Dagirkerên nû yên Şengalê kî ne û çima metirsî berdewam dike?

Di 13 ê Mijdara 2015 an de “Operasyona ji bo Şingalê Azadî” bi pêşengiya Serok Mesûd Barzanî ve pêk hat.

Pevçûn 2 rojan dom kir û nêzî 200 çeteyên DAIŞ ê hatin kuştin û bi dehan terorîst jî teslîm bûn. Operasyona Şingalê ji bo DAIŞ ê bû destpêka dawîbûna wê. Ne tenê li Iraqê, li Sûriye û Rojava jî DAIŞ dest bi berbijêr ve çûnê kir.

 DAIŞ ê bajar ji dest dida

Di 21 ê Adara 2019 an de DAIŞ ê li gundê Bahozê keleha xwe ya dawî winda kir û di 13 ê Mijdara 2015 an de bi operasyona Şingalê re pêvajoya têkçûna DAIŞ ê dest pê kir. Ji ber ku Şingal di nîvê rêya 47 emîn di navbera Raqe û Mûsilê de cih digre, dema ku ev der ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin, tevnê ragihandin û pêwendîyên DAIŞ ê lawaz bû. Yekem car DAIŞ neçar ma ku bajarê Şingalê ji dest bide.

 Ne tenê navenda bajêr, Tilefer, Mûsil, hemû rêyên ku diçin sînorê Sûriye-Rojava hatin rizgarkirin. Ev derbeya ku DAIŞ ê xwarî, ne tenê ji bo Kurdên Êzidî, ji bo hemû kurdan bûye moralek mezin.

Şingal ne tenê jenosîda Êzidiyan e, jenosîda hemû Kurdan e.

Jenosîda Şingalê li dijî Kurdên Êzidî hate pêk anîn. Ev rastiyeke ku nayê nîqaşkirin. Lê ji xeynî vê, dagirkerîya DAIŞ ê li Şengalê komployek li dijî hemû neteweya Kurd bû.

 DAIŞ  ecandeyekî navneteweyî bû. Ji hêla gelek hêzan herêmî ve jî hate bikaranîn. Ji hêla Tirkiye, Îran ji aliyê welatên din ên Ereb û heta ji aliyê hin hêzên navneteweyî ve jî ev hêz hate ajotin. Bi taybetî bandora Îranê li ser pêkhateya DAIŞ ê ya li Iraqê hebû. Îran ê li Iraqê DAIŞ li dijî kurdan, li dijî pêvajoya dewletbûna kurdan hat bikaranîn.

Piştî rûxandina rejîma Seddam di sala 2003 an de, Herêma Kurdistanê bû stêrkeke geş li Rojhilata Navîn. Mezinbûna Herêma Kurdistanê hevsengiyên Rojhilata Navîn dihejandin. Pêşveçûna aboriya Kurdistanê dikarîbû pêşeroja hemû kurdan rizgar bikira. Ji ber vê sedemê ji sala 2004 an û vir ve her kes hewl dide bi awayekî Başûrê Kurdistanê dorpêç bike. Hinek bi kirasê dostanî, hinek bi eşkere dijminatîya herêmê dikin.

Di sala 2011 an de ligel pêvajoya ku bi navê bihara erebî tê binavkirin, sîstema kolonyalîst a herêmî planek çêkir ku Herêma Kurdistanê, bike nava aloziyê û vê destkefta Kurdan a zêrîn ji nav bibe.

Qurbanîyên xuya Kurdên Êzidî bûn lê armanç têkbirina hemû Kurdistanê bû

  Sedema bikaranîna DAIŞ ê ya li dijî Kurdan ev e. DAIŞ di Hezîrana 2014 an de 50 km dûrî Bexdayê bû. Xelkê Bexdayê ji bajar bazdidan û çol dikirin. Eger girtina Bexdayê xelet bûya jî, gihandina şer bo taxên Bexdayê da hêzeke mayînde ji DAIŞ ê re biafiranda. Ew ê we bikariba Mûsilê biparêzin. Lê DAIŞ ê ev yek nekir û berê xwe da Kurdistanê. Li şûna Bexdayê, di 3 ê Tebaxê de êrîşî bajarê biçûk ê Şingalê kir. Êrîşên wan ên li ser Kurdistanê berdewam kirin. Hêzek li pişt DAIŞ ê hebû ku ew vê yekê dikarî bike.

Daxuyaniya Mûsewî delîlek girîng e.

Eşkere ye ku bi demê re ev mijar dê pir zelaltir bibe. Lê daxuyaniya Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyît Resûl Mûsewî ya di Îlona 2021 an de ku gotibû, piştgiriya gel bû Talîbanê heye û ew nikarin bi eşkereyî êrîşî Talîbanê bikin, lê em dikarîn bi rêka DAIŞ ê wan bidîn sekinandin. DAIŞ jî wek rêxistineke taşeron li Kurdistanê dihat bikaranîn, ji ber dewletên herêmî ne dikarîn rasterast êrişî herêma Kurdistanê bikin. Eşkere ye ku ev planek bû ji Îran, Tirkiyeyê û gelek welatên din piştgirî girt.

Îranê bi hebûna DAIŞ ê, karî bû hêzekî milîsan bi navê Heşda Şeibî li Iraqê damezrîne û rê li ber pêşketina siyasî û aborî ya Kurdistana ferderal bigire. Belê, qurbaniyên dîyar Kurdên Êzidî bûn, lê hemû Herêma Kurdistanê maxdûr bû. Hinek derdor hene ku hewl didin qirkirina Şingalê tenê weke êrîşeke li ser Êzidiyan îzah bikin û komploya li dijî Herêma Kurdistanê û hemû Kurdan piştguh bikin. Di nava vê planê de kurd jî hene û ew beşek in ji Komploya Şingalê.

Astengkirina Rêkeftina Şingalê berdewama komployê ye

Di 9 ê Cotmeha 2020 an de, hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, ji bo bilezkirina avadankirin û vegera xelkê bo malên xwe rêkeftinek îmze kirin. Ev rêkeftin heta niha nehatiye cêbecêkirina. Sedem jî berdewamiya komploya qirkirina Kurdên Êzidî û wêrankirina Şingalê ye.

Ji ber ku asayî bûn û aramkirina Şingalê tê wateya tinekirina plana eniya dij-Kurd. Vegera Êzidiyan bo Şingalê û avakirina rêveberiya xwe hem tê wateya têkbirina jenosîda Êzidiyan û hem jî tê wateya pûçkirina komploya li ser Başûrê Kurdistanê. Ya ku tê astengkirin ev e.

Belê, Şingal ji deste çeteyên DAIŞ ê hat rizgarkirin. Rêxistina DAIŞ ê; hem hêzeke ku ji aliyê kevneperstîya herêmê ve hat afirandin û hem jî kirêgirtîyên eniya dijî Kurdistanê bû. Lê hêzên divê komployê da cihgir yek jî Heşda Şabî û pêkhateyên PKK ê karê taşeronî dikin naxwazin Şingal aram û ewle bibe. Bi rêkeftina Şingalê re, fermandarên Heşda Şeibî û PKK ê li hev kirin ku pêşîgirtina vê rêkeftinê  bikin.

Ev rêkeftin niha ji aliyê pêkhateyên Îranê yên di nava axa Iraqê de cih digirin ango Heşdî Şeibî û PKK ê tê asteng kirin.

Van hêzan xwestin ku operasyona rizgarkirina Şingalê jî asteng bikin

Biryarderên rayedar ên Herêma Kurdistanê di Nîsana 2015 an de biryara operasyona rizgarkirina Şingalê dabûn. Lê operasyona meha Nîsanê ji aliyê serokwezîrê wê demê yê Iraqê Hayda Abadî û PKK ê ve hatibû astengkirin. Wê demê Herêma Kurdistanê xwest ku operasyon bi hev re were kirin. Lê van her du hêzan ji bo ku Herêma Kurdistanê nekeve Şingalê bi tena serê xwe xwestin operasyonê bikin. Rêveberên PKK ê weke Sabrî Ok û Riza Altun li Bexdayê ji bo operasyoneke ku hêzên Pêşmerge tê de beşdar nebin danûstandin dikirin, di heman demê de PKK ê hewil dida ku hêzên Pêşmerge mijûl bikin.

Wê demê plana PKK ê ya ji bo Şingal bibe herêmeke xweser û girêdayî Iraqê be, biryar hatibû girtin. Plana hevbeş a Bexda û PKK ê; ji bo bê Êzidîkirina Kurdistanê, ji bo Êzidiyan ji Kurdistanê veqetînin îxaneteke mezin li dijî Êzidiyan û Kurdan di hate meşandin.

Hewl dan ku serkeftinê Pêşmerge bê wate bikin

Serok Barzanî di yekemîn salvegera jenosîda Şengalê de di 3 ê Tebaxa 2015 an de soza rizgarkirina Şingalê da. Dema hat fêmkirin ku planên neyaran hene, cara dawî Bexda agahdar kir û operasyonê dest pê kir.

Operasyona di 12 ê Mijdarê de dest pê kiribû, bi serketî pêk hat û dirêj nekir. Li ser vê yekê, piştî ku operasyon di 13 ê Mijdarê de bi dawî bû, piştî nîvro, PKK ê hin yekîne şandin nêzîkî navenda bajêr. Sembolên xwe li ser sayloya genimê ku ji aliyê Pêşmerge ve hatiye rizgarkirin, daliqandin. Xwest di medyayê de têgehek we çêbike ku wan Şingal rizgar kirîye. Ew têgeh û alozîyên ku Pkk ê li ser Şingalê dixwest ava bike hê jî didome.

Serok Barzanî Operasyona Azadkirina Şingalê diyarî jinên Êzidî kir

Serok Mesûd Barzanî ku bi xwe operasyon koordine kir, li Şingalê ji çapemeniyê re axivî û ev got;“Rizgarkirina Şingalê ji destê terorîstên DAIŞ ’ê ji aliyê pêşmergeyên me yên qehreman ve destkeftek dîrokî û mezine ji bo gelê Kurdistanê di warê leşkerî û siyasî de. Ev serkeftin nîşanî hemû aliyekê dide ku rojên ku dagirker û mêtingeran hewl didan gelê Kurdistanê bindest bikin, ew dem derbas bûye. Gelê Kurdistanê niha bi serê xwe berevaniyê li xwe dike, dijmin têk dibe û nirxên mirovahiyê diparêze.”

Serok Barzanî ev operasyon rizkarkirina Şingalê diyarî jinên Êzidî kir.

Komplo berdewam dike

Di ser operasyona 13 ê Mijdarê ya rizgarkirina Şingalê re 7 sal derbas bûn. Lê komplo didome. Ji bo rêgirî li rêkeftina Şingalê vê carê qirkirina spî li ser Êzidiyan ferz kirin, asîmîlasyona çandî dimeşînin û dixwazin Şingalê bê Êzidî dikin.

Hêzên paşverû yên herêmî hê jî di vê mijarê de îsrar dikin. Herêma Kurdistanê jî bi biryare ku Kurdistanek bê Êzidî, Êzidîyek bê Kurdistan û Şingal bê Êzidî qebûl neke.

Çawa ku DAIŞ hete tekbirin, dê taşeronên din jî têk biçin. Şingal Kurdistan e.

Pustên heman beş