Vîdyoyek kurt û peyamek mezin derbarê metirsiyên PKKê li ser Rojihlatê Kurdistanê – «3»

eastern-Kurdistan-iran-pjak-pkk-rojhelat-info
  • Mako Erdelan

Bernameya PKKê / PJAKê

Ji ber sedemên ku di beşa berê de derbarê damezrandina PJAKê ji aliyê PKKê û Îranê ve me behis kirî û bi berçavgirtina wan armanc û berjewendiyên ku her yek ji PKKê û rejîma Îranê di damezrandina PJAKê de dixwestin bi dest bixin, ne mentqî ye ku mirov çaverê bike PJAK bernameyek Kurdî û netewî ji boy paşeroja Rojihlatê Kurdistanê hebe. Lê belê ji bo baş fêmkirina metirsiyên bernameya PJAKê ya li dijî Rojihlatê Kurdistanê, ez dixwazim bi kurtî hin xalên bernameya nivîskî ya ku PJAKê bi navê “biroşûra nasandina PJAKê” weşandiye, û tê de basî pêkhate û armanca xwe dike, bas bikim.

Pêşgotina biroşûra PJAKê bi du xalên gelek balkêş dest pê dike ku eger em bi hûrî lê binêrin, em dikarin niyeta rastîn ya PKKê û hemahengiya wê bi rejîma Îranê re li ser avakirina PJAKê di navbera rêzên wê de bixwînin, di van paragrafan de behsa vegera Ocalan ya ji bo Tirkiyê û xwepêşandanên 22 sibata 1999 yên li bajarên Rojihlatê Kurdistanê dike.

Rastiya xwepêşandanên 22 sibata 1999 li Rojihlatê Kurdistanê çawa bû?

Piştî vegera Ocalan bo Tirkiyê, piranya gelê Kurd ku haya wan ji rastiya vegera Ocalan tune bû, di destpêkê de bawer kirbûn ku serokê hîzbeke Kurdî radestî dewleteke dagîrker hatiye kirin, loma li her derê û bi her awayî ew yek şermezar kirin. Nivîskarên Kurd nivîsîn li ser nivîsîbûn, helbestivanên netewî helbest nivîsandin, xelk derketin kolanan û pirotesto kirin, hindekan jî xwe şewtandin.

Tiştê ku gelê Kurd kir ne ji ber ku ji nerîn û karên Ocalan hez dikir û jê bawer dikir, belku ji ber vê yekê bû ku rastiya vegera rêberê PKKê Apo ya ji bo Tirkiyê fêm nekirbû û di wê baweriyê de bû ku şermezarkirina radestkirina serokê partiyeke Kurdî ji bo dewleta dagîrker weke erkek netewî mêze dikir û wisa difkirîn ku divê ew beşdarî wan çalakiyên pirotestokirinê bibin.

PKKe bi hestê Kurdayetiyê yê Kurdên Rojihlat dixapiya û di wê baweriyê de bû ku her kesê li dijî Tirkiyê dakeve kolanan û wê şermezar bike şopdarê rêber Apo ye û bêy ku li ser esasên paradîgmaya Ocalan tevbigere, avê jî venaxwe.

Rejîma Îranê jî di vê çarçoveyê de bernameyek ji bo derxstina Kurdên Rojihlatê Kurdistanê bo kolanan amade kir û bi zimanê PKKê belavkir, di rastiyê de Îranê dixwest ji vê rewşê sûd werbigre û ji bo pêkanîna zextên navneteweyî li dijî Tirkiyê ku hertim weke hevrikê xwe dihesbîne, rol bilîze, em hemû dizanin ku nakokiya di navbera hêzên “Fars û Tirk” de xwedî dîrokeke pirr kevne û emê li vir bas nekin.Ji aliyê din ve rejîma Îranê armanc dikir ku xwe weke dostê Kurdan parêzera mafên Kurdan li Rojihlatê Kurdistanê nîşan bide.

Kemal Xerazî, wezîrê derve yê wê demê yê Îranê di hevpeyvîneke têlevizyonî de bi zelalî armancên rejîmê nîşan dabû, Xerazî gotbû: “Kurdên Îranê “Rojihlatê Kurdistanê” ne tenê ji bo xwe bi tevahî azadin û hemû mafên wan yên netewî di çarçoveya Komara Îslamî de hatine garantîkirin, belku ew qas azadin ku dikarin piştevaniya birayên xwe yên Kurd yên li welatên din jî bikin”.

Sedemeke din ya ku rejîma Îranê li bajarên Rojihlatê Kurdistanê ji bo şermezarkirina vegera Ocalan bo Tirkiyê xwepêşandan li dar xistî ew bû ku dixwest wan xwepêşandanan weke hewlekê ji boy nasandina PKKê li hundirê Rojihlatê Kurdistanê û xapandina potansyela şoreşgerî û neteweyî ya wê beşa Kurdistanê bikar bîne, bi taybetî piştî ku partiyên Rojihlat ji bo parastina ezmûna Başûrê Kurdistanê û nasnameya netewî ya wî parçeyî şerê çekdarî yê Pêşmerge rawestand, ev yek dibe derfetek baş ji rejîmê re ku enerjîya têkoşîna netewî ya Rojihlatê Kurdistanê ber bi aliyê PKKê ve araste bike û ber bi rêyeke şaş de bibe.

Li parêzgehên Rojihlatê Kurdistanê, bi taybetis li Sine û Urmiyê, rejîma Îranê bi fermî destûra lidarxstina xwepêşandanan pejirand, xelkê Rojihlat ku di wê demê de rê pê nedhat dayîn meş û mîtîngekê encam bidin, hizir dikirin ku bi eşkerekirina daxwaziyên xwe yên netewî di xwepêşandanê de dikarin vê kompiloya rejîmê têk bibin, di şeva 2 sibatê de, ku tenê çend demjimêr ji destpêkirina xwepêşandanan re mabûn, rejîmê hay ji bernameya xelkê hebû û hemû hewlên xwe ji bo rêgirtin li lidarxstina xwepêşandanê kirin, heta parêzgarê wê demê yê Sineyê “Ebdulla Remezanzade” jî saet 23:00 derket têlevizyonê û got ku wan biryara xwe nirxandiye û destûr nayê dayîn xwepêşandana sibe û nabe bê lidarxstin û daxwaz ji gel kir beşdarî vê xwepêşandanê nebin, eşkere ye ku dema rejîmek dîktator dibêje ku xwenîşandan qedexe ne, ev tê wê wateyê ku ewê xwepêşanderan tepeser bike.

Gelê Rojihlat jî nexwest vê derfetê ji dest bide û di 3 sibatê de daket qadan û berevajî fikira PKKê û rejîma Îranê, herî kêm behsa Ocalan kirin û ji boy daxwaziyên xwe yên netewî qîryan, rejîmê bi awayekî hovane xwepêşander tepeser kirin û tenê li Sineyê 42 ciwanên Kurdan ji aliyê hêzên çekdar yên Îranê ve hatin şehîdkirin û bi dehan hemwelatî li Urmiyê û bajarên din jî şehîd û birîndar bûn.

Rejîmê xwepêşander wek xizmetkar û kirêgirtiyên Emperyalîzim û Syonîzmê bi nav kirin û gelek kes girtin, PKKê ji Îranê tundtir li hember gelê serhldêr helwest nîşan da û got ku ew ji bilî Emperyalîzim û Syonîzmê kirêgirtiyên Kemalîzmê jî ne, partiyên Rojihlatê Kurdistanê bi daxuyanyeke hevpar bersiva PKKê dan û gotin: “Vegerin hembêza gel û dev ji xizmeta dagîrkeran berdin, rejêma Sûryê çiqas bi we re man, rejêma Îranê jî wê ewqas we biparêze”.

Eve kurteyek bû ji rastiya xwenîşandanên 22 sibata 1999 yên Rojihlatê Kurdistanê ku bi xwenîşandanên 3 Reşemyê li wê parçeyî tên naskirin, ku PKKe dixwaze van xwepêşandanan bike hêvên ji boy damezrandina PJAKê, di formê de raste, lê di naverokê de berevajî vê yekê ye, ez jî dibêjim ku fikira damezrandina PJAKê di xwepêşandanên 3 sibatê de hat afrandin, lê ne ji ber têkoşîna ji bo Rojihlatê Kurdistanê, belku li gorî kompiloya hevpar a rejîma Îranê û PKKê biryar li ser karkirin ji bo rêxistinekê hat dayîn ku piştre navê PJAKê lê hat kirin, rejêma Îranê û PKKê xwest bi damezrandina PJAKê enerjîya netewe xwazî a Kurdên Rojihlatê Kurdistanê ber bi rêyeke şaş ve bibe.

Dema em li beşên din yên biroşûra PJAKê dinêrin, ew ne dişubhe bernameya partyek siyasî û netewî, belku jî peyva “Aponame” baştirîn pênaseya ji bo vê biroşûrê be, ji ber ku di van nivîsan de ewqasî bas li Apo û weke ew dibêjin “Paradîgmaya Ppo” hatiye kirin, ji sedê yek jî basî rizgarî û serwerîya Kurdistanê û Kurdan nehatiye kirin.

Mînak di beşa paradîgmaya biroşûra PJAKê de wiha hatiye: “Paradîgmaya PJAKê her ewe ya ku ji aliyê rêber Apo ve hatiye formolekirin”.

Paşê tê nivîsandin: “Di paradîgmaya ramanê ya PJAKê de cihê nejadperestî, neteweperestî, zanistiya pozîtîvîst û olperestiyê nîne”. Nakokiya vê xala biroşûra PJAKê bi welatparêzî û nasnameya netewî ya Kurd re ewqasî xurte ku hewceyî şirovekirinê nîne, bi kurtasî, PKKê îradeya neteweperestiya Kurd wek nejadperestî û fendemîtalîzma olî dibîne.

Di biroşûra PJAKê de di beşa “naveroka konfedralîzim û rêveberya xweser” de, bi zelalî û bi eşkerayî dijatya serxwebûna Kurdistanê û avakirina dewleta Kurdî tê kirin, di paragrafa yekem ya vê beşê de wiha tê gotin: “Li gorî heza PJAKê, mijarên li dijî nejadperestiya jin û mêran, neteweperestî, dewletparêzî, desthilatdariya komên taybet û welatparêziyê tên redkirin”.

 Li vir mebesta PKKê/PJAKê ev nîne ku niha ew nikarin yan dema vê yekê tune ku Kurd xwedî dewleta xwe bin, belku heza bi dewletbûna Kurd û neteweperestiya Kurd li kêleka nejadperestî û dij-jin bûnê de di danin û ew redkirina wan tekez dike.

Di tu belgeyên PJAKê de bi biçûktrîn îmaje jî behsa rûxandina rejîma Îranê nayê kirin, yanî PKKê/PJAKê di siloganên xwe de behsa rûxandina rejîma Îslamî a Îranê jî nekiriye, her wiha bi eşkere tekezî li ser yekparçebûna xaka Îranê dikin.

 Di biroşûra PJAKê de wiha tê gotin: “PJAK ne cudaxwaze û ne jî hewl dide erdinîgarya Îranê ji holê rake” li vir pirseke ciddî deridkeve pêş, ew jî eve, gelo di çarçova rejîma Îranê de derfetên bidestixistina mafên netewî yên Kurd hene? Helbet ne tenê rejîma Îranê, hemû rejîmên dagîrkerên Kurdistanê di bingehê xwe de garantîkirina mafên netewî yên Kurd weke nemana xwe şîrove dikin û her hêviyek ji bo garantîkirina mafên netewî yên Kurd di çarçoveya dewletên dagîrker de û bêy avakirina dewlet û statoyek serbixwe ya Kurdistanê, xapandina gele”.

Di beşa pêş de emê xewnên qirêj yên ku PKKê bi piştevanya rejîma Îranê û Tirkiyê ji boy paşeroja Rojihlatê Kurdistanê dibîne binirxînin û diyar bikin PKKê / PJAK çawa bûne neynokên qirêj yên dagîrkeran û Kurdistanê û ala û xebata wê ya netewî bin pê dike.

Li benda me bin

Pustên heman beş