Rêxistina PKKê nasnameya 2 çekdarên xwe yên keç raghand ku li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşê dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest dane.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja sêşemiyê 8\11\2022 ê nasnameya 2 çekdarên xwe yên keç eşkere kir ku li 17 îlona îsalê li devera Heftenînê ya Başûrê Kurdistan ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.
Ev 2 keçên ku PKKê ew di berxwedana xwe ya saxte de wenda kirîn, navên wan Fatme û Zeyneb in, ew ji bajarên Şirnexê û Stenbol ê ne, rêxistinê ew weke bi hezaran keçên din yên Kurdan xapandin û bi navê berxwedanê berê wan da mirinê.
Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.