Siyaseta PKK ê Rojava xist nava lîsteya reş

Siyaseta PKK ê Rojava xist nava lîsteya reş

Nêzîkatiyên PKK ê yên ku YPG ê di qada siyasî ya navnetî de paşde vedikişîne, tên nîqaşkirin. Daxuyaniyên hikûmetan ku têkiliyên xwe yên bi YPG ê re qut kirin, bi taybetî piştî zextên Tirkiyeyê yên li ser wan welatên ku dixwazin bibin endamên NATO yê, careke din têkiliyên YPG ê bi PKK ê anî rojeva cîhanê.

PKK Rojava wek qertek siyasî bi kar anî

PKK ê her çend di pêvajoya bicihbûna xwe ya li Rojava de navê PYD, YPG û rêxistinên herêmî bi kar anî be jî, lê Rojava li gorî siyaseta xwe û nehiştina îradeya îdareya herêmî birêve dibe ku ev jî bandoreke neyînî li pêşeroja Rojava dike. Hem pêkhateyên ku PKK ê di bin navê Rêveberiya Xweser a Rojava çêkirîn û hem jî yêkîneyên leşkerî yê ji bo Rojava çêkirîn ne xwedî projeyek sîyasî û mayînde ne. Di hevdîtinên rêveberên PKK ê yên bi navê Rojava li gel îstîxbaratên welatên bîyanî bêyî îradeya gelê Rojava biryar tên girtin. Yanî Rojava qertek siyasî ye di destê PKK ê de û ji xwe re bikar tîne. Ev rewş bû sedem ku Rojava di nava 10 salên dawî de bikeve rewşeke bêpêşeroj.

PKK; Hewl da ku cewê piştî rizgarkirina Kobanê ava bûyî, bikar bîne da ku xwe ji lîsteya terorê derbixe

PKK ê ji bo ku hemû saziyên Rojava gorî berjewendiyên xwe bikar bîne di hemû saziyan de kadroyên xwe bicîh kirin. Bi taybetî jî ji destpêkê ve rê li ber danûstandinên yekîtiya di navbera partiyên kurdî de girt.

Her wiha PKK ê bi şerê Kobanî û bi taybetî şerê dijî DAÎŞ ê li Rojava hewl da xwe weke rêxistin rewa bike û xwe ji lîsta terorê a navdewletî derbixe. Bi zanebûn ala û sembolên xwe li Rojava zêdetir eşkere û bilind kirin. Li her derê wêneyên Ocalan hatin daliqandin. Alên PKK ê hatin bikaranîn. Bi vî awayî PKK ê we difikirî ku wê xwe ji lîsteyên terorê yên navneteweyî rizgar bike. Lêbelê, rewş tam berevajî çêbû. Ji ber ku rêxistinên Rojava weke PKK ê tên dîtin û destgirtin, di qada navneteweyî de firsendên ku bo azadîya Rojava xuliqî hêdî hêdî ji dest çûn.

Niha YPG bi PKK ê re wekhev tê dîtin

Rayedarên Amerîkî hewildanên mezin dan ku QSD ê wek hevalbendek fermî binasin û weke PKK nehête dîtin li qada navneteweyî de hewlên mezin da. Hebûna PKK ê ya li Rojava red kir. Lê PKK ê zext li kadroyên xwe yên li Rojava kir û nehişt ku Rojava bi nasnameya xwe ya herêmî tevbigere. PKK ê xwest Piştgiriya Emerîka û hêzên navneteweyî ji bo xwe bikar bîne. Di encamê de şûna ku PKK ji lîsteya terorê derkeve, PKK ê bi xwe re YPG jî kêşand nava lîsteya reş.

Pasîfbûna kadroyên Rojava:

Her çend kadroyên Rojava yên di nava refên PKK ê de di destpêka pêvajoya li Rojava de hewl dan ku destwerdana PKK ê asteng bikin jî, lê bi mixabinî ve ser neketin. PKK ê bi şandina kesên wekî Sabrî Ok, di bin navê Koordînasyona PKK ê ya Rojava de rêveberiyek ava kir. Ji ber vê yekê, xwe li herêmê bi cih kir. Her wiha endamên serkirdayetîya PKK ê yên weke Dûran Kalkan û Besê Hozat bê navber di hatin Rojava û bi karmend û rêveberiyan re hevdîtin pêk anîn, nehiştin Rojava bi îradeya xwe bibe desthilat. Her wiha hin kadroyên herêmî yên ku hebûna PKK ê li Rojava rexne dikirin, di bin navê perwerdeyê de kişandin Qendîlê. Yêk ji wan kadroyan jî Dozdar Hamo bû, bi awayekî gumanbar li Gare jîyana xwe ji dest da.

Kadroyên Rojava yên ji nava PKK ê hatin herêmê, ji bo parastina pile û postên xwe dîtin ku ew nikarin dijî PKK ê rabin ketin bin emir û fermanên PKK ê. li gorî berjewendîya PKK ê xebat meşandin.

Hemû xalên balkêş û şikeber ên weke radestkirina bi guman a Efrînê, peymanên sînorî, avakirina dijminatîyê li dijî Herêma Kurdistanê û guhertina navê Rojava… hemû li gorî talîmatên PKK ê hatine kirin.

Li gorî nûçeya ku îro ajansên navneteweyî parve kirin, Hikûmeta Swêdê ragihand ku wan hemû piştgiriya xwe, hem ji bo YPG û hem jî bo PDY li Rojavayê Kurdistanê rawestandiye. Ev yek encama bandora nasnameya PKK ê ya li Rojava ye. Pêvajoya Rojava ber bi xitimandinê ve bir.

Pustên heman beş