Şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê bi ENKSê re civiya

ENKS-USA-Rojava-kurdistan

Şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) re civiya.

Şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê bi serokatiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Ethan Goldrich bi berpirsên ENKSê re hevdîtin pêk anî.

Di civînê de ji aliyê ENKSê ve Îbrahîm Biro û Ebdulhekîm Beşar amade bûne.

Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê di daxuyaniyeke kurt de ku li ser hesaba xwe ya fermî ya li Facebookê belav kiriye, amaje bi civîna şanda Amerkayê ya bi ENKSê re kiriye û ragihandiye, “Goldrich bi nûnerên Encumena Niştîmanî ya Kurdî re civiya û li ser geşedanên li Bakurê Sûriyê, lihevkirina nav Kurdan, rewşa penaber û awareyan û metirsiya DAIŞê ya berdewam gotûbêj kirin”.

Wê şanda wezareta derve ya Amerîkayê herwiha serdana Rojavayê Kurdistanê jî kir û li Qamişlo bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî û Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Newroz Ehmed re hevdîtin pêk anî.

Di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat gotûbêjkirin. Li gorî zanyariyan her du aliyan di civînê de tekezî li ser girîngiya ewlehî, aramî û rêkeftina agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine.

Serokê şandê Ethan Goldrich ji Fermandarê HSDê re got ku, ew bi dewletên pêwendîdar re di têkiliyê de ne, ji bo welatiyên xwe ji herdu kampên Hol û Roj vegerînin, ku bi hezaran girtî ji çekdarên DAIŞê li wan deran hene.

Pustên heman beş