya Elhîzam (Kember)a Qamişlo û li nêzîk dibistana Seadetê teqîyaye.

Hin çavkaniyên xwecihî dibêjin, droneke Tirkiyê otomobîlek li bajarî Qamişloyê kiriye armanc, lê hin çavkanî jî dibêjin teqîna otomobîlê ji ber bombeyekê bûye.

Rewangeha Sûrîya Mafên Mirovan (SOHR) ku baregeha wê li Londonê ye û rewşa Sûriyê dişopîne, dibêje êrîş ji aliyê Tirkiyê û bi dronekê hatiye pêkanîn. Li gor SOHRê, otomobîleka svîlan ji aliyê droneke Tirkiyê ve hatye armanckirin û tê gotin birîndar hene.

Medyayên nêzîkî rêveberiya xweser jî ragihandine ku otomobîlek li cadeya Elhîzamê teqîyaye û amaje bi wê yekê kirine ku brîndar hene, lê hejmar nedane xuyakirin.

Piştî teqînê hêzên Asayîşê gihîştin cihê teqînê û dorpêç kirin û dest bi lêkolînan kirin.

Pustên heman beş