6 kesên din li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dan

iran-mahabad

Di xwepêşandanên şeva borî yên Rojhilatê Kurdistanê de 6 xwepêşanderan li bajarên Pîranşar, Ciwanro û Dêwlan bi fîşekên hêzên emnî yên Îranê canê xwe ji dest dan, herwiha birîndarekî xwepêşandanên bajarê Bokan jî canê xwe ji dest da. Du ji wan kesên bi guleyên hêzên Îranê hatine kuştin, zarok in ku yek ji wan Karwan Qadir Şukrî 16 salî û ji Pîranşarê û yê din Behadîn Weysî 16 salî ji Ciwanro ye.

Şeva derbasbûyî li hejmareke zêde ya bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hatin kirin. Xwepêşandanên hinek bajaran bo piştgiriya xelkê bajarê Mihabad bûn.

Li Pîranşarê, di xwepêşandanan de hêzên emnî yên Îranê teqe li xelkê kirin û 2 xwepêşander bi navên Tahîr Ezîzî û Karwan Qadir Şukrî canê xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyan, Karwan Qadir Şukrî zarok û 16 salî ye.

Di dema birina termê Tahîr Ezîzî de bo veşartinê, welatiyan slogan dijî desthilata Îranê bilind kirin û alozî derketin. Di encama teqeya hêzên emnî de xwepêşanderekî din bi navê Heyder Mehalî canê xwe ji dest da.

Li bajarê Ciwanro yê ser bi Kirmaşanê jî hêzên Supaya Pasdaran û Îtlaatê teqe li xwepêşanderan kirin û 2 welatiyan canê xwe ji dest dan. Navê yekî ji wan Îrfan Kakeyî û mamosta bû û vedigeriya malê, lê fîşekek lê ket. Yê din jî Behadîn Weysî yê temen 16 salî bû.

Di xwepêşandanên roja Yekşemê yên bajarê Dêwlan (Dêhgulan) ê parêzgeha Sine de jî xwepêşandarek bi navê Muhsin Niyazî yê 25 salî birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin, lê ji ber birînên wî giran bûn canê xwe ji dest da.

Di xwepêşandanên roja Înê yên bajarê Bokanê yê parêzgeha Urmiyê de jî xwepêşanderek bi navê Silêman Şukrî birîndar bûbû, wî jî şeva bihorî canê xwe ji dest da.

Di xwepêşandanên pênc rojên derbasbûyî yên Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 36 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

Pustên heman beş