Ebdullah Ocelan gefa kuştinê li Leyla Zana kir

Leyla-zana-ocelan-heyet-pkk-imrali.info
  • Mahir Hesen

Piştî yek ji hevdîtinên bi Ebdullah Ocelan re li Îmraliyê, Ocelan di nav daxuyaniyên xwe yên seqet û çewt, soz bi gefa terrorê da Leyla Zana bi rêya şandeya ku serdana wî kir bûn (Sri Soraya Onder, Perwîn Buldan û Îdrîs Balûkin). 

Rastî bi êş e, wek me got, û bê guman, çavkaniya vê axavtina min ji pirtûka Ocelan a bi navê “Rizgariya Demokratîk – Avakirina Jiyana Azad “(Notên Îmraliyê) ku notên hevdîtina Ocelan bi endamên desteya rêveber a Partiya Gelên Demokratîk re cih digire.  Ev pirtûk ji aliyê rêxistina PKKê ve li Elmanya hatiye çapkirin û ji aliyê Weşanxaneya Mezopotamyayê ve di sala 2015’an de hatiye weşandin.

Gefên Ebdullah Ocelan ên li ser kuştina Leyla Zana ji ber du tiştên sereke ne, yên herî diyar ev in:

Ya yekem ew e ku Leyla Zana dixwaze bi amadebûna şêwirmendên xwe bi Ebdullah Ocelan re hevdîtin pêk bîne, ev jî – ji têgihiştiya wê(Leyla) li ser xetera berdewamiya şer û ji bo dîtina çareyan bi amadebûna şêwirmendan, û kesên jîr û zana, ne bi rêça dilxwaz û hogirên felsefa Ocelan yên tenê zêdetirî ji pozê xwe tu tiştî nabînin. û him ji bo bi dawî anîna  pevçûnan, çawa ku – wê berê daxuyaniyên erênî yên ku tê wateya bidawîbûna tundûtûjiyê, û tê xwestin ku di demeke nêzîk de aramiyê peyda bike. pêvajoya aştî bibe serî û dîtina çareseriyeke siyasî ya dûrî şer.

Duyem, pêwendiya Leyla Zana bi Serok Mesûd Barzanî re, ê ku bi xebata siyasîkirina têkoşînê, ango beşdariya aştiyane, bi erênî di nav gera siyasî ya giştî de tê naskirin, lê nêrîna konseya Ocelan li ser bingeha pêwîstiya tundûtûjî û şer e. Ev yek jî Sedema dilgiranî yan jî dilnexwaziya PKK ji siyasetmedarên kurda ye û bi taybet Serok Barzanî. Lewma PKK  zikreşî û çavsorî bi salan e li ser medyaya xwe bi kar tîne, di heman demê de ku her kesek di nav refên partiya Ocelan de navê Serok Barzanî bîne ziman tête terror kirin û an jî bi xiyanetê tê tewanbarkirin. Leyla Zana di heman demê de bûye kesayeteke navneteweyî, ku ji aliyê derdorên navneteweyî ve tê naskirin û di nav kurdan de jî bi eleqeyeke mezin tê naskirin.

Yên di xwazin vê gotarê bi analîzek û bi gelek nerînên çewt, berovajî rastî bikin hene, lewra – ez ê vê diyaloga ku di pirtûka Ocelan de hatiye, li jêrî gotarê ji bo xwîneran belav bikin.

Diyaloga ku Ebdullah Ocelan gefa kuştinê li Leyla Zana dixwe, di hevdîtina şanda HDPê ya (11.01.2014) a ku ji her yek (Perwîn Buldan, Serre Surya û Îdrîs Balukin) li Îmraliyê pêk hat.  Di civînê de efserekî Mîta Tirk jî amade bû.

Diyalog:

Ocelan: Mesela Leyla Zana jî heye.  Ez bawerim ku Hakan ji were parve kir.  Ez dixwazim nerînên we yên kesane bizanim.  Hûn dizanin ku şêwirmendên Leyla zana kî ne?

Srî, Îdrîs, Parwîn: Em nizanin.

Ebdullah Ocelan: ew ê Amerîka û Îsraîliyan derbas bike( wateya wî ku wan derbasî zîndana wî bikin)?  hûn çi dibêjin?

Onder: êdî baweriya me nema ye.  Di her kêliyê de tişt ji kontrolê derkevin û pêvajo dijwar dibe.

Parwîn: Li gorî min divê em derfetek din bidin Leyla.  Ger heval têkevin têkliyan û pê re biaxivin, dibe ku ew li xwe veger e.

Ocelan: Ji Leylayê re bêjin hevdîtina bi Ocalan re cidî ye.  Têkliyên bi Barzanî negiringin.  Bêyî axaftinên me, ew ê ne di rewşa xwe ya niha de bin.  Rêxistin dê li ser karê xwe bimîne.  Ji wê re bêjin em tevgereke siyasî ne.  Heger hewl bide siyasetê bike dê berdêla jiyana xwe bide.  Ev ne lîstikek e.  Nayê qebûlkirin ku bi şêwirmend re were.

Onder: Min jî ji Ehmed turk re pêşniyar kir ku bi wê re were.

Ocelan: Bila bi te re were.  Ez bawerim ku hûn ê hefteya pê werin.

Ji diyalogê xuya dibe ku sedema rastî ya gefa kuştinê xwesteka Leyla bû ku bi şêwirmendên xwe re were hevdîtinê.  Lê belê Ocelan guman dike ku peywendiyên şêwirmendên Leyla Zana bi istxbaratê a Îsraîlê û CIA amêrîka re hene.  Dibe ku bi armanca kuştina wî bixwazin biçin wir, Ebdullah Ocelan gotina Leyla Zana ya ku gotibû wê bi şêwirmendên xwe re biçe hevdîtinê her tim weke hewldanek muhtemel nirxand.

Pustên heman beş