Firokeyên şer careke din Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin

rojava-kurdistan-turkey-hsd-qsd

Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê duh bi şev herêmên Til Rifat, Marenaz û Firokexaneya Minnix bombebaran kirin. Di danê sibehê de topbaran dest pê kirin.

Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê duh bi şev Firokexaneya Minnix a Şehbayê, herêmên Marenaz û Tel Rifat ên Rojavayê Kurdistanê hatin bombebarankirin. Bombebaran piştî demjimêr 01.00an dest pê kir û piştî demjimêrekê qadên êrîşê berfireh bûn, Firokexaneya Minnix û gundê Merenaz a Şerayê kirin hedef.

Hat ragihandin ku Firokexaneya Minnix û gundê Eyn Deqnê danê sibehê careke din ji aliyê firokeyên şer ve hatin bombebarankirin.

Îro her wiha herêmên Minbic, Tişrîn, Arima û Til Rifat ji aliyê yekîneyên topavêj ve hatiye topbarankirin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bîlançoya êrîşa esmanî û topan a 6 rojên dawî ya ji aliyê Tirkiyê ve li dijî Rojava hatiye kirin, duh eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê 19 şervanên HSDê, 16 sivîl û 24 leşkerên Sûriyê bi giştî 59 kesan canê xwe ji dest dane û 73 kes ku 33 jê sivîl in, 13 endamên HSDê û asayîşê û 25 leşkerên Sûriyê jî birîndar bûne.

Pustên heman beş