HSDê 5 mîlîşyayên Tirkiyê kuştin

sultan murad-hsd

Şervanên Hêzên Sûryeya Demokratîk kuştina du çekdarên girûpa bi nave “Artêşa Niştimanî” yên ser bi Tirkiyê ve, kuştin û hinekên din birîndar kirin.

Rewangeha Sûrî bo mafên mirovan eşkere kir, di pevçûnên 24 saetên derbasbûyî de, Hêzên Sûryeya Demokratîk liv û tevgerên Artêşa Niştîmanî li xala Erîşe li gundewarê Til Temrê bakurê Rojava Hesekê dan ber topan û di encamê de zirarên canî pêre xistin.

Destnîşan kir, di topbarana HSDê de, 2 çekdarên Artêşa Niştîmanî hatine kuştin û 3 birîndar bûne, yêk ji kuştiyan ji koma Soltan Murade.

Ev topbarana HSDê weke bersivekê li himberî êrîşên Tirkiyê hatiye ku ji duh ve li Rojhilata Serê Kaniyê û gundên gundewarê Ebû Rasîn, li bakurê Rojavayê Hesekê dewam dikin.

Pustên heman beş