Kadroyekî PKKê berpirsekî asayişê dikuje

Kadroyekî PKKê berpirsekî asayişê dikuje

Hat ragihandin yek ji kadroyên PKKê yên li Rojava Kurdistanê bi fermana PKKê û bi hênceta rawestandina wesayîta wî li xala pişkinînê gule berdane karmendekî xaleke pişkinînê ya asayişa PYDê.

Çavkaniyên rûpela Darka Mazî li Rojava Kurdistanê ragihandin, bi fermana PKKê Serhed Amed ku yek ji kadroyên vê rêxistinê ye û ji Bakurê Kurdistanê ye û yeke ji berpirsên asayîşa PYD ê li bajarê Kobanê, li 29/10/2022an teqe li yek ji karmendên xala pişkinînê ya bi navê Hilinc li Kobanê kiriye û rasterast ew kuştiye.

Çavkaniyên me ragihandin, Serhed Amed rawestandina wesayîta xwe li vê xala pişkinînê ji aliyê vî karmendê asayişê ve weke hincet bikar tîne û teqeyê li Cemal Tirkî dike, lê ya rast eve ku PKKê biryara tesfiye kirina vî karmendê asayişê daye, heya niha eşkere nebûye PKKê çima biryara kuştina Cemal Tirkî daye.

her wiha hat ragihandin, Cemal Tirkî şêniyê Kobaniyê ye û ji Hoza Pirçî ye, bi vê sedemê endamên eşîra Pirçî daxwaza radestkirina Serhed Amed dikin û dixwazin ew bi destê xwe û bi awayekî eşayirî ceza bikin û bikuijn, lê heya niha PKKê ew radest nekiriye.

Pustên heman beş