Skip to content
Ketina Maskeyên Sexte
PKKe û DAIŞ li Şingalê
Di sala 2014an de dema ku terorîstên DAIŞê êrîşî Şingalê kirin, bi hezaran kes revandin û qetil kirin, bi hezaran jin û keçên Kurdên Êzdî tecawiz kirin. Ev bûyer di dîroka gelê me de yek ji bûyerên herî ne xweş bû.
Piştre PKKe hat Şengalê da ku rê li ber Îranê veke ku bi hêsanî alîkariyan bigihîne Sûriye û welatên din, çeteyên PKKê hatin û bûn alternatîfa DAIŞê li Şengalê. Bi sedan zarokên Êzdî revandin û birin Garê, Matînayê, Avaşîn û Zapê û kirin çekdar. Her wiha bûne sedemek sereke ku Şingal ji nû ve neyê avakirin û Êzdî nekarin vegerin warê xwe.
Rojane dewleta Tirk bi balafirên keşfê Şingal û derdora wê bombe dike û sivîl, jin û zarokan qetil dike. PKK amade ye ku hincetan bide hemû dewletên dagirker ku êrîşî Kurdistanê bikin. Beriya 7 salan di sala 2015an de Şingal bi qehremaniya Hêzên Pêşmerge ji DAIŞê hat paqijkirin. Lê îro PKKe li Şingalê ji DAIŞ’ê xerabtir li hember Êzidiyên tevdigere. Mîna sala 2015’an û piştî 7 salan, ji bo paqijkirina Şingalê ji çeteyên PKKê operasyoneke din pêwîst e. Çeteyê DAIŞê ew ê ku serê Hucam Sûrçî jê kir Kurd bû, çeteyên PKK jî sala 2021 li Çiyayê Matînayê 5 Pêşmergeyê Kurdistanê şehîd kir. Lewma her du jî dijminên hevparê Kurdistanê ne.
Bazarra siyasî di bin navê Kurdayetiyê de
Kesên ku haya wan ji dîrokê heye û bi taybetî jî dîroka Bakûrê Kurdistanê baş dizanin, dizanin ku yên di xurtkirina PKKê de rol lîstine, ew kes in ku li derveyî PKKê di nava rêxistinên Kurdistanî de çalak bûne. Di sala 1978’an de dema ku dewletên dagirker biryara damezrandina PKKê dan, têkoşîna siyasî ya li Bakurê Kurdistanê xurt bû. Ji ber vê yekê jî hest bi metirsiyê kirin û PKKê kirin belaya serê netewa Kurd.
Serdozgerê Komara Tirkiyeyê (Baki Tuğ) dibêje: “Di sala 1972’an de dema ku Ocalan rojnameya Şafak belav dikir, min Ocalan girt. Ji îstîxbarata Tirk (MÎT) nameyek ji min re hat û gotin ku Ocalan endamê me ye, divê li gorî wî tevbigerin. Min jî Ocalan serbest berda”.* Ocalan bi xwe jî înkar nekiriye ku ew zilamê dewleta Tirk e. Di îtîrafên xwe yên ji Hasan Atilla Ogur re eşkere dibêje ku ew ji her tirkekî zêdetir tirk e û xizmetkarê Komara Tirkiyeyê ye.
Piştî damezrandina PKKê komek kesên ku di nava rêxistinên din de dixebitîn ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bûn endamên PKKê. Ev kesan e dûr û nêzîk şirîkên wan sûc û xwînrijandina PKKê ne ku di van 45 salan de pêk aniye. Îro jî bi heman polîtîkaya 40 sal berê yên ku heta duh ji PKKê re digotin terorîst, niha dixwazin bi PKKê û HDPê re tifaqê çêbikin. Heta medyaya xwe kirine berdevkê wan kesan ku di bin navê rojnamegeriyê de şev û roj di medyaya PKKê de dijberiya Barzanî û Kurdistanê dikin. Şermek mezin e mirov ji bo bêrîk û berjewendiyên xwe netewe û partiya xwe bifroşe. Dema ku em PKKê weke sûcdarê sereke bihesibînin, divê em ji bîr nekin ku ew partî û kesên ku îro di bin navê Kurdayetiyê de be şermokî Apocîtî/PKKcîtî dikin, şirîkê sûc û xiyanetên PKKê ne. Ji ber vê yekê, heke sibe rojê derfetek ji bo Kurdan derkeve pêş û PKK were tasfiyekirin, divê li ser xwîna 40 hezar Kurdên bêguneh, lêpirsîn û ceza li wan kes û partiyan jî were kirin.
Eniya li dijî Barzanî
Bi salan e em hemû dizanin û dibînin ku hem dagirkerên Kurdistanê û hem jî ew kesên ku xizmetkar û koleyên wan in êrîşî serok Mesûd Barzanî dikin. Yên ku ji çepera PKKê ve dijminatiya Barzanî dikin, perwerdeya destê Yalçin Küçük, Doğu Perinçek û Mihri Belli ne. Destê wan bi xwîna hezaran Kurdan sor e û dîroka wan kirêt û tarî ye. Ev dijminatî xwedî dîrokeke dûr û dirêj e, yên ku îro li Tirkiyeyê bi navê çepên tirk mejiyê Kurdan dişon, hemû Kemalîst in. Medya PKKê di bin kontrola xwendekarên wan de ye. Lewma dema em li medya û rojnameyên PKKê dinêrin, ji dijmin bêtir dixwazin Kurdan tune bikin. Çi ji destê wan tê bi dilsozî dikin. Dewleta kûr a Turkiye û Ergenekonê li ser bingeha tune kirina Kurd û Kurdistanê PKK ava kirine.
Yên ku îro bi her sedemê çeper li hember Serok Barzanî girtine û êrişî wî dikin, ji du beşan pêk tên:
yekem: ew kes in ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî li deriyê başûr xistine da ku bêrîkên xwe tijî dolar bikin, lê bersiv ji wan re nehatiye dayîn.
Duyem: jî ew kes in ku beşek in ji plana dewleta kûr a Tirkiyeyê û saziyên îstîxbaratê yên rejîma Îran, Sûriye û Iraqê, ku mil bi milê dagirkeran êrişî Serok Mesûd Barzanî û Kurdan dikin. Lê rastiyek dîrokî heye ku divê em hemû bizanibin, Serok Mesûd Barzanî îro nûnertiya hemû Kurdan dike li dinyayê. Ew mîrasgirê şoreşa Şêx Ubeydullah Nehrî ye heta şoreşa Mela Mistefayê Barzanî. Barzanî îrade û baweriya netewa Kurd e. Ji ber vê yekê, weke ku pêşiyan gotine: Çiya bi bayê lerizok naheje.
Ketina maskeyên sexte
Romannivîsê Japonî Haruki Murakami dibêje: “Carinan ne mirov in ku diguherin, ew maske ne ku dikevin.”
Li Kurdistanê her ku bûyerek diqewime, ya erênî ew e ku rûyê rast ê gelek kesan derdikeve holê û maske dikevin. Di dema ku Kurd şerê hebûn û tinebûnê dikin, bi salan e di bin navê siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamevanan de komek mirov çîrokên xeyalî diafirînin. Dema ku mirov dîroka miletê xwe nexwîne, dikeve nava çaleke tarî ya kûr de. Ev 45 sal in PKK bi alîkariya hemû dagirkerên Kurdistanê miletê Kurd dikuje. Lê hin kes dîsa jî dixwazin xweliyê bavêjin çavên mirovan. Di nav Kurdan de yek ji têgînên ku herî zêde xelk pê tên xapandin, têgîna birakujiyê ye. Ger mirov li dîroka cîhanê binêre tu milet bi qasî Kurdan nebûye qurbana çîrokên xurafî û derew. Dema ku PKK xwe wek hêzeke Tirkiyeyî bi nav dike, Kurdan dikuje, zarokan direvîne û miletê Kurd tecawiz dike, ma birakujî ne gotineke pêkenok e ku yên sextekar xelkê pê dixapînin? Dema PKK bi zanetî bixwaze li cîhanê nasnameya terorê bide Kurdan, ma ne rewa ye ku PKK wek rêxistineka terorîst bê pênase kirin?
Divê gelê Kurd beriya her tiştî vê rastiyê qebûl bike ku yên di bin navê siyasetmedar û rewşenbîran de li nalê dixin û li bizmarê jî, ji PKKê gelek xetertir in. Dîrokeke bi xwîn a 45 salî ji aliyê kesên ku bazirganiya li ser xwîna zarokên Kurdan dikin, tu carî nayê paqijkirin. Lewma beriya ku serî li PKKê bidin, divê maskeyên sextekaran ji holê rakin. Bêdengiya li hemberî her kesê ku bixwaze PKKê rewa bike, dawiya wê mirin û malxerabî ye.
- *Çavkanî: (Küresel Çeteye İnfaz Kökten Siyasi Çözümleme) Murat Bahadır Akkoyunlu, Kronoloji Yayınları